Muzeya li gundê "Nê" yê Rojhilatê Kurdistanê

Gundê "Nê" ji ber cihê xwe yê erdnîgarî yê giring û stratejîk, ji ber hebûna aveke zêde, deştên pehn, çiya û daristanên berfireh, bo xwe veşartinê û xwedîkirina ajelan û .. hwd cihekî gelek baş e û demeke dirêje ev gund avedan e. herweha keleh û paşmayên kevin ên wek, "Qela Guwan, Wille Gewir, Qebre Begzade, Girde Xezîne, Asingiran, Eshab, Gird û Ziyaret, Bira Kujaw, Kepir Hakim û …" nîşan didin ku demeke dirêje jiyan li wê navçeyê û wî gundî heye.

Bajarê Merîwanê

Bajarê Merîwanê yek ji bajarên giring ên parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ku 125km`an dûrî navenda parêzgehê, wate bajarê Sine ye. Ev bajar li milê bakur digihêje Bane û Seqizê, li rojhilat digihêje bajarê Sine, li başûr digihêje Hewramanê û li rojava jî sînorê wê bi bajarê Pêncwên ê Başûrê Kurdistanê re heye.  

Merîwan xwedî xwezayeke balkêş û bedew e û di demsala buharê û bi taybet di meha Gulanê de bala piraniya xelkê navçeyên din dikişîne, çend cihên balkêş ên xwezayî, dîrokî û geştiyarî  li wî bajarî hene.

Gundên Merîwanê cihên herî balkêş in bo geştiyariyê. Bi taybet gundê "Nê" ku 5km`an dûrî  bajarê Merîwanê û gola Zirêbar ê ye. ( bi Kurdî piranî bi Zirêwar tê xwendin)

Gundê "Nê"

Gundê "Nê" yek ji gundên mezin ên parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ku 5km dikeve başûrê bajarê Merîwanê û gola Zirêwarê. Ev gund deriyê hatinûçûnê yê tevahiya gundên milê Begzade û Quntara Surênê ye.  Li wî gundî 900 mal hene û hejmara şêniyên wê 3000 kes in. 

Wî gundî xwezayeke balkêş û çend seyrangeh hene ku her sal hejmareke mezin a geştiyaran serdana wî gundî dikin.

Ji ber ku gelek bax li wî gundî hene, xelkê gund piranî Werzêrî, Baxdarî û Ajeldariyê dikin. Beşeke din ku erdê wan nine, karker an jî dikandar in an jî karên din dikin. Ji ber ku gund nêzî sînor e, karê ser sînor, kolberî û veguhestina kelûpelan jî li wî gundî tê kirin û beşeke xelkê jî wî karî dikin.

Li gor gotina xelkê navçeyê sê wateyên navê wî gundî hene ku "Yekem, Qamîş e. Duyem, Nê`ya Aş`e ku amûreke di nav Aş de ye. Sêyem; gotineke kevnar û dîrokî ye ku wateya gola xwînê ye".

Gundê "Nê" ji ber cihê xwe yê erdnîgarî yê giring û stratejîk, ji ber hebûna aveke zêde, deştên pehin, çiya û daristanên berfireh, bo xwe veşartinê û xwedîkirina ajelan û .. hwd cihekî gelek baş e û demeke dirêje ev gund avedan e. herweha keleh û paşmayên kevin ên wek, "Qela Guwan, Wille Gewir, Qebre Begzade, Girde Xezîne, Asingiran, Eshab, Gird û Ziyaret, Bira Kujaw, Kepir Hakim û …" nîşan didin ku demeke dirêje jiyan li wê navçeyê û wî gundî heye.

Gundê "Nê" bi dirêjahiya dîrokê, bi dehê caran hatiye şewitandin û xelkê wê çûne navçeyên pişta gund. Xelkê gund çûnê cihên wek; "Dê Kon, Bira Kujaw, Çawig û Eshab" ku li wan cihan heta niha jî paşmayên jiyanê tên dîtin. Herweha li gor belgeyên dîrokî, di naverasta serdema Qacar de xelkê "Nê" ji "Dê Kon"ê ve hatine ew cihê niha û tevî çend malbatên din ên koçerî careke din gund ji nû ve avakirine.

Wî gundî bi dirêjahiya dîrokê gelek zehmetî dîtine. Hêzên "Reza Şah" bo reforma hîcabê destpêkê çûne gundê "Nê", ji ber aloziyan jinek dimire û bi dehan malbatên din jî ber bi Başûrê Kurdistanê ve koç dikin.

Herweha destpêka şoreşa gelên Îranê, çend caran êrîşî ser gundê "Nê" hatiye kirin û gund hatiye topbarankirin.

Herwaha buhara sala 1367`an a Rojî (H-Ş) rejîma Beis a Iraqê gundê "Nê" kîmyabaran kir, bi sedan kes ji xelkê  gund şehîd û birîndar bûn.

Wî gundî di xebata gelê Kurd de roleke giring hebû, sala 1324`an a rojî (H-Ş) çend kes tevî Mihemed Xan Knîsanan bo piştgiriya ji Komara Kurdistanê çûne Mihabadê.

Xelkê "Nê" xwedî hesteke bilind a netewî ne, her sal bê ku guh bidin hikûmeta Îranê, helkeftên Newroz û 2`yê Rêbendanê birêve dibin. Newroza Nê ji ber awayê birêveçûna wê taybetmendiya xwe heye û li seranserê Kurdistanê bi nav û deng e.

Muzeya "Nê"

Li gundê "Nê" muzeyek heye ku bi sedan şûnwar û paşmayên kevin lê hatine komkirin û her roj bi sedan kes serdana wê dikin. "Fatih Erjengî" xwediyê mezeyê ye.

Erjengî derbarê vê muzeyê de dibêje;"Sala 75`an a rojî , li ser bingeha hez û fikra xwe ku gelek ji hunerê bi taybet xweşnivîsî, Wênekêşan û Helbestan hez dikir,  min hest kir ku giringe muzeya Anthropology li vir hebe. Çend sal derbas bûn, ez li kolanên gund û di bin kavilan de li pey paşmayî û şûnwarên jiyanê digeriyam ku nasnameya neteweya min nîşan bide. min tiştên ku di warê Anthropology de giring bûn li odeyeke mala xwe kom kirin. Min digot gelo wê rojek bê ku ev kelûpel bala xelkê bikşînin?".

Vê muzeyê çend beşên cuda hene wek; " Anthropology, Werzêrî, Cilûberg, Pottery (Sufal an fexfûr an jî qap û firax), peyker, kelûpelên Nêçîrê, Xûmre, Kevir û pêdiviyên kevin ên jiyanê". Nêzî 2500 perçeyên Anthropology yên taybet bi xelkê Kurdistanê li vê muzeyê hatine komkirin û dibe ev yekemîn muzeya gundan be ku ev taybetmendî hene.

Xwediyê vê muzeyê herweha dibêje" Serdana vê muzeyê bêbramber e û bi germî pêşwaziya wan kesan dike ku serdana wê dikin".  Her keresteyeke kevin û dîrokî ku xelk weke diyarî bidin, dê bibe sedema dewlemendkirina vê muzeyê.

KURDŞOP
621 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!