Parêzgeh û bajarê Duhokê li Başûrê Kurdistanê

Duhok bajarekî mezin ê Herêma Kurdistan a Iraqê ye û navenda parêzgeha Duhokê li navçeya Badînan hilkeftiye. Di sala 2021an a Zayînî de, her du bajarên Duhok û Gainesvill a Amerîkayê di merasîmekî de wekî bajarên destexwîşk hatin nasandin.

Parêzgeha Duhokê

Parêzgeha Duhokê yek ji parêzgehên Herêma Kurdistan a Iraqê ye û navenda vê bajêrê Duhokê ye. Parêzgeha Duhokê hemsînore li gel parêzgeha Hesîçe ya Sûriyê. Beriya sala 1969an Zayînî Duhok girêdayî parêzgeha Nînewa yê bû ku jê re parêzgeha Mûsilê dihat gotin. Nifûsa vê di serjimêriya sala 2018an a Zayînî de 1,292,535 mirov bûye.

Piraniya rûniştiyên Duhokê kurd in û kêmîneyên Ereb, Aşûrî û Ermenî hene. Komên olî yên sereke yên parêzgehê Îslam, Êzidî û Xiristiyan in.

Bendavên Duhok, Zawête, Sersing, Amêdî, Akrê, Zaxo û Solav ji girîngtirîn cihên parêzgeha Duhokê ne ku bala geştyaran dikşînin. Di Sibata 2011’an de piştî xebateke akademîk a mezin, Kelha Amêdiyê kete lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê.

Bajêrê Duhokê

Duhok bajareke mezin ê Herêma Kurdist ana Iraqê ye û navenda parêzgeha Duhokê li navçeya Badînan hilkeftiye. Xelkê wê bi kurdiya kurmancî diaxivin.

Duhok ji ber cihê xwe yê stratejîk di warê bazirganî de pêş ketiye û naha weke navendeke girîng a bazirganî ya Herêma Kurdistanê tê naskirin.

Derbarê navê Duhokê de nêrînên cuda hene, lê ya herî navdar ew e ku Duhok bi wateya “du çiya yan du hêkan” e.

Duhok xwediyê keşûheway çar demsalî ye, Havînên deryaya navîn germ û bê baran e û Zivistanan jî sar û pir baran e.

Duhok bi dîmenên xwe yên xwezayî yên balkêş tê naskirin û yek ji wan deverên herî balkêş e ku rûniştî û geştyar tê de dikarin hest bi çar demsalên salê bikin.

Ev bajêr xwediyê zêdetirî 42 kevneşopiyên weke Mizgefta Mezin, sûka kevn a li navenda bajêr, dêra Sant. It Ilaha, şikeftên Şaroxa, Helamat û Çarstûn ku cihekî dîrokî ye û eleqeyeke zêde ya geştiyariyê lê heye.

Dêra Mart It Ilaha ku yek ji seyrangehên Duhokê ye, dêreke Kildanî ye ku taybete bo peyrewên ola Mesîhiyên herêmê û li nêzîkî rêya sereke ya navbera Duhok û Zaxoyê hilkefiye. Dêr xwedan holeke mezine, dîzayîn û şêwaza mîmariya klasîke ku li ser mîmariya klasîk û li ser dîzayna Babiliya kevin hatiye avakirin. Dawiya binerdê bi qubeyekê dawî pêkahtiye û xaçeke mezin li serê vê ye û beşa hundirê dêrê bi çendîn wêne û nexşên cuda hatiye xemilandin.

Duhok bajareke dîrokî ye

Duhok xwedî mîratek kevnar e ku dîroka vê vedigere bo salên 681-705an berî Zayînê.

Li dirêjahiya dîrokê heya naha, Duhok xwediyê pêgeheke stratejîk a dîrokî û erdnîgarî bûye. Ya ku cihê balkişandinê ye ku Duhok rêyeke bazirganî ya di navbera Iraq, Tirkiye û Sûrîyê de ye û dergehek bûye bo Başûrê Kurdistanê ku ev yeka jî ji tomar û bermahîyên dîrokî yên li wî bajarî de tê dîtin.

Destpêka bajêr bo serdemê Kevir vedigere. Duhok bûye beşek ji Împeratoriya Aşûrî û paşê jî Împeratoriya Babilî. Piştî hilweşîna Babil, ew kete bin desthilatdariya Împaratoriya Hexamenîşiyan, paşê padîşahê Yewnanîstanê Eleksander III û paşê jî kete bin desthilatdariya Împaratoriya Romayê.

Duhok û Gainesville li Amerîkayê, destexwîşkên hevdu ne

Roja 09.03.2021ê, Duhok û Gainesville di merasîmekî de wek bajarên destexwîşk hatin naskirin.

Di merasîmê de Dr. Elî Teter Parêzgarê Duhokê û Şaredara Gainesville Lauren Poe di navbera her du bajaran de peymana destexwîşktiyê îmze kirin.

Di wê rojê de, Dr. Teter ji medyayên Başûrê Kurdistanê re derbarê vê peymanê de got: Destexwîşiktiya Duhokê li gel Gainesville bo bihêzkirina hevkarî û hemahengiyê di warên aborî, geştiyar, akademî, çand, çandinî, pîşesazî û gelek warên din de di navbera her du aliyan de ye.

Parêzgarê Duhokê ev yeka jî got: Zanîngeha Florîda zanîngeheka navûdeng e li Amerîkayê û em kêfxweşin ku zanîngehên Duhokê dikarin hevahengîya zanistî li gel wê zanîngehê pêk bînin û bi vî awayî em dikarin zêdetir sûd ji vê peymanê werbigirin.

Bajêrê Gainesville li Alachua County, Florida yê hilkeftiye. Di heman demê de, Zanîngeha Florida xwedan kampusa pêncemîn a herî mezin a zanîngehane li Amerîkayê.

Duhok xwediyê Xelata Aştiyê ya Cîhanê ye

Di sala 2019an de Duhokê xelata Aştiyê ya Bajarên Cîhanê li Afrîkaya Başûr wergirt.

Ev xelata han her sal ji bajarên aştiyê re tê dayîn, bi taybetî ev bajêrên ku li ser jiyana hevpar û aştiyê ne. Duhok jî xelata yekem, ji ber pêşwazîkirina bi hezaran penaberên Êzidî, Mesîhî û yên din ew xelat wergirt.

Duhok ji bilî vê ku bajarê bihevre jiyana ol û pêkhateyane, kariye bi hezaran penaberên Êzdî, Mesîhî, kurdên rojava û gelek pêkhateyên din li hundirî xwe de bihewîne.

KURDŞOP
645 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!