Kaniya şîfa û geştyariyê ya Kanî Grawan li Rojhilatê Kurdistanê

Kaniya Grawan weke yek ji cihên herî hêjayî dîtinê yê parêzgeha Urmiyê tê hesibandin. Ev kaniya xweşik 12 kîlometre ji bajarê Serdeştê yê ser bi parêzgeha Urmiyê dûre.

Şadî

Kurdshop – Kanîya Grawan yek ji kaniyên herî balkêşe ku ji dilê erdê de  dikele û li dora wê cihên balkêş yên bêhempa hene.  Girên kevirî yên kireç-pûk ku bi awayekî xwezayî li dora wê ava bûne, dîmeneke gelek xweşik û bedew ji wê herêmê re pêşkêş dike.Kaniya Grawan weke yek ji cihên herî hêjayî dîtinê yê parêzgeha Urmiyê tê hesibandin. Ev kaniya xweşik 12 kîlometre ji bajarê Serdeştê yê ser bi parêzgeha Urmiyê dûre.

Kaniya Grawan di heman demê de weke yek ji cihên herî xweşik yê bajarê Serdeştê jî tê dîtin û di 2 kîlometrî ya bajarê Rebet û nêzîk gundekî bi navê Kanî Gûzê de cîh digre.

Danasîna kaniya Grawan

Kaniya Grawan ku yek ji cihên herî xweşik, bedew û xwezayî ya parêzgeha Urmiyê ye, salane mêvandariya hejmareke zêde ya geştiyaran  ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê dike.

Ava sar ya wê kaniyê, ji ber ku şore, nayê vexwarin. Ji ber madenên di kaniyê de bi demêre avahiyek ji kevirên pûk yên rengîn li dora xwe çêkiriye ku xweşikbûneke cuda li wê kaniyê zêde kiriye. Wekî din hevbandoriyên kîmyewî yên ava kaniyê bûye sedem ku bilindahiya vê çêkerê her sal zêde bibe. Di demsala zivistanê de ku avahiya pûk cemed digre, ava kaniyê ji ber hebûna xwê herikîna xwe didomîne.

Sedema navê vê kaniyê nayê zanîn. Lê gelek ji şêniyên wê herêmê navê wê weke têgîneke kurdî şîrove dikin. Ango Grawan bi kurdî tê wateya ava hişk û giran. Dibe ku ji ber hebûna xwê  ya di kaniyê de jî ev nav jêre tê gotin.

Taybetmendiyên kaniya Grawan

Ji ber ku kanî di warê hebûna mineralan de dewlemende,  xwedî gelek taybetmendiyên dermaniye û ji ber wê jî di gelek pêkanînên  kozmetîkî û çerm de dikare were  bikar anîn. Di rastiyê de, navdariya sereke ya kaniya Grawan a mîneral, ji ber ava wê ya kelandiye, ku xwedî taybetmendiyên bikêrhatîye û di pêvajoyên bîyofîzyolojîk de tê bikar anîn.

Hebûna maden û madeyên xwezayî yên di ava kaniya Grawan de bûye sedem ku geştiyariya tendurustiyê li herêmê zêde bibe û her sal gelek geştiyar ji bo derman kirina nexweşiyên weke nexwaşiyên çerm, êşa hestiyan, romatîzma û êşên masûlkeyan, berê xwe didin bajarê serdeştê û gundê Kanî Gûzê.

Piştî ku ev av li ser rûyê erdê diherike, bi demêre girseyeke bi şêwazeke kovik ya balkêş pêk tîne û girekî rengîn çêdike. Hebûna wî girî jî di nava xwezaya şîn ya wê herêmê de dîmeneke bê hempa ava kiriye. Herwaha ev avahiya ku kanî di nava wê de dikele, bi qasî 20 metreyan bilinde.

Çemê ku di ber vê avahiya xwezayî re debas dibe, çemê  Hurmuzabadê ye. Ev çem di demsala baharê de tîjî av dibe, hawirdora derdorê av dide û bi deştên tîjî kulîlk dîmeneke xweşik û kesk bi xwe re di xuliqîne. Herwaha ava ku ji kaniyê derdikeve jî diherike çemê Zap ango Zêyê biçûk.

Li derdora kaniya Grawan ti cihekî ku geştiyar bikaribin lê bimînin tineye, ji ber wê jî kesên ku serdana kaniyê dikin li bajarê Serdeştê dimînin; ji ber ku bajarê Serdeştê 12 kîlometreyan ji kaniyê dûre.

Lûtkeya bedewiya wê herêmê di demsalên bihar û havînê de ye, ku bi çemên pir av, dîmenên kesk û hewaya xwe ya xweş nîşan dide. Bi hatina payîz û destpêka zivistanê re, kanî û xwezaya derdora wê hêjî xweşikiya xwe dide nîşandan û di wan demsalan de cemed girtin û spî bûna wî girê pûk jî dîmeneke bê hempa û balkêş pêşkêşî geştiyar û xwezahezan dike.

KURDŞOP
679 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!