Keleha dîrokî ya Hewlêrê, yek ji cîhên herî kevin ê jiyana mirov

Keleha Hewlêrê wek yek ji kevintirîn kelehên Kurdistanê û ya cîhanê jî tê naskirin. Li gorî çavkaniyên dîrokî, dîroka vê kelehê wedigere bo Hezar salan berê Zayînê, ev keleha han li serdemê Sumeriyan de jêra gotine “Arbaillo", wate “Çar xwedayan”, ji ber ku cihê perestgehê bûye û her weha peykera Xwedavendekê di hundirî wê de hebûye.

Bajêrê Hewlêrê

Hewlêr bajêreke kevin û mezin ê Başûrê Kurdistanê ye û navenda parêzgeha Hewlêrê û paytexta Herêma Kurdistanê ye. Bajêrê Hewlêr yek ji kevintirîn bajêrên Kurdistanê û heta cîhanê jî tê hesibandin ku dîroka avakirina wê wedigere bo 6 Hezar salan berê Zayînê.

Hilkeftiya bajêrê Hewlêrê pir girîng û stratîjîk e û dikeve kêlega çiyayên Zagrosê û li deştayiyê hilkeftiye. Ev bajêrê han di navbera Zêy mezin û Zêy biçûk hilkeftiye, her weha dikeve nîveka Başûrê Kurdistanê.

Hewlêr bajêreke gelek kevin e û eger li gorî ku behskirinan be, dîroka niştecihbûna li hundirî de, bo nêzîkî 6 Hezara salan berê Zayînê wedigere; Û ev yeka jî bi lêkolînên li bara Keleha Hewlêrê û şikefta Şanederê derkevtiye.

Keleha Hewlêrê û hilkeft û pêkhatiya wê

Keleha dîrokî ya Hewlêrê dikeve navenda bajêrê Hewlêrê. Girekî dorvegera pan e û rûbera wê 102.190 metre çargoşeye û 415 metran li asta deryayê bilind e û 26 metran li asta bajêrê Hewlêrê bilind e û avahiyeke ku li heriyê hatiye avakirin.

Derbarê vê kelehê de pir lêkolîn hatine encam dan û bi dehan asewarên dîrokî di hundirî wê de hatine dîtin û ew jî waha ne: kelûpel û parçên heriyê û peykerên canliberan û kincên cuda. Keleha han li toreke aloz û kolanên teng û zirav yên rêpeyayan pêk hatiye, her weha li hundirî avahiya kultûrî heye ku xwediyê hewşên vekirî ne. keleha Dîwexan, tekiye, avahiya kultûrî, balexaneya giştî, jora serşoyê, mizgeft û avahiyên mezin hene; Her weha xwediyê sê kolanên firehe ku navên van wiha ne “Sera, Tekiye û Topxane”.

Yek ji teybetmendiyên bi heybet yên vê kelehê dîwarê vê ye ku ji aliyê qahîmbûnê ve pir biquwet û bihêz e. Ev dîwarê han, bi awayeke dorhêl dora kelehê dorpêç kiriye û dîmenek ciwan daye bajêr jî û her sal bi hezaran geştyar serdana wir dikin û vebîranînên xwe cem vê tomar dikin.

Keleha Hewlêrê li berê de xwediyê du deriyên sereke bûye ku ev in, deriyê mezin ê başûr û deriyê mezin ê bakur.

Ev keleha dîrokî di sala 2005an de ji aliyê Saziya UNESCO ve wek yek ji girtîngirtîn ji 100 şûnerwarên cîhanê hatiye destnîşankirin ku hewce ye wek kultûreke mirovahiyê bê parastin.

Dîroka Keleha Hewlêrê

Li gorî datayên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li sala 1995an, keleha Hewlêrê Hezar û 632 mirovî li hundir rûniştine û 247 avahî jî li hundirê kelheyê de hebûne, lê piştî sala 2003an hatiye valakirin da ku nasnameya xwe wek şûnwareke dîrokî li cîhanê winda neke.

Keleha Hewlêrê yek ji kevintirîn kelehên Kurdistan û heta cîhanê jî tê naskirin. Dîroka keleha Hewlêrê pir zelal nine, lê hinek ji çavkaniyên dîrokî, dîroka wê wedigerînin bo serdema Aşûriyan û hezaran sal berê Zayînê û behs li vê yekê dikin ku ev keleha han ji aliyê Cihûyan û Aşûriyan ve hatiye avakirin.

Hinek vebîranîn hene û dibêjin ku, keleha Hewlêrê ji ya naha bilindtir bûye, lê di sala 216an a Zayînî de împaratoriya Omaniyan (Kirakla) di dema êrîşkirin bo ser Tîsfon, li Hewlêrê derbas bûye û girê kelehê rûxandiye ku goristana Paşayê Firosiyan bûye û hestiyên mirovan derxistine.

Keleha Hewlêrê di serdemên Sumeriyan, Aşûriyan, Moxolan, Kirîstiyan û Osmaniyan de derbas bûye û her ji destpêka avabûnê ve, perestgeha cuda yên Cihûyan, Mesîhiyan û Misilmanan di hundirê kelhê de hatiye avakirin. Her weha ev keleha han li serdemê Sumeriyan de jê ra gotine, "Arbaillo", ku tê wateya "çar xwedavendan", ji ber ku cihê perestgeha xwedavendan bûye.

Di sala 1190ê Zayînî de Sultan Muzeferedîn bû mîrê Hewlêrê û di heyama 42 salên desthilatdariya wî de Hewlêr gelek pêş ket û di vê heyamê de beşa jêrîn a Hewlêrê (derveyî kelehê) hat avakirin. Li gorî nexşeyek 1233an a Zayînî, du xwendingeh, du mizgeft, bazarek Qeyserî û beşek ji kolana Xaneqa li binê kelehê hebûn, ku hemû bi awayê dorhêlê hatiye dorpêç kirin ku rûbera vê sê km çargoşe bûye.

NASA keleha Hewlêrê weke kevintirîn wargeha mirovan a li ser rûyê erdê dide naskirin.

Di sala 2019an de NASA ya Amerîkayê li ser rûpela xwe ya facebookê li ser Keleha Hewlêrê gotarek bi sernavê “Dîroka li ser girekî” belav kiribû û ragihandibû: Keleha Hewlêrê şaristaniyeke kevnar û pêşketî ya Mezopotamyayê ye.

"NASAyê nivîsîbû ku: Cengîz Xan ji bo textê împaratoriya xwe xaka herî mezin avakir, Osmaniyan bo heyama 600 salan axa Ewrupa û Asyayê ket bin destê van, her împaratorek bi xaleke hevpar di gel yê dû xwe re hebûye, her hemûyan di perçe xakeke dorhêl de desthilatdarî kirine ku naha keleha Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê ye.

NASAyê îşaret bi vê yekê kiribû ku keleha Hewlêrê kevintirîn cihê rûniştina mirovan e ku dîroka wê wedigere bo 6 Hezar salan berê naha.

Hêjayê behskirinê ye ku ew wêneyê ku NASAyê daniye, dîroka vê bo 20ê Mijdara  sala 2018an wedigere. NASAyê xerîteya Hewlêrê bi çerxa Ereban dide ber hev û dibêje: “Renge mirovên berî serdemê avakirina çerxê jî her li Hewlêrê jiya bin.”

KURDŞOP
725 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!