Bajarê Pîranşar an jî Xanê li Rojhilatê Kurdistanê

Lêkolîn nîşan didin ku bajarê Pîranşarê xwediyê dîrokek bajarvanî ya 8 Hezar salî ye û “Xanê” navê rastî yê bajêr e. Jacques Demorgan Fransî ku di sala 1897an de li Îranê bûye, vê yekê piştrast dike.

Erdnîgariya Xanê

Bajarê Pîranşarê an Xanê, li başûrê rojavayê parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê hilkeftiye û beşeke ji herêma Mukriyanê ye.

Ev bajêrê han 47 kîlometran li bajêrê Şino, 47 kîlometran li bajêrê Nexede, 95 kîlometran li bajêrê Serdeşt û 75 kîlometran li bajêrê Mehabadê dûr e û ji aliyê rojava ve jî li gel Başûrê Kurdistanê hev sînor e.

Bajêrê Pîranşarê li herêmek daristanî hilkeftiye û her çiqas ber bi aliyê rojava ve dimeşî, bilindahiya vê zêde dibe. Çiyayên Qendîlê (3578 metre) Hacî Birahîm (3550 metre) û Çil Bizine (3226 metr e) ku bilinditirîn çiyayên vî bajarî ne.

Cihên daristanî yên bajêrê Pîranşarê, li çemê her timî û pir av çavkanî werdigrin û çemên weke Sêluy, çemê Lavên, çemê Badînavê û Gede tevlî hev du dibin û çemê navdar yê Zêya biçûk pêk tînin ku piştî derbasbûna bo navçeya Mîrava û Serdeştê, ber bi Başûrê Kurdistanê ve diherike û wir jî tevlî avbenda Dukanê dibe.

Ji ber sirûşta bajêrê Pîranşarê û daristanîbûna navçê û rola çiyayan di pêk anîna keviran de, ev bajêrê han xwediyê kanzayên dewlemend yê keviran e, ku zêdetir ji sedî 80 kanzayên parêzgeha Urmiyê li Pîranşarê ne. Ev bajêrê han bi sedema hebûna 65 kaniyên “Giranîtê” û berhemanîna salane 300 ton kevirê Giranîtê, yek ji navçên herî girîng yê Kurdistan û Îranê ye ji aliyê berhemanîna vî kevirî ve.

Ev bajêra xwediyê dehan seyrangeh û cihên geştyariyê ye û bi sedema sirûşta taybet a wê, her sal li Îran, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelek geştyar serdana wir dikin.

Xanê bajarekî dîrokiye

Li navça Pîranşarê, 113 girên dîrokî ji aliyê karnasên nûnerên mîrata vî bajarî ve hatine naskirin û tomarkirin ku nîşana dîrokîbûna nave wê û pêkhatin û hebûna şaristaniyeke bihêz û zelal e, mîna şaristaniyeta Mannayî, Urartu, Mad, Zamiva û Îslamê.

Her weha hinek gir hene ku bi hebûna asewarên dîrokî yên zêde dibin cihê serdana alîgirên dîrokê û çanda vê navçê ku dikarin îşare bi van cihan bikin: Keleha Şînavê (Hezareya yekem a berî Zayînê) Keleha Mutavê (2500 salan berî Zayînê) Keleha Şayî (1500 heya 2500 salan berî Zayînê), Keleha Celidiyan (5000 heya 5500 salan berî Zayînê), Keleha Peswê (berî dîrokê), kevirê nivîsandî yê Kevirê mafwre ( Gundê Likibin), Daşan Keleh (2000 heya 3500 salan berî Zayînê), gireke Girdaşevan û goristana Zergetenê.

Hêjayê gotinê ye ku gelek cihên dîrokî di vê navçê de hene, lê bi sedema xemsarî û kar nekirina li ser van, bê nav û nenaskirî mane.

Her weha bajêrê “Konelacan”, ji bajarên herî dîrokî yê bajarê Pîranşarê ye. Dîroka Konelacan wedigere bo berî Îslamê û serdema Sasaniyan. Hinek ji asewarên ku li Konelacanê hatine dîtin li muzexaneya Urmiyê de tên parastin. Ev asewarên han pêwendîdar in bi serdemê Sasaniyan û çendîn pirtûk jî li asta navneteweyî de li ser van hatine nivîsîn.

Navê vî bajarî ji “Xanê” bo Pîranşarê

Lêkolînên di vê derbarê de nîşan didin ku bajarê Pîranşarê 8 Hezar sal dîroka bajarvaniyê heye û her weha “Xanê” navê rastîn yê vî bajarî ye. “Jacques Demorgan” gerîdokê Fransî ku li sala 1897an a Zayînî li Îranê bûye, ev mijara piştrast kiriye.

Xanê li rîşa xan hatiye wergirtin. Di ferhenga Moeyn ji “Xanê, Sera, Karwansera û desthilatdaran” pênase wergirtiye. Ferhenga Emîdî jî “Xan” li dûkan, meyxane û karvansera, serok û mîr pênase wergiritiye.

Mamosta Hejar jî li henbaneborîneya ku li sala 69an a Rojî de çap kiriye, li pêşiya Xanê nivîsiye: Bajareke li Kurdistanê, piştre “Xan” bi naz navê desthilatdaran û karvansera pênase dike.

Sala 1315an a Rojî (li serdemê hikûmeta Riza Şah de) li ser pêşniyara Seîdî Nefîsî, navê vî bajarî guhertine bi “Pîranşarê”. Sedema bi nav kirina vî bajarî bi vî navî ji aliyê desthilata wê demê ya Îranê û Seîdî Nefîsî ve, Pîranê Şahnameya Ferdews bûye ku li Şahnameya Ferdews de wek fermander û spehbodekî jîr û jêhatî dilîze.

KURDŞOP
753 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!