Erdnîgariya Başûrê Kurdistanê, di çend çavkaniyên dîrokî yên cuda de

Bi balkişandin li ser vê yekê ku hikûmeta desthilatdaran li Iraqê heya beriya rûxana rejîma Beis, navçên Kurdistanî tenê di sê parêzgehên weke Silamênî, Hewlêr û Duhokê dihatin sînordarkirin û li gor rêkeftinnameya yekalî ya sala 1974`an, çarçoveya Kurdistanê di bin desthilata Iraqiyan de bi van her sê parêzgehan dihat binavkirin û dihat sînordarkirin jî, lewma texmînkirina hûr a rûbera Başûrê Kurdistanê zehmet e. di vê nivîsê de û li vê mijarê de behsa çend dîtingehên cuda dikin.

Roj Qadirî

Başûrê Kurdistanê

Bi giştî dema em li ser erdnîgariya Iraqê behsa Kurdistanê dikin, weke Başûrê Kurdistanê tê bi navkirin, lê di heqîqetê de, ev parça Kurdistanê xwediyê cihekî navendî ye û bi rastî jî cihê pêwendiya navbera Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ye. Ev parça Kurdistanê ji aliyê samanên xwezayî û binerd ve gelek dewlemend e.

Çiya û girê herî bilind ê vê herêmê “Hesarost” e, ku dikeve rêzeçiyayên daristanên Helgurdê yên li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. Ev gir 3727 metran ji asta deryayê bilind e. Ji aliyek din ve, rêze çiyayekî nizim û bê dar bi navê “Cebel El-Hemrîn” sînorê xwezayî di navbera navendên Kurd û Ereban de pêk tîne.

Av û hewaya Başûrê Kurdistanê cur bi cur e, li herêmên başûr û bakurê Herêmê germahî û barîna baranê pir cuda ye. Çavkaniya herî girîng a Herêmê barana hewayê şilî ya rojava ye, ku li demsalên weke Payîz, Zivistan û Biharê de şilahiya Behra Spî bi xwe re tîne.

Demsala Zivistanê li Kurdistanê demsala herî baranî ye û demsala herî zuha jî demsala Havînê ye. Li Başûrê Kurdistanê rêjeya baran barînê 600 mm e.

Rûbera Herêma Başûrê Kurdistanê 

Bi giştî guhertinên piştî lihevkirina 11ê Adara 1970î, parvekirina Iraqê li hin yekeyan de pêk hat û Iraq bû 16 parêzgeh, ku çar ji wan parêzgehan bi tevahî li nav xaka Kurdistanê bûn: Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Kerkûk.

Bi balkişandin li ser vê yekê ku hikûmeta desthilatdaran li Iraqê heya beriya hilweşîna rejîma Beis, navçên Kurdistanî tenê di sê parêzgehên weke Silamên, Hewlêr û Duhok dihatin sînordarkirin û li gor rêkeftinameya yekalî ya sala 1974`an, çarçoveya Kurdistanê di bin desthilata Iraqiyan de bi van her sê parêzgehan dihat bi navkirin û dihat sînordarkirin, lewma texmînkirina hûr a rûbera Başûrê Kurdistanê zehmet e. Di vê nivîsê de û li vê mijarê de behsa çend dîtingehên cuda dikin.

Ensîklopediya Îslamê ku yek ji girîngtirîn çavkaniyên rojhilatnasiyê ye, Başûrê Kurdistanê wiha pênase dike: Li Iraqê bajarên kurdan ji Duhok, Zaxo, Mizûrî, Cîz, Amêdî, Akrê, Şengal, Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî, Diyale, Xaneqîn û Mendelî ne.

 “Edmonds” derbarê sînorê Başûrê Kurdistanê li beşa başûr de gotiye: Sînorê Başûrê Kurdistanê bi dirêjahiya dawiya daristanan heta beravên rûbara Dîcle ye û piştre bi îşarekirin bi bestêna rûbarê heta çiyayê Hemrîn û wir jî heta xala sifir a sînorê Iraq û Îranê li nizîkî Mendelî ye.

“Minorsky” di wê baweriyê de ye ku sînorê Başûrê Kurdistanê heta Bakurê deşta Mezopotamyayê hatiye xêzkirin. “Likhoten” di wê baweriyê de ye ku Kurd li deverên çolê dijîn û Iraqî jî li deştên her du rûbarên Dîcle û Firatê dijîn.

Di vê navberê de, “Debilyû. Arhî” gotiye: Bi giştî hemû erdên rojhilatê Dîcle, bakurê hêla Mendelî û qata tehliyekirinê ya rûbara Zap a biçûk, navendên Kurdan in, lewma du deverên girîng li başûrê Zap a biçûk Kerkûk û Silêmanî ne.

Başurê Kurdistanê rûbera wê nêzîkî 85 hezar kîlometran çargoşe ye û 37 bajarokan li van parêzgehan dihewîne:

1- Parêzgeha Duhokê: Duhok, Amêdî, Zaxo û Sêmêlê.   

2- Parêzgeha Hewlêrê: Hewlêr, Mexmûr, Koye, Rewandiz, Şeqlawa û Çoman.

3- Parêzgeha Silêmaniyê: Silêmanî, Pênciwên, Şarbajêr, Pişder, Ranya, Derbendîxan, Çemçemal û Kelar. 

4- Parêzgeha Helebce 

5-Parêzgeha Kerkûkê: Kerkûk, Hewîce û Dubiz.                                     

6-Parêzgeha Selahedîn: Li vê parêzgehê bajarê Tûzxurmatû girêdayî Kurdistanê ye  

7-Parêzgeha Mûsilê: Mûsil, Hemdaniye, Telkîf, Şengal, Şêxan, Akre û Telafer.

8- Parêzgeha Diyale: Xaneqîn, Mendelî, Şareban û Kifrî.    

9-Parêzgeha Wait: Li vê parêzgehê bajarê Bedra girêdayî Kurdistanê ye

Rûbera Başûrê Herêma Kurdistanê 78 Hezar û 736 kîlometran çargoşe ye, ku ji sedî 18ê xaka Iraqê ye

KURDŞOP
976 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!