Kurdên Xorasanê û Kurdistanekî dûrdest

Li serdemê desthilatdariya Sefewiyan de, ku nizama hikûmeta Îranê li gor mîrinişînî û eyaletî birêve diçû, her yek ji eyaletan mîrên xwe û bi desthilateke destnîşan kirî û çek û cebelxaneyên taybet bi xwe hebûye.

Li serdemê desthilatdariya Sefewiyan de, ku nizama hikûmeta Îranê li gor mîrinişînî û eyaletî birêve diçû, her yek ji eyaletan mîrên xwe û bi desthilateke destnîşan kirî û çek û cebelxaneyên taybet bi xwe hebûye. Di vê navberê de Rojhilatê Kurdistanê ji girîngtirîn û aloztirîn navçan bûye bo desthilata Sefewiyan. Yekem ev yeka ye ku ev cografiyaya bi Kurdistanê naskirî bû û li sînorên çemê Eresê destpê dikir heta xwarê Loristana naha dirêjahiya wê hebûye. Navçên Xoy, Selams, Urmiye, Mukriyan, Sindûs, Bane, Erdelan, Kirmaşan, Îlam û Lora xwarê, tevahî bi xaka Kurdistanê naskirî bûye û her yek ji wan jî mîrinişîniya xwe hebûye.

Xuya ye ku vê cografiya pan û berfireh, mestirsî bo ser hakimên Sefewiyan çê kiriye.  Ji aliyek din ve jî, Kurdên bakûrê Rojhilatê Kurdistanê wate navçên weke Urmiye, Selmas û Xoyî, bi sebeba hev sînorî bûna wan bi hev re di gel împratoriya Osmanî û bi taybet piştî şerê Çaldiranê bihêz bibûn û dewleta Sefewî ji yekbûna van ditirsiya. Ji aliyek din ve bakûrê Rojhilatê Îranê rastî êrîşên êrîşkeran yên vê navçê hatibû, bo mînak hêzên Ozbek, Moxûl û Tirkmenan. Şah Ebasê Sefewî bi her du mebestan wate hem bi mebesta lawazkirina Kurdan li navçên weke Urmiye û Selmasê û hem jî bi mebesta berxwedanîkirin li hember êrîşên Ozbek, Moxûl û Tirkmenan wate hêzên êrîşker yên bakûrê Rojhilatê Îranê, hejmarek pir li Kurdên navçên Urmiye û derdora wî bajêrî neçarî terkandina cih û warê xwe kiribûn û hem di şerê di gel van hêz û eşîran de ji kêrhatîbûna wan sûdê jê werbigir e.

Piştî vê terkandinê, van eşîran bi awayekî mayînde li wir bi cih bûne û piştî derbasbûna çendîn salan mezhebê xwe ji Sunî ve veguharitin ser mesebê Şîeyan, lê ji wê demê ve heta naha ku ziman bingeha nasnameya neteweyî ye di nav wan de hatiye parastin û wan ev urf û çanda xwe ya kurdî parastin e. Naha ev navçe bi navê “Kurdxane” an jî “Xorasana Kurdî” tê naskirin. Nifûsa Kurdên bakûrê Xorasanê du milyon e.

Çend delîlên dîrokî hene ku berevanî ji hebûna kurdan li herêmê ji demên kevnar ve piştrast dikin. Hin belge diyar dikin ku Kurd beriya koçkirina bi darê zorê ya Sefewiyan li wir bûn. Wek mînak, helbestvanê Ereb ê navdar ê sedsalên duyem û sêyem Koçî, “De'belî Xuzay’”, ku ji vê deverê re derbas bûye, behsa vê yekê dike ku navborî di wê deverê de rastî Kurdên Elewî hatiye.

Her weha “Teymûrê Leng” di pirtûka xwe ya bi navê “Ez Tîmûrê Fetihkarê Dinyayê me” de dinivîse ku li ser rêya Quçanê, ku yek ji bajarên mezin ên Xorasanê ye, rastî hin mirovan hatim ku gotine em Kurd in. Her weha “Roy Gonzales Clavijo” nivîskar û geştyarê navdar yê Îspanî ye ku “Hanry ê sêyem” paşayê “Castile” wekî balyoz şandiye derbarê paşayên “Gourkani” behsa Kurdên Xorasanê dike

.

Kurdistana Xorasanê, ku li bakurê Xorasana Îranê ye, ji 22 eşîr û tayfên girîng pêk hatiye. Û bajarên girêdayî wê “Çemê Etrek” yên wek Quçan, Farûc, Şîrvan, Bojnûrd, Aşxane û … hwd kurdên kurmanc in. Eşîrên Kurd jî li navçên din ên Xorasanê yên weke Deregez, Isferîn, Kelat û Çenaranê dijîn, lê li gorî agahî û serjimêriyên fermî, herî zêde Kurd li bajarên Bocnûrd, Quçan, Şîrwan, Farûc, Îsferîn û Deregezê dijîn.

Piştî parvebûna Xorasanê li ser sê parêzgehan, naha Kurd zêdetir li du parêzgehên Xorasana Bakur û Xorasana Rezewî de dijîn. Herçend amarên Îranê yên li ser rûniştiyên Kurdan ne cihê baweriyê ne, lê li gor van amaran zêdetir ji sedî 50 xelkê parêzgeha Xorasana Bakûr û ji sedî 10 Xorasana Rezewî kurd in û bajarekî mezin wek Meşhedê bi dehan hezar kurdên kurmanc lê dijîn.

Eşîrên kurdên Xorasanê yên naskirî wekî Muradxanî, Tûpî, Amarlû, Zeferanlû, Tupkanlû, Melekşahî, Zengene, Quçan, Radkan, Tîtkanlû û Erdelan in. Weke ku em dibînin heta naha jî navên gelek ji van eşîran li navçên Rojhilatê Kurdistanê hene.

Yek ji girîngtirîn edet û merasîmên kurdên kurmanc yên Xorasanê ku ji demên kevnar ve maye û heta naha jî reng û hebûneke netewî ji xwe girtiye û wan ji hemû neteweyên din yên herêmê cuda dike, merasîma dawet û dîlanê ye. Di van merasîman de jin û zilam, hem kincên taybet ên kurdî li xwe dikin û hem jî dawet û reşbelek tê lidarxistin û muzîka taybet a dawetê tê lêxistin. Di van salên dawî de ev hilkeftên han ji ber ku kurdên li wir zêdetir nêzîkî nasnameya xwe ya kevnar bûne, rengê dilovaniyê ji xwe girtine û heta şahî û dawetên wan jî sê şev û sê rojan berdewam dikin.

Taybetmendiyeke din a herî xurt a çandî ya kurdên Xorasanê muzîka wan a dewlemend e ku xwediyê şêwaza van bixwe ye. Ev muzîk li seranserê Îranê bi navê muzîka kurmancî tê naskirin. Heta stranbêjê navdarê Îranî “Mihemed Riza Şeceriyan” albûmek li ser rîtm û mûzîka wan tomar kiriye û mûzîkjenên kurd ên Xorasanê jê re li enstrûmanên xwe lêxistine.

Muzîk li seranserê Xorasanê populer e. Yanî ji Tirkmenên Gunbed Kawûs heta herêmên Bacgîran, Şîrawan û Deregezê. Muzîka Kurdî ya Xorasanê du şax e. Şaxek muzîka mîstîk (Îrfanî) ye û şaxek muzîka mîzahî ye ku bi dîlanên taybet ve girêdayî ye. Li gorî lêkolînerên warê muzîkê dibêjin, muzîka navça Xorasanê ji vê berfirehtir e ku çar aliyên wê yên cuda hene:

Beşek jî muzîka olî ye ku ji bo hilkeftên olî tê lêxistin. Û beşek ji muzîka berevanî û hemaseyî ye ku di dema şer û berxwedaniyê de tê lêxistin. Beşek ji muzîkê şadî ku ji bo kom û civînên şahiyan e û beşa din jî muzîka şînê ye ku di demên xemgîniyê de tê bikar anîn.

 Ew amûrên herî populer ên li wir Dûtar, Kemançe û Tembûr, Bilûr, Kerana, Zurne û Dûzel e ne.

Hêjayî gotinê ye ku di sê dehikên derbasbûyî de vejîneke watedar û cihê hêviyê ye li warê dîrokî û wêjeyî de ku di nav kurdên Xorasanê de dest pê kiriye. Li wir bi dehan pirtûk, helbest, çîrok û dîrok tên belavkirin û muzîka kurmancî jî pile û pêgehek bilind û hêjayê bal kişandinê bidest xistiye.

KURDŞOP
940 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!