Gola Urmiyê û metirsiyên li ser wê golê

Gola Umriyê ku ev bi salan e, hem bi mebesta geştyarî û hem çareseriyên bîjişkî û dermanî pêşwazî ji gelek geştyaran dikir û naha bi sebeba xemsarî û nebûna siyaseta guncaw a jîngehê, bûye metirsiyek mezin li ser canê mirovan û li ber egera jinavçûnê de ye, xelkek zêde dimirin an rastî astengiyan an jî koçkirina bi neçar dibin.

Roj Qadirî

Gola Urmiyê

Gola Urmiyê dikeve bakurê rojavayê Îranê û di navbera parêzgeha Azerbaycana Rojhilat û parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê de ye. Ev gola di dirêjahiya dîroka cîhanê de tijî av bûye û heta çend salan berê pêşwazî ji mêhvan û geştiyaran dikir û wek sembola herêmê naskiriye.

Gola Urmiyê ku duyemîn gola ava şor a cîhanê ye û mezintirîn gola navxwe ya Îranê ye û pêş hişkbûnê mezintirîn gola hertimî ya Kurdistana mezin û mezintirîn gola Rojhilata Navîn û cihê jiyan û koça demsalî ya dehan û sedan core baskdaran û canliberan bûye. Mixabin ev gola çend sal e ku ber bi hişkbûnê ve ye û bûye şorekat û çolistaneke bê av û her weha bûye metirsiyek mezin a jîngehê ku canê mirov û canliberên navçê xistiye mestirsiyê de.  

Lê, çi tiştekê wisa kiriye ku gola Urmiye ber bi hişkbûnê ve here?

Di navbera salên dehikên 80`î Rojî de, ev gola han ber bi hişkbûnê ve pêngav avêtiye û heta naha jî di bin metirsiya jinavçûnê de ye, ji sala 2015an a Zayînî de li gor lêkolînek ji rêya Heyvê re destpê kiriye ku ji sedî 88 panahiya xwe jidest daye û astek pir kêm  a avê tenê li bakûrê golê de dihat dîtin.

Karnasên warê jîngeh û jîngevaniyê, sedema hişkbûna gola Urmiyê bi van xalên han ve girê didin.

1. Sedema hişkesalî ku li gor lêkolînan tenê ji sedî 5 bûye sedema hişkbûnê.

2. Sedema mirovî ku xalên han li xwe digire:

* Kolîna bêsînor û zêdetir ji 70 bendavên mezin û biçûk li ser çavkaniyên sereke yên van avên ku diherikin nav gola Urmiyê de, bi mebesta berfirehîdan bi sektora çandinî û ava vexwarinê ya bajaran û her weha hinceta tevlînebûna ava şîrîn û şor.

* Lêdana rêya mezin a di navbera bajarên weke Urmiye û Tewrêzê bi dirêjahiya 15 kîlometran û hêlana rêyeke yek kîlometrî bo hatin û çûna avê di navbera her du beşên jor û jêrê de.

*Sûdwergirtina bê sînor ji avên bin erd û kolîna bîrên kûr bi rêjeyek yekcar zêde û bi dirêjahiya hêla berava gola Urmiyê li bakûr heta başûrê vê golê bi mebesta berfirehî dan bi sektora çandiniyê û di dawiyê de hişkbûna tevahiya çavkaniyên avên bin erd an kêmbûna van bi rêjeyek xuya.

Çawan ku îşare pê hatiye kirin tenê ji sedî 5 sedema hişkbûna gola Urmiyê bo sirûşt û hişkesaliyê wedigere û ya din tenê bo siyasetên şaş û nebûna rêveberiya jîngehî û siyasetên neguncaw yên dewletê ku di heyama temenê Komara Îslamî de birêve dibe.

Hişkbûna gola Urmiyê metirsî û pir krîzî li ser mirov û erdnîgariya navçê diafirîne ku dikarin îşare bi bingehên jêr ve dikin:

1. Guherîna kêş û hewayê navçê ku keş û hewayeke navîngî ye bo cihê hewayê gerim û serhildana bav û bahozan ku dibe sedema guhertinan di demografiya jîngeha navçê bi panahiya zêdetir ji 500 kîlometran.

2. Zêdebûna nexweşiyên bi taybet curên penceşêr, nexweşiyên çerm, bi sedema hewayê qirêj û jehrî.

Valabûna gund û bajaran û koça bi neçarî zêdetir li 13 milyon xelkê rûniştiyên vê navçê bi sedema barîna xweyî û barana şor.

Gola Urmiyê hem bi mebesta geştyarî û hem çareseriyên bîjişkî û dermanî, û pêşwazîkirina li geştyareke zêde û naha jî bi sedema xemsarî û nebûna siyasetên guncaw yên jîngehê, bûye metirsiyeke mezin bo ser canê mirovan û li ber egera ji navçûnê de ye û xelkek zêde dimirin an rastî astengî û koça bi naçarî dibin û di dawiyê de dibe sedema koma arîşeyên siyasî û civakî û … hwd.

Her çend ku di heyama çar salên derbasbûyî de û di bin givaşên navend û saziyên jîngehî yên navxwe û heta derveyî Îranê û zeqbûna krîzên jîngehî, bi awayek cîhanî, Komara Îslamî bi neçarî hinek pêngavan bo kêmkirina ziraran û pêşîgirtin li hişkbûna yekcarî ya gola Urmiyê avêtiye, lê tenê pêşî ji kêmbûna zêde ya ava gola Urmiyê girtiye û krîzên sereke her di cihê xwe de mane.

Demekê ku behs ji nebûna siyasetên jîngehî û nebûna rêveberî û sûdwergirtin ji zanistê tê kirin, ya ku rêveberên Komara Îslamî hewl didin bi birêveberina pilanên seqet û nezanistî, krîza hişkbûna gola Urmiyê bi afrandina krîzeke din di navçê de çareser bikin!

Di heyama çend salên derbasbûyî de ku pirsa hişkbûna gola Urmiyê hatiye holê, hikûmetê çendîn plan bo veguhastina avê li cihên din bo gola Urmiyê darêjtiye ku piraniya wan negihîştin bi qonaxa cîhbicîh kirinê û hilweşiyan e. Tenê pirojeyek ku ev li ser xebitîn, veguhastina ava çemê Zê ya biçûk bû ku li Rojhilatê Kurdistanê û li bajarên weke Serdeşt û Pîranşarê hilkeftiye.

Hikûmet di vê navçê de bi lêdana 45 bendavên mezin û biçûk li ser rûbara Zê û çavkaniya sereke ya vê rûbarê û her weha lêdana tûnela veguhastina avê bi dirêjahiya zêdetir ji 40 kîlometran di bin erdê de, di helwa veguhastina avê ye bo gola Urmiyê.

Ev yeka di demekê de ye ku, jîngehparêz û xelkê bajarên Serdeşt û Pîranşar helwest girtin û dijberiya vê pirojeyê kirin û dengê nerazîbûna xwe gihandin bo navendên hikûmetê, lê mixabin ti bersivek wisa ji wan re nehat dan.

Veguhastina avê bi rêjeya 870 milyon metre sêcî di salê de dikare çendîn bandorên nerînî li ser jîngeha vê navçê hebe. Her weha lêdana vê rêjeya bendavan di erdnîgariyekî bi panahiya tenê 250 kîlometre çargoşe, dikare çendîn arîşe û zirarên din yên jîngehê biafirîne ku dikarin îşare bi yên han bikin:

1. Kêmbûn û daketina avên bin erd di navçeyên pişt hewzên bendavan de.

2. Bandorê li ser gusela erdhejê li Pîranşarê û egera çalakbûna vê guselê û rûdana karesatên mirovî.

3. Guhertina kêş û hewayê navçê bi sedema hebûna rêjeya xuya ya bendavan di erdnîgariyekî de bi panahiya kêm û di keş û hewayê sar û daristanî û navîngî bo keş û hewayê zêde gerim de.

4. Egera hezaz û şimitîna erdê bi sedema givaşên avên bin erdê taybet li deşta Lacan a li Pîranşarê.

KURDŞOP
745 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!