Jeopolîtîka
Gotina Jeopolîtîk cara ewil ji aliyê bîrmendê Swêdî bi nave "Rodolf Kîlên" di sala 1899ê de hate bikaranîn. Ev çemk jî weke çemkên din ên zanistên însanî gelek dikare bê guhertin, gelek pênaseyên cûda jêre hatine kirin lê nava hemûyan de "Erdnîgarî, hêz , siyaset û hevrikî" li ber çav in. beşek ji zanayan Jeopolîtîkê weke zanista gengeşekirina fakterên erdnîgariyê û biryarên siyasî didin zanîn.
Beşeke din jeopolîtîkê weke awayê xwendin û nivîsandina siyaseta navtewî ji aliyê desthilatdar, bîrmend û bandora wan li ser biryarên siyasî li ser astê neteweyî û navçeyî didin zanîn. Hin kesên din jeopolîtîkê weke bandora cîhana derdorê weke cihê cografî, şiklê erdê, çavkaniyên kêm wêne, xizmetguzariyên peywendî û henardekirinê, keresteya peywendiyên giştî.. hwd, li ser biryarên siyasî bi taybet li ser astê navçeyî û cîhanî didin zanîn.
Beşeke din a bîrmendan jeoplîtîkê bi çemk an gotineke ku ji çend tiştên cuda yên weke "Cografiya wate erdnîgarî, siyaset û hêz" pêkhatiye didin zanîn. Bi giştî her pênaseyek ku derbarê jeopolîtîkê de bê kirin, di vê zanistê de rola erdnîgariyê weke yek ji sedemên hevkêşeyên siyasî û hêzê tê berçav girtin.
Jeopolîtîka Kurdistanê
Ji ber ku dewlet û welatek li ser nexşeya cîhanê bi nave Kurdistanê nine, nirxandina jeopolîtîkî ya Kurdistanê ne pêkane, ji ber ku pêdivî bi parametre û zanyariyên hûr heye ku ew jî bidest nakevin.
Kurd take neteweye ku welatê wan di ware erdnîgariya siyasî de, di nav sînorê çar welatên navçeyê de cih girtiye. Beşeke Kurdistanê ketiye nava herdu welatên Sûriye û Iraqê ku weke beşek ji cîhana Erebî tê naskirin, beşeke Kurdistanê di bin destê Tirkiyê de ye ku endamê NATO ye, beşeke din di nav sînorê erdnîgariya Îranê de ye. Kurd herweha li Yekîtiya Sovyet a berê û Asya Navîn û Kafkasya, Ermenîstan, Azerbaycan û Gurcistanê dijîn. Ji ber wê yekê pirsa Kurd li ser astê cîhanê gelek aloz bûye. Rihê Jeopolîtîka Kurdistanê vedigere ser, serdema dabeşkirina Împratoriya Osmaniyan piştî şere yekem ê cîhanê, lê heta asteke mezin di bin bandora polîtîkaya berjewedîxwaz a Amerîka de ye li Rojhilata Navîn.
Asteng an jî berbestên Jeopolîtîkî yên Kurdistanê
1 - Continent an jî welateke ku dora wê hemi hişkaniyê û berav nîne
Eger Kurdistan bibe welatek, bêguman dê bibe welatek ku di nava hişkaniyê de asê maye û beravên wê nînin. Ji ber vê Kurdistan ku di nava hişkaniyê de ye û rasterast nakeve ser deryayê, pêdiviya wê bi cîranên bihêz hene, pêwîstiya wê heye ku xwe bigihîne beravên deryayan, ew yek jî Kurdistanê dixe bin bandora rasterast a welatên cîran ku ew yek dibe sedema lawazbûna Kurdistanê.
Eger em bi awayî realistic temaşeyî vê mijarê bikin ku "Kurdistan welateke Continent wate hişkanî be" dewletên cîran dema ku dujminatiya Kurdistanê bikin dikarin wê teslîm û lawaz bikin. Lê eger Kurdistan bibe welateke serbixwe û civaka navdewletî Kurdistanê weke welat qebûl bike wê demê yasayên navdewletî rê nadin ku cîranên Kurdistanê, bi dilê xwe givaşan bikin û Kurdistanê bixin bin bandora xwe.
2 - Belavbûna sîstema eşîretî û bandora wê li ser rewşa siyasî û Civakî ya Kurdistanê
Yek ji berbestên li ser riya xebata Kurdan bo bidestxistina mafên xwe di çarçoveya xweseriyê "Xudmuxtariyê" federalîzim û serxwebûnê de, pirsgirêka eşîran, bi taybet pirsgirêkên di navbera serokê eşîrên Kurdan de bûye. Ev pirsgirêk bûne sedem ku proseya avakirina neteweyî û nasyonalîzmê hêdî pêş bikeve.
Zehmete ku di bin siya Eşîran de sîstemeke siyasî "Dewlet" were damezirandin, ji ber ku eşîr tenê li pey berjewendî û daxwaziyên xwe yên biçûk de digere û ev mijar herdem dibê cihê gengeşe û hevrikiya di navbera eşîran "Îbin Xeldûn" weha behsa wê rewşê dike" li navçeyek ku gelek eşîr û netewe hene, qet derfeta avakirina dewleteke bihêz nabe".
Pirsgirêka, Eşîrtî, bajarçîtî û navçeyî û berjewendiyên malbatî û herweha pirsgirêkên nava partiyên siyasî de bi taybetî di navbera partiyên ku xebatê dikin ji xalên herî diyar yên tevger û xebata Kurdistanê ne
Pirsgirêka eşîran di demên berî niha û herweha nakokiyên partiyan di vê serdemê de, ji pirsgirêkên jeopolîtîk ên li pêşiya xebata gelê Kurd e. Ew pirsgirêk ji bo çavdêr û lêkolînvanên rewşa Kurdistanê ne tişteke veşartî ye, mixabin mezinbûn û bihêzbûna wan pirsgirêkan derfetê dide dijminên me ku zûtir neteweya Kurd tepeser bike û bifetisîne. Dîroka serdem a Kurdan nîşan dide her dema ku Kurd yekgirtî bin, dilxweşî û pêşkeftin di xebata wan de heye û di hember de dijmin ne çalak dibe û bêhtir diçe helwêsta berevanî û xweparastinê.
3 - Zêdebûna zarave, devok û ol û mezheban li Kurdistanê
Ziman yek ji fakterên giring û bi bandore di proseya netewesaziyê de, ku hemû taken neteweyekê bi zarave û devokan nêzîkî hev dike û bingeha avakirina Dewlet- Netewe amade dike.
Belavbûna erdnîgariya Kurdistanê û rewşa wê ya Topografî û herweha dabeşkirina Kurdistanê bi ser çend welatan de ku xwedî zimanên cuda ne, derfeta diyarkirina zimanê edebî û standart li tevahiya navçeyên Kurdî yên Rojhilata Navîn weke zimanê hevbeş ê ku hemû Kurd bikarin bikarbînin wenda dike.
Tevî ku zêdebûna zarave û devokan di axavtina xelkê Kurdisanê de weke lawaziya Jeopolîtîk tê hejmarkirin, lê eger siyaseteke rast di warê ziman de hebe û poloralîzma çandî were qebûlkirin dikarin li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê soranî weke zimanê hevbeş bikar bînin lê li wan navçeyên ku Hewramî, Kelhur û Kurmanc lê hene devokê wan jî weke zimanê perwerdeyê li dibistanan tevî zimanê hevbeş de hebe.
Tevî ku piranya partiyên li Kurdistanê hizra xwe li ser sekolarîzim wate cudakirin ol û desthilatê ava kirine, dîroka xebata siyasî ya Kurdan bi taybet li başûr û bakurê Kurdistanê nîşan dide ku hemû ol û mezheban di xebatê de beşdar in, ji ber wê ol bûye sedema lawazbûna tevgera nasyonalîzma Kurdî, herweha hezkirin û girêdana bi çand û zimanê neteweya serdest, bandor li ser nasname û çanda Kurdî kiriye. Yekgirtîbûna neteweyî li Kurdistanê tenê bo pejirandina poloralîzma çandî tê bidestxistin