Kurdan hertim Kerkûk wek bajarekî Kurdistanê dîtine. Bi dazanîna ku Kerkûk û hin bajarên din ên parêzgeha Kerkûkê xwedî cihêrengiya etnîkî û olî ne, lê ev dever di dirêjahiya dîrokê de, bi taybetî di çend sedsalên borî de, ji aliyê erdnîgarî ve beşek bûye ji navçeyeke ku lêkolînvan, erdnîgar û geştiyar, wek Kurdistan didin nasandin .
Ji sedsalên 11. heta 13. min Kerkûk beşek ji mîrnişînên Hesenewî, Ennazî û Hezbaniyan bû. Demekê beşek ji Mîrgeha Erdelan (Sine) bû. Dema Muradê Sêyem yek ji mîrên Mukriyanê (herêma Mehabadê) mîrê wîlayeta Şarezûr (navçeyeke parêzgeha Silêmaniyê) bû, Kerkûk navenda desthilata vê mîrektiyê bû, ku Hewlêr û Silêmanî jî di nav de bûn.
Hatina nave Kerkûkê weke navçeyeke Kurdistanê di çend belgeyên dîrokî de.
Erdnîgarê navdar ê sedsala 13an Yaqut Hemwî di cilda yekem a "Muicem Buldan" rûpela 24an de nivîsiye: Rûniştvanên Şarezûr û Kerxînî (Kerkûka îroyîn) hemû Kurd in û bi giştî serbixwe ne.
Ferhenga “Ilam” ku berhema dîroknas û ferhengnivîsê navdar ê serdema Osmanî “Şemsedîn Samî” ye, derbarê Kerkûkê de dibêje: Sê ji çar parên Kerkûkê Kurd in û ji çaran yek jî Tirkmen in.
Profesor Olêry derbarê Kerkûkê de got: Di nexşeya peymana Versayles ya sala 1919ê de, Kerkûk beşek ji Kurdistanê bû û di nexşeyê de girêdayî navçeyên Kurdistanî bû û ev mijar îsbat dike ku Kerkûk berî ku çavkaniyên petrolê yên Kerkûkê bên naskirin, Kurdistanî bû.
Encyclopediaya Danîmarkî Kerkukê wiha rave dike
Kerkûk bajarekî bîrên petrolê ye li bakurê rojhilatê Iraqê, beşek ji Kurdistanê ye û 250 kîlometre dûrî Bexdayê ye. Li gorî hin zanyariyan, bîrên petrolê yên Kerkûkê ji sedî 7.5 a petrola cîhanê têde ye. Bi boriyan petrola Kerkûkê dişîne Sûriye, Lubnan û Tirkiyê. Kerkûk li qontara çiyayên Zagrosê ye û nifûsa wê nêzîkî 500 hezar kes e ku piraniya wan Kurd in, lê ji salên 1970yê ve hêdî hêdî nifûsa kurdan kêm bûye û ew dever bi ereb kirine.
Encyclopediaya Norwêcî dibêje: Kerkûk bajarekî Kurdistana Iraqê ye. Bajar li çiyayên Zagrosê ye û 250 kîlometran dûrî Bexdayê ye û li gor serjimariya sala 1970ê nifûsa wî nêzîkî 208 hezar kes e. Yek ji girîngtirîn navendên bazirganî yên Kurdistanê ye û hejmara bîrên petrolê yên herî zêde jî tê de hene.
Ferhenga "Britannica" dinivîse: Kerkûk yek ji girîngtirîn bingehên bazirganî yên Kurdistanê ye.
Di Encyclopediaya Alamanya de piştî nasandina Kerkûkê dibêje
Ji aliyê dîrokî ve Kerkûk beşek ji Kurdistana Iraqê ye. Kurdistan û Iraq di sala 1638an de ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatin dagîrkirin û Kerkûk jî di Şerê Cîhanê yê Yekem de ji aliyê Brîtanyayê ve hat dagirkirin, di sala 1927an de mezintirîn zeviya petrolê ya Kerkûkê hat dîtin.
Di serjimêriya sala 1930î ya şaredariya Kerkûkê de nifûsa Kerkûkê wiha tê diyarkirin: hejmara şêniyên Kerkûkê 35 hezar kes in ku 22 hezar kurd, 7 hezar tirkmen, 2 hezar mesîhî, 2 hezar suryanî, 500 ermenî û 2 hezar û 500 cihû.
Di sala 1820an de dema ku Claudius James di serdana xwe ya Kurdistanê de bû mêvanê Mîrê Baban, di notekê de wiha dinivîse: “Şeva borî ez û Omer Axa li ser berhemên çandiniyê yên Kurdistanê axivîn. Kerkûk yek ji wan navendên bazirganî ye ku hemû berhemên çandiniyê yên Kurdistanê bo wî bajarî tên şandin.