Pêgeha Kurdistanê ya di warê çavkaniyên enerjî û avê de

Cihê erdnîgarî, rewşa taybet a topografî û derbasbûna hewayê baran barînê, rewşa guncaw ji warê av û hewa û cudahiyên herêman di Kurdistanê de pêk aniye. Di vê navberê de barîna guncav û barîna befrê li navçeyên daristanan de bestêna şikildanê, mezintrîn “biyava avrêjê” (meca avrêjê) li Rojhilata Navîn de dabîn dike.

Roj Qadirî

Cihên Kurdistanê

“Kurdistan” bi wateya malbendekê ye ku Kurd wirda para herî zêde ne û rêjeya wan ji hemû kêmîneyan zêdetir e.

Ji warê cihê erdnîgarî ve, Kurdistan di navbera hêlên 34 derece û 40 dereceya panahiya bakûr û 38 derece heta 48 derece li dirêjahiya rojhilat de hilkeftiye. Ev malbenda di parça navîna çargoşe de hilkeftiye ku bakûr û başûrê, Rojavaya deryaya Reş û deryaya Navîn, bakûr û Başûrê rojavayê deryayên spî û kendavê, aliyên wê çargoşeyê pêk tînin.

Dirêjahiya Kurdistanê li rojava bo rojhilat nêzî Hezar kîlometre ye û panahiya vê 300 heta 500 kîlometre ye. Bi bal kişandin li ser cihê erdnîgariya Kurdistanê, ev malbenda di mevdaya di navbera av û hewayê germ û sehrayî û av û hewaya deryaya Navîn(Medîterane) de hilkeftiye.

Kurdistan li başûrê rojavayê Asyayê hilkeftiye. Ev malbenda li bakûr di gel Azerbaycan, Ermenistan û Tirkiyê, li başûr li gel Iraq, li rojhilat li gel Îranê û li rojava li gel Sûriye hemsînor e. Dirêjahiya Kurdistanê li bakûr bo başûr, nêzî 1399 kîlometran e û panahiya vê li rojhilat bo rojava, nêzî 550 kîlometreyane. “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” rûbera vê navçê 409.650 kîlometreyan çargoşe mezin kiriye û “Graham” lêkolerê Rojavayî, rûbera vê 500.000 kîlometre çargoşe pênase kiriye.

Cihê erdnîgarî, rewşa taybet a topografî û derbasbûna hewayê baran barînê, rewşa guncaw ji warê av û hewa û cudahiyên herêman di Kurdistanê de pêk aniye. Di vê navberê de barîna guncav û barîna befrê li navçeyên daristanan de bestêna şikildanê, mezintrîn “biyava avrêjê” (meca avrêjê) li Rojhilata Navîn de dabîn dike.

Pêgeha Kurdistanê li warê çavkaniyên enerjiyê

Her di naha de pîşe, cotkarî, xizmetguzarî, berhemanîna xwarin, havirdekirin û derfortin, leşkerî, çalakiyên bijîşkî û dermanî û lêkolînên zanistî û … hwd, girêdayî enerjiyê ne. Wiha çavkaniyên dabînkirina enerjî, rêyên derfrotina enerjiyê, bazara bikaranîn û bazirganiya enerjiyê û … hwd pir girîng in.

Bûyerên dehikên sedsala 21an di berfirehbûna mijarên pêwendîdar bi enerjiyê de, behsa vê yekê dikin ku di vî warî de û di asta navdewletî de, lîstika jeopolîtîkiya enerjiyê proseyeke stratejîk heye.

Jeopolîtîka enerjiyê balê dikişîne ser lêkolîna rol û bandora enerjiyê û rehendên cuda yên aliyên siyaset, hêz û hebûna neteweyên cuda û dewletan.  

Kurdistan di warê jeopolîtîka enerjiyê de li herêmê û heta li cîhanê xwedî cihekî baş e. Çavkaniya herî girîng a enerjiya Kurdistanê çavkaniyên petrola xav e. Kerkûk li Başûrê Kurdistanê, li bintara çiyayên Zagrosê yên başûr ku yek ji bîrên petrolê yên yê herî mezin ên cîhanê ye.

Meydana petrola bakurê Mûsilê û derdora Xaneqînê, meydanên Kirmaşan û Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê, meydanên petrolê yên Garzan, Gurmik û Ramanda li Bakurê Kurdistanê û meydanên petrolê yên bakurê rojhilatê Sûriyê ji kom çavkaniyan in ku girîngiyeke mezin a aborî û siyasî daye bo vê navçê di Rojhilata Navîn de. Girîngiya çavkaniyên petrola Kurdistanê ne tenê ji ber pirbûna enerjiya wê ye, belkî mezaxta gelek kêm a bîrên petrolê yên Kerkûkê ye ku bihaya wan du hember kiriye.

Pêgeha Kurdistanê di warê çavkaniyên avê de

Bi balkişandina ser rewta zêdebûna nifûs û proseya vegeşînê, cîhana paşerojê dê di gihandina çavkaniyên xwezayî de, ku yek ji wan av e, bi pirsgirêkan re rû bi rû bimîne û yek ji wan çavkaniyan ku pêwendiyên navdewletî û netewe bi van sebeban rastî hevrikiyê dibin, av e.

Cihê erdnîgariya Kurdistanê, çiyayên bilind ên weke (Ararat, Zagros û … hwd.), Nêzîkbûna deryaya Navîn û Okyanûsa Atlas û bandor wergirtina ji hewayê nerm a rojavayî, rewşa guncav ji bo barîna baranê li Kurdistanê dabîn kirine.

Kurdistan çavkaniya gelek rûbar û çavkaniya avên şîrîn ên Rojhilata Navîn e. Rûbarên navdar ên Dîcle û Firat, Eres, Deryaya Mezin û Deryaya Biçûk, Sîrwan, Sifîd Rûd, Tetehû, Cexetû, Gader, Qeresû û beşek ji Kerxe ji Kurdistanê çavkanî wedigirin. Çavkaniyên avê yên Kurdistanê ku diherikin nav Behra Kaspiyan, Kendav, Gola Urmiyê û Behra Reş û welatên Tirkiye, Îran, Azerbaycan, Ermenistan, Sûriye û Iraq girêdayî ava Kurdistanê ne.

Ji ber vê yekê, Kurdistan xwediyê yek ji çavkaniyên avê yê herî dewlemend a li Rojhilata Navîn e û dê di paşerojê de ji aliyê jeopolîtîka avê ve xwedî girîngiyeke mezin be.

KURDŞOP
671 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!