Bajarê Bedlîsê û erdnîgarî û dîroka wê ya kevnar

Li gorî hin jêderkên din jî, navê Bedlîsê ewil 'Bêtirs' bûye, ku bi zimanê kurdî tê wateya lehengî û bêtirsî. Lê di pêvajoyê de guheriye û bûye Bedlîs.

Kurdshop - Bajarê Bedlîs an jî Bedlîsê yek ji bajarên xwedî kevnariyekî dîrokî yê herî giring ê Bakurê Kurdistanê ye. Tê gotin ku navê bajêr ji aliyê  Îskenderê Mezin an jî bi navê li herêmê tê naskirin ve Îskenderê Zulqerneyîn ve wek bad- lis hatiye danîn. Piştre nav wek Bit-lîz û Bitlîs hatiye guhartin. Di çavkaniyên ermeniyan de navê bajar wek Paxiş derbas dibe.


Li gorî hin jêderkên din jî, navê Bedlîsê ewil 'Bêtirs' bûye, ku bi zimanê kurdî tê wateya lehengî û bêtirsî. Lê di pêvajoyê de guheriye û bûye Bedlîs.
Li bajarê Bedlîsê herî zêde tûtin şîn dibe û bi tûtina xwe jî navûdeng e. Derveyî wê jî Bedlîs bi bexçêyên xwe yên fêkî û meyweyan û ji alî dexlûdan ve jî gelek dewlemend e. Avhewa wî gellek hişk e, zivistanên wê jî pir dijwar û bi pir befr e.


Dîroka Bedlîsê, bi dîroka Aryan destpê dike. Li gor lêkolînan hebûna bajar digehe beriya zayinê, salên 5000ê. Xerakirina mezin a li ser navçeyê, li gor hin çavkaniyan ji aliyê Asûriyan ve pêk hatiye. Ew dem jî dema desthiladariya Mîtaniyan e. Ji ber ku Mîtanî, zimanê Hurî yan jî Xurrîkî bikar dianiyan, ku zimanê kurdî yê, ji re Împeratoriya “Xurrî-Mîtanî” tê gotin. Beriya zayinê di sedsala 13an de piştî hilweşîna Mîtaniyan, di sedsala 12an de jî hilweşîna Hîtîtiyan, li rojhilatê, di nêvendên çiyayî de gelê Aryan bicih bûne. Di sedsala 9an de gelê Aryan federasyonekî ku navenda wî Tûşpa ye, desthiladariya Urartû saz kirine. Bi talanên Asûran Urartû gellek hêz wenda dike. Ji ber ku van êrîşan bidawî bikin Aryaniyan, di sedsala 7an de gelê kurd di bin sîvana Med an de digehin hev. Keyê Med Keyaksares, welat ji hemî talankeran paqij dike û heta Behra Sor Aryan di bin alekî de digihîjîne hev. Lê di sedsala 6an de Persî wek kudeta û derbeyekî tên ser artêşa Med û herçend bikevin navande rêveberiyê jî, lê ji aliyê ramyarî ve pir bihêz nebûn. Ji ber vê yekê beriya zayinê, di sala 333an de artêşên Persan bi cenga Îssas ji aliyê Keyê Makedonyayê Îskender têk diçin. Ji vir û pê ve navçe di nav sînorên Gordiyene de dimîne. Ji sedsala 1.’ê pê ve her çiqas artêşên Romayê du car êrîşî van axan bikin jî, pir nikaribûne li vir bisekinin û vegeriyane.


Zanînên li ser dîroka Bedlîsê, bi taybetî di pirtûka Şerefname de jî hatiye komkirin û hatiye weşandin. Li gor wê pirtûkê jî di wê demê de, li wê herêmê 25 eşîrên Kurd ku ji hev cuda dijîn, tên ba hev û biryara bihevrebûnê digrin. Wê demê hukumdarê Gurcî, Tadît li herêmê serwer e. Eşîr êrîşî artêşên wî hukumdarî dikin û kelhê û bajar bidest dixin. Ew 25 eşîrên ku eşîra Rojkan pêk tînin û bi navê Rojkan hatine bi navkirin, navên wan ev in: Qeysan, Baykan, Modkan, Zoqeysî, Zeydî, Keleçeri, Xirbelan, Balkan, Xiyartan, Geuwri-Gewrek, Bireşan, Sekran, Garisî, Bêdoran, Belakurdan, Zerdûsan, Endakiyan, Pirtayan, Qewalisî, Girdîkan, Suhrewerdiyan, Kaşaxiyan, Xaldan, Istûkan û Ezîzan.


Piştî wê hevgirtinê, Bîzans û Sasanî tên herêmê, lê pir namînin. Di sedsala 11ê de dagirkeriya tirkmenên bi navê Selcûqiyan tên zanîn pêk tê. Navçe ku di nav sînorên Dugela Merwanî ya Kurd de ye, di sedsala 13an de rastî dagirkeriya Moxolan tê. Piştî wan dageriyan Bedlîs di nav Împeratoriya Eyûban de dimîne. Bedlîs piştî dagirkeriya Tîmûr jî derbas dike êdî di bin birêvebirina Şerefxaniyan de bi sedsalan dimîne.
Di dema Hz. Umer de Bedlîs mislimaniyê nas dike û di vê demê de gel dibe misliman. Bedlîs di bin birêvebirina Emewiyan, Ebasiyan, Merwaniyan de jî maye û di sala 1537an de bûye bajarê Osmaniyan. Di sedsala 16ê de Bedlîs bi tevahî girêdayî Osmaniyan e. Heta sala 1894an ji aliyê Şerefxaniyan ve tê birêvebirin. Di sala 1915an de bi dagirkeriya Rûsan re rû bi rû dibe. Ew dagirkerî di Bedlîsê de hilweşînekî mezin pêk tîne. Di sala 1916an de bi saya axa, beg û hemî gelê Kurd, Bedlîs ji dagirkeriya Rûsan xelas dibe. Lê her çiqas ji dagirkeriyê rizgar bibe jî herêm li gor demên berê nîn e. ji ber ku rastî gelek dagirkeriyan hatiye û gelek wendabûnên wê hene. Berê nifûsa Bedlîsê qasê 60 hezaran e, piştî wan talanan, bi taybetî piştî dagirkeriya Rûsan hejmara nifûsê dikeve asta hejmarên bi hezaran. Di sala 1929an de Bedlîs dibe navçeya Mûşê, lê di sala 1936an de dîsa dibe bajar ango parêzgeh.


Bi taybetî jî Bedlîs; ji alî hunermendiyê gelek pêş ve çûye. Di sedsalên 17, 18, û 19an de bûye navenda çand û hunermendiyê. Her çiqas ji gelek talanan derbas bibe jî, ji vê taybetiya xwe tiştek wenda nekiriye. Bi sedsalan avahiyên Bedlîsê; mizgeft, tirbe, serşok, mescîd, xan û bi gelek avahiyên xwe bal kişandiye.
Navçeyên Bedlîsê: Elcewaz, Xelat, Çuxûr (Norşîn), Xîzan, Motkî û Tetwan in.


Avgermên herêmê
Li navend û dora Bedlîsê gelek avgerm hene û wana li ser xêza fay in. Ji vana hinek navê wan wusa nin: Guroymak, Çiyayê Nemrûd, Alemdar, Koprualti، Çîm Colmugu, Pira Ereb, Yilan Dîrîlten.
Kelehên parêzgeha Bedlîsê
1- Bedlîs 2- Elcewaz 3-Adîlcewaz Kef 4-Kela Exlat ya Berav 5- Kela Exlat 6- Tetwan 7- Zeydan 8- Kelhok 9- Derî Ezdînan 10- Dolek 11- Tax 12-Kelha Sîndbadî.
Keleha Bedlîsê
Li gor hatiye tespît kirin û tê zanîn keleha Bedlîsê di dema Ariyan de hatiye çêkirin.
Di nav her du avên Bedlîsê de ku di cihekî de digihîjin hev, li ser zinaran ew kelhe hatiye ava kirin. Kelhe, çargoşe ye. 670 berkazên wê hene. Li aliyê rojhilat û rojavayê wê de cihê du bircan ji bo çavdêriyê hatine çêkirin.


Dora kelhê  2800 metreye, bilindiya wê 56 metre ye û firehiya wê jî 7 metreye. Di nav kelhê de 800 mal, xanekî mezin, qesr, depo û embarên xorak û zad û embara çekan hene. Wek tê zanîn di sedsala 10an de di nav rojekî de wan eşîrên ku ji bo yekîtiyê hatibûn gel yek, li vê Kelhê hevdîtinên xwe pêk anîne û biryara yekbûnê di vê Kelhê de dane. Medrese, mizgeft, xan, kerwanseray, serşok, qesr, mal, pirtûkxane û gellek cîhên hunerî ji van deman maye.
Nava kelhê bi axê tije ye. Ji ber vê yekê mirov nikare di nav de bigere, lê li lûtkeya kelê dema bê nêrîn dîmenek pir balkêş û xweşikiyê tê dîtin.
Kelhe ji ber ku li ser lûtkeyek ku hilkişandina wî dijwar hatiye çêkirin, li dora wê çala parastinê tine ye. Di dema me ya îro de, tenê kelhe heye û bi restore kirinan balkêşiya û birqandina xwe nîşan nade. Ji bilî kelha Bedlîsê, lûtkeya Dîdeban jî hebûye, lê niha tenê bermayên wê mane.

Erdnîgarî û sînorên bajêr
Bajar di nav parelelên 37° 54´ û 38° 58´ bakûr û merîdyenên 41° 33´ û 43° 11´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Agirî, li rojava Mûşê, li başur bi Sêrtê, û li rojhilat jî bi Gola Wanê tê girêdan.
Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erdê herêmê beşek jê (1.874 km²) ji Gola Wanê 8.551 km² pêk tê. Ji beşa bejayî û reşahiyê ji %71 çiya, ji %10 deşt, ji %3 zozan û ji %16 jî nîv zozanî ye. Ji vê erdê ji %80 ji bo çandiniyê kêrhatî ye. Tûtin, gûz, genim û çewder ên herî pir li herêmê tên çandin in.


Çiyayên herêmê
Çiyayên herî bi navûdeng ên herêm û parêzgeha Bedlîsê jî waha ne: Sîpan (4.058 m), Ziyaret (3.002 m), Nemrûd a Bedlîsê (2.935 m) û Turşik (2.828 m) çiyayên herî bilind ên herêmê ne.
Çiyayên Nêmrûd û golên wî yên krater
Erdnîgariya bajarê Bedlîsê piraniya wî, ji çiyayên dijwar û ji yê bilind pêkhatiye. Li bakûrê bajêr, Çiyayê Nemrûd ku bilindiya wî 2935 m ye û di nav sînorê navçeya Tetwanê de ye, çiyayek bi agirpij e. Ji ber teqandina agirpijan ango volkanan gelek golên kraterîn di nav çiyayî de peyda bûne. Ya balkêş ew e, ku Gola Sar (şîn) û Gola Germ (kesk) her çiqas nêzikî hev bin jî, di Gola Sar de, zebeş di avê de diqelişe û di Gola Germ de jî hêk di demekî kurt de ji kela avê dipije.


Gola Nemrûd ku di nav navenda çiyayê kratera Nemrûd de ye, ji alî meziniyê ve di cîhanê de ya duyemîn e. Çiyayê Nemrûd ku di nav xweza de pir balkêş û bi heybet e, her sal bi taybetî di mehên havînê de dibe cîhê ger û geşta geştyarên navxweyî û biyaniyan.
Efsaneya Nemrûdê
Dema qral Nemrûd ê zordest ku di dema xwe de dijiya, çiyayê ku li nêzîkî Tetwanê ye wek zozan bikar aniye. Dema teqîna volkanîk a çiya destpê dike, agir bi ser gundên nêzîkî çiyayê Nemrûdê ne tê xwarê. Di wê navberê de zordestiya Nemrûd ku ji Pêxember Îbrahîm re kiriye, tê hişê gel û ji alî gel ve li hember ziyana Nemrûd ku wî çiyayê wek zozan bikar dianî wusa hat gotin: “Bû wek zilma Nemrûd, ango agir bi ser zulma Nemrûd de barî.” Li ser wê bûyerê, navên çiya wek Nemrûd dimîne.
Çiyayê Sîpan
Ji van çiyayan yek jî çiyayê Sîpan e, Li bakûrê Gola Wanê ye û bilindiya wî 4058 m ye. Lûtkeya wî bi qeşayiyan hatiye rûkişandin.
Navenda Temaşekirina Çivîkan
Di sînorên Bedlîsê de navenda temaşekirina çivîkan a Gola Nemrûdê, navenda çivîka Gola bi Soda û navenda çivîka Gola Wanê hene.
Deşt û zozan
Ji ber çiyabûna herêmê deşt û zozan li herêmê kêm in. Deşta Revha, Xelat, Arîn û Elcewaz deştên biçûk ên herêmê ne Bilindbûna zozanên herêmê jî digîhîjin 1.900 m yî.
Çem û gol
Li herêmê gola herî mezin Gola Wanê ye. Wekî din li herêmê golên krater jî hene. Wek Nemrûd, bilindbûna wî ji behrê 2400 m ye. Mezinbûna golê jî 10 km² ye. Mezinbûna Gola Nazlûk 3,5 km² û ya Arînê jî 13,5 km².
Çemên ku li herêmê diherikin Botan, Xerzan, Bedlîs û Oranz in.

Erdnîgarî û sînorên bajêr
Bajar di nav parelelên 37° 54´ û 38° 58´ bakûr û merîdyenên 41° 33´ û 43° 11´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Agirî, li rojava bi Mûşê, li başur bi Sêrtê, û li rojhilat jî bi Gola Wanê tê girêdan.

KURDŞOP
840 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!