Zozanê  Feraşînê bi çiyayên xwe yên berfîn û şînkahiyên xwe ve bala herkesî dikêşe

Piştî baranên zêde di zozana ku hercure şînkahiyekî biharê hildigre nav xwe de, bi dîmenên gul û kulîlkên baharê rengekî xweşik û bê hempa ya dîdbarî dide nîşandan.

Şadî

Kurdshop – Zozanên feraşînê ku dikeve navbera parêzgeha Colemêrg, Wan û navçeya Elkê ya Şirnex a Bakurê Kurdistanê, bi berg û xemla xwe ya kesk û şînkahiyê, çiyayên ku bi lûtkeyên befrê hatine pêçandin û bi avên xwe yên befrê û bi geliyên xwe yê bi heybet, mêhrîcaneke dîdbarî pêşkêş dike.

Li navçeya Elik (Beytuşebab) a Şirnexê, deşta Feraşînê ya ku 2 hezar û 625 metreyan li ser asta behrê reye, ji aliyekî ve bi hatina biharê ya piştî zivistaneke dirêj re bedewiyeke cuda dide çiyayên bi befir.

Bi destpê kirina germahiya hewa re, mirov li deştê xweşikiyên demsalên bihar û zivistanê bi hevre dikare bibîne.

Piştî baranên zêde di zozana ku hercure şînkahiyekî biharê hildigre nav xwe de, bi dîmenên gul û kulîlkên baharê rengekî xweşik û bê hempa ya dîdbarî dide nîşandan.

Di vê zozana ku di her demsalekî de xweşikiyeke cuda derdixe pêş de, çemên ku bi heybet diherikin, vebûna gulên cuda cuda yên di zeviyan de û bi çiyayên befir girtî, dîmenekî ku mirov jê têr nabe ava dike.

Herwiha Feraşîn 120 hezar donim erde û dema ku bihar destpê dike, ji Mêrdîn, Sêrt, Bedlîs û dewr û berên Bakurê Kurdistanê koçber berê xwe didin zozanên Feraşînê û heta payîzê li wêderê dimînin û pez xwedî dikin. Piştî demekî di heyama payîzê de beşeke koçberan vedigerin û beşeke din yên koçberan jî ku niştecîhên Elikê û Şirnexê ne, piştî demeke din ango 10-15 roj şûnve vedigerin û êdî Feraşîn hetanî bihareke din vala dimîne û ji zivistanê re tê hiştin.  

Zozanên Feraşînê ji bo xelkê herçend cihekî koçberiyê ye, di heman demê de cihekî geşt û seyranê ye jî. Ji ber xweşikî û xemla li ser rûyê deştê, bi destpê kirina biharê re, derveyî koçertiyê jî berê herkesekî li wê derê ye.

Feraşîn zozaneke gelek bê hempa  ya xweşike ku bi xemla xwe ya rengîn û kulîlkên xwe yên xweşik û giyayên xwe yên bi sûd, berê herkesî dide xwe.

KURDŞOP
939 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!