Çiyayê Cudî û efsaneya Keştiya Nûh Pêxember

Derbarê navê Cûdî de gelek tişt tên gotin, li gor hin çavkaniyan jî wateya wê Qardû, Kardû û Kardo tê wateya Çiyayê Kurd. Herwaha li hin çavkaniyan de jî wek Merdbûn derbas dibe. Di nivîsên Sumeriyan de jî wek Gudî û di nivîsên Babiliyan de jî wek Kurtî derbas dibe. Aramî jî wek Qardu pênase kirine û li gel Aşûriyan Qardu û Kurd yek wateyê dihatin bikaranîn.

Kurdshop – Çiyayê Cudî yan jî bi navê xwe yê din Qardû yan jî Qardo, Kardû, Kardo ku yek ji çiyayê mezin ê Bakurê Kurdistanê ye û dikeve navbera Şirnex û navçeya wê ya Silopiyê. Bilindiya wê 2144 metre ye û li gor baweriya Xirîstiyantî û Îslamê piştî tûfanê, cîhê ku keştiya Nuh lê daniye ew devere ye. Ji xwe li gor kurdên herêma Botan û Şirnexê navê Cûdî ji pêkhateya Cîh dî ango keştiya Nuh cîh dî tê.

Derbarê navê Cûdî de gelek tişt tên gotin, li gor hin çavkaniyan jî wateya wê Qardû, Kardû û Kardo tê wateya Çiyayê Kurd. Herwaha li hin çavkaniyan de jî wek Merdbûn derbas dibe. Di nivîsên Sumeriyan de jî wek Gudî û di nivîsên Babiliyan de jî wek Kurtî derbas dibe. Aramî jî wek Qardu pênase kirine û li gel Aşûriyan Qardu û Kurd yek wateyê dihatin bikaranîn.

Çiyayê Cudî beşek ji rêze çiyayên Zagrosê ye û bi gelemperî çiya ji kevirên kilsê pêktê û li gor baweriya olên Îbrahîmî Cûdî, di dema Nûh Pêxember de ku keştiya wî heta îro jî navdar e û naha li çiyayekî gelek giring e û tê bawerî kirin ku keştiya Nûh Pêxember di dema tûfanê de li ser çiyayê Cûdî danî ye. Ji ber wê jî çiyayê Cûdî wek çiyayekî bi xêr û bereket û pîroz tê nas kirin. Hersal ji gelek deverên Kurdistanê û heta berê jî ji gelek welatên derve geştyar û mirov diçûn ser çiyayê Cûdî û serdana Sefîne ango cîhê Keştiya Cûdî dikirin. Berê mehekî ango heyvekî temam li ser Sefîneya çiyayê Cûdî diman.

Lê di salên 1995ê heta 2013ê ji ber operasyonên leşkerî derketina çiyayê Cûdî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hate qedexe kirin. Herwaha gelek caran ji aliyê leşkerên artêşa Tirkiyê ve agir berdidan çiya û daristan dihate şewitandin û nedihiştin ti kes jî biçe wê şewatê vemirîne.

Lêkolînvanên bi navên Austen Henry Layard û L. King derdora çiyayê Cûdî piştî hin lêgerînan rastî nivîsên bizmarî yên dema Aşûriyan hatin. Li gor baweriya Îslamî piştî tûfanê Keştiya Nûh daniye ser çiyayê Cûdî û ew keştiya ku tê behs kirin li gor hin gotinan jî li serê çiyayê Agirî daniye û hin îdîayên bi wî awayî jî hene. Lê di Quranê de waha tê gotin:  Keştiya Nûh li ser çiyayê Cûdî daniye. Di sûreya Hûd de tê gotin ‘’Ey rûyê erdê, vê avê bimije, ey esman, ava xwe ragire’’ bi wî awayî avê xwe vekêşand û hertişt bi bawî bû. Keştî li ser çiyayê Cûdî rûnişt û ‘’Civata zaliman ji rehmeta xwedê dûr bin’’

Li gor tefsîrên Quran a pîroz çiyayê Cûdî nêzîkî Mûsilê cîhekî ye. Lê ew cîhê ku tê behs kirin îro di nav sînorê Şirnex û navçeya wê ya Silopî ya Bakurê Kurdistanê ye. Navê Şirnexê bixwe jî wateya wê ‘’Şehrê Nûh’’ e û navekî kevne. Herwaha li peravê çiyayê Cûdî gundê bi navê ‘’Heştan’’ heye ku li gor baweriyê ew gund ji aliyê Nûh Pêxember ve hatiye ava kirin û li gor heman baweriyê di keştiya Nûh Pêxember de 80 kes hebûye û navê gundê Heştan jî ji wê hatiye û ew 80 kesane li wê derê bicîh bûne. Herwaha wekî ku li jor jî hatî ziman derbarê kîjan çiyaye ku Keştiya Nûh lê bicîh bûye du bawerî hene, yekem ku dibêje Çiyayê Cûdî ye, ya duyem jî dibêje Çiyayê Agirî ye, lê Çiyayê Agirî ji bo jiyanê zêde dest nade û gelek asê ye. Lê Çiyayê Cûdî ji bo ku Keştiya Nûh lê rûnê û mirov bikarin lê jiyan bikin gelek mercên jiyanê lê hene û her aliyekî de dest dide.

Herwaha dema ku sîxurekî Îngîlîz ê bi navê Gertrude Bell û bi nasnavê ‘’Keça Çolê’’ serdana wê deverê dike û piştre jî pirtûkekî bi navê ‘’Amurath The Amuraht’’ dinivîse û di wê pirtûkê de behsa Keştiya Nûh a li Çiyayê Cûdî daniye dike. 

Çiyayê Cûdî li herêmekî hinekî hişke û bilindiya wê gelek baran û berf digre. Ji ber wê jî di bilindayiya 1500 heta 2000 metreyî de daristanên berû û çam an jî hewristê hene. Di sînorê Bakurê Kurdistanê ve ber bi   Başûrê Kurdistanê wek qewsekî ye û li ser Çiyayê Cûdî 4 lûtkeyên ku 2000 metreyî derbas dikin hene. Ji wan jî Girê Ziyaret ê Nûh Pêxember di bilindiya 2 hezar û 17 metreyî de ye.

KURDŞOP
680 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!