Nodşe, bajarekî kevin ê di nav dilê xwezaya Rojhilatê Kurdistanê de

Bajarekî biçûk e li Hewramana Lihonî yê parêzgeha Kirmaşanê; Di navbera sînorê başûr û rojhilatê Kurdistanê de ye û 150 kîlometre dûrî Kirmaşanê û 32 kîlometre dûrî Pawê ye. Ji ber vê cîhê hewayeke xweş û xwezayeke taybet heye û bûye cihê geştiyariyê û gelek geştyar ji çar aliyên Kurdistan û Îranê serdana wê dikin.

Erdnîgariya Nodşe

Nodşê li bakur hevsînorê Merîwanê û li rojava jî bi Newsûd û çend bajarên Başûrê Kurdistanê yên Helebce û Biyare re, hevsînor e.

Ev bajar di navbera daristanên bilind û geliyên kûr û teng de ye ku bi navê “Tapa Mahûrê Bextiyarî” tên naskirin û bi daristanên berûyan, rûbar û kaniyan hatiye dorpêçkirin.

Nodşe ji asta deryayê 1450 metreyan bilind e. Li herêmê bi navencî salane 500 heta 600 mm baran dibare û avhewaya çiyayî heye, ev jî bûye sedema geşepêdana ekoturîzmê li herêmê.

Li gorî serjimariya herî dawî ya 2016-an, nifûsa bajêr 3 milyon û 683 hezar kes e Zêdetirî 1000 malbatên Nodşe koçberî bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê bûne, ji wan Pawe, Merîwan, Sine, Rewanser û Ciwanro bûne. Xwendekarên wî bajarî jî li bajarên mezin ên Îranê wek Tehranê dijîn.

Dîroka Nodşe

Nodşe bajarekî çiyayî ye, navendeke kevnar e ku nîvê cih û çiyayên wê kevnar û dîrokî ne. Ev bajar warê Sanên Lehonê ye û ji bo herêma Hewramabadê xwedî girîngiyeke mezin e.

Li bajar zêdetirî deh taxên kevin hene: Qala, Bin Duga, Mile Ga, Roqn, Lamerra, Baxiç, Derew mesûra û Kawindan. Her yek ji van taxan di warê termên kevnar de xwedî wate û taybetmendiyên xwe ne, ku ev yek jî kevnariya çand û rûniştina civaka Nodşeyê nîşan dide.

Peyva Nodşe tê wateya "neh qela" an "kelha nû" an jî tê wateya "neh li dij". Xelkê vî bajarî bi kurdîya hewramî diaxivin.

Çiya û Deştên Nodşeyê

Çiyayên Nodşayê xeml û taybetmendiyên mîmarî daye wî bajarî û bandor li jiyan û civaka herêmê kiriye.

Nodşe ji aliyê çiyayan ve hatiye dorpêçkirin, weke çiyayê Darbendê li bakur bi bilindahiya 2750 metre, Kemacer, Şexle û Çinare li başûr di navbera 1800 û 1900 metreyan de ne û li rojava jî çiyayê  Şemşîr bi bilindahiya 2100 metre ye.

Geliyê Nodşe li rojhilat diçe ser çemê Sîrwan û ji rojhilatê bajêr jî çiyayê Şaho bi bilindahiya 3410 metreyan xuya dike.

Şikefta Qajeliyan li bakurê rojhilatê bajêr di nav çiyayê Derbendê de ye û 85 metre dirêj e û salonekî wê 25 metreyan fireh e û 16 metre bilind e  ku ciheke başe bo jiyana koçeran 

Seyrangeha Dalanî ya Nodşeyê

Seyrangeha Dalanî 13 kîlometran dûrî Nodşeyê ye ku 1600 metreyan bilind e, ji ber bêhna gola Dalanî û Kaniyên wê navûdengek wê yê taybet heye.

Riya Tete ku 1700 metreyan ji deryayê bilind e, ji bajarê Nodşe destpê dike di nav Dalanî re derbas dibe û digihêje milê Jalane ya Hewramanê û ji wir diçe ser rêya Merîwanê û heta dihigêje wî bajarî di nav çend gund û seyrangehan re derbas dibe.

Bendava Dariyan

Ew bendava avê ye ku li ser çemê Sîrwan hatiye avakirin û bilindahiya wê digihêje 155 metreyan, li gundên Wira, Dariyan û Hecîcê ye û çend hektar ji daristan, gundên wê deverê û Kanî Bil ê di bin avê de mane. Li gorî pispor û jîngehparêzan, Bendava Dariyan metirsiyê li ser Kanî Bil çêkiriye û dê di demeke dirêj de bi temamî wêran bike.

Kani Bil

Kaniyeke xwezayî ye li nêzîkî gundê Hecîcê ye ku ji çiyayê Şaho û rêzeçiyayên daristanên Zagrosê derdikeve; Wê kaniye taybetmendî û hezkireneke zêde li cem xelkê Hewramanê heye. Kanî Bil kaniya herî mezin a Kurdistanê ye û di çirkekê de 4 hezar lître avê davêje, ku dikare ava vexwarinê ji bo du milyon kesî dabîn bike.

Dawî

Ji ber cihê xwe, hemû demsalên Nodşeyê xweşin û taybetmendiya xwe hene, dikare ji bo geştiyaran bi giştî û ji bo geştyarên xwezayê bi taybetî bibe cîhek taybet û tijî ezmûnên nû. Tevî xwezaya wê ya balkêş, mêvanperweriya xelkê deverê û çanda wan a xweşik, hêjaye ku mirov bi hezar caran serdana wê bike.. 

KURDŞOP
652 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!