Li Nihêl a Geverê zêdetirî 200 cureyên çûk û baskdar hatin destnîşan kirin

Li Nihêl a Gever a ser bi parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê, ku cîhekî pir av û qamîş û mêrg e û cîhekî wek dewlemendiya xwezayî ye heta naha zêdetirî 200 cureyên çivîk û baskdaran lê hatine destnîşan kirin.

Kurdshop – Li Nihêl a Gever a ser bi parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê, ku cîhekî pir av û qamîş û mêrg e û cîhekî wek dewlemendiya xwezayî ye heta naha zêdetirî 200 cureyên çivîk û baskdaran lê hatine destnîşan kirin.

Nihêl, bi biryara Serokomariya Tirkiyê di sala 2019ê de wek ‘’Qadeke ku bi hestyarî bê parastin’’ hate ragehandin, ji ber ku Gever hemsînore li gel  Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, dever jî wek rawestekekî derbasbûna hemû cureyên çivîkan e jî.

Piştî germbûna seqayê û helyana berfê li Nihêlê asta avê gelek zêde bûye û dewlemendiya cureyên sewal û ajalên baskdar jî gelek zêde bûye. Navenda Lêkolîn û Cureyên Biyolojîk a Zanîngeha Colemêrge û Rêveberiya Parkên Mîlî û Parastina Xwezayê jî ragehandin ku heta naha di çavdêriyên li Nihêlê hatine kirin de, zêdetirî 200 cureyên çivîk û baskdaran hatine tomar kirin.

Li qada pir av de, bi hatina biharê re legleq, çûkên çiqsor, êlo an jî rokê reş, qaqlîbaz an ji xasxaskên reş, kergez, sone an jî werdekên avê û gelek cureyên çûkan ên masiyan dixwin û qulingê rehvan û hwd..tên dîtin.

Hin cureyên çivîk û baskdaran ji bo li Nihêlê bimînin û jiyan bikin û hin cure jî ji bo bêhnvedanê bikartînin. Ev yek ji aliyê çavdêrên çûk û baskdaran û herwaha kesên wênegir  ve tê şopandin û dibe cîhê eleqeyekî giring a wan jî.

Endamê Perwerdeyê li Zanîngeha Colemêrgê beşa Navenda Lêkolîn û Cureyên Biyolojîk Dr. Erkan Azîzoglu jî ragehand, ev demekî dirêje li Nihêlê em çavdêriya çûkan dikin. Û got; Ev qade ji bo çûkên koçber cîhekî giring e, ku lê dimînin û ji sala 2009ê ve li gel Rêveberiya Parkên Mîlî û Parastina Xwezayê ew karên hevbeş ên em dikin û di encam wan çavdêrî û karên hevbeş de diyar bû zêdetirî 200 cureyên çivîk û baskdaran li Nihêlê hene. Ji ber di bingehê jîngey yê Nihêlê de zemînekî guncaw heye, gelek cureyan dikare li ser avên xwe ragire. Yek ji cureyên herî giring jî qulinge ku di vê demsalê de jî vê qadê heldibijêre. Herwaha cureyên ku masiyan dixwin piraniya wan hene. Di sala 2009ê de 124 cure hebûn. Lê bi xebatên me yên çavdêriyê ve derket ku her sal cure zêde dibin. Lê li qada qamîş şewatên ku derdikevin wan cureyan hemûyan re dibe metirsî. Lê her ku xebatên parastinê zêde dibin, cureyên wan jî zêde dibin.

Azîzoglu got, hemû cureyên ku koçberin dîsa vê qadî heldibijêrin û demsala helyana berfê de hejmara cureyên çûkan gelek zêde bûn. Heta gelek cure dema zêdebûna xwe ya derxistina çûkan jî li Geverê derbas dikin.

Azîzoglu diyar kir: Gelek cure hene li vê herêmê bêhna xwe vedidin. Payîzê jî ji bo mayînê careke din tên herêmê. Ji aliyê hejmara cureyan ve eger em binirxînin, em dikarin ji vê deverê re bibêjin ‘Beheşta Çûkan’’ e. Herêm yek ji qadên çavkaniya avê ya giring e. Ev herêm ne tenê ji bo çûkan, ji bo gelek zindiyan û canliberan dibe mal. Cîhekî ku pêwîste bê parastin. Ji navxweyî welat û derveyî welat gelek çavdêrên çûkan, kesên jîngehez eleqeyekî mezin nîşan didin. Ji ber ku herêma derbasbûnê ye. Hûn dikarin gelek cureyên cuda yên çûkan li vê deverê bibînin û çavdêriya wan bikin.

KURDŞOP
986 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!