Berhema hejîrê li Başûrê Kurdistanê

Hanî Murteza

 

Hejîr yek ji wan êmîşên şêrîn û bi tam e ku di demsala Havînê de digihêje û tê berhemanîn. Li Herêma Kurdistanê berhema êmîş û nemaze hejîr di dema pêgihêştinê de dixine nav bazarê. Qasa berhema hejîra Kurdistanê ji asta xwebijîviyê nêz bûye, bi curekê ew hejîre ku di çend salên borî de li Herêma Kurdistanê hatiye bikaranîn zêdetirî %91 berhema navxweyî bûye.

Pêka amar û datayên gumrikî, di çend salên borî de 40 hezar û 334 ton hejîr li Kurdistanê hatiye bikaranîn ku 36 hezar û 521 ton berhema xwemalî ya Kurdistanê bûye.

Li gorî vê yekê, bi helsengandin digel êmşên din ên Herêma Kurdistanê, kêmtirîn rêjeya hejîrê havirdeyê Herêma Kurdistanê hatiye kirin û pişt bi saxkirina berhemên navxweyî hatiye girêdan.

Hejîr yek ji wan êmîşên girîng bo tendirustiya mirovan e û xasiyetek baş jî heye. Xwarinek e ku pir e ji çavkaniyên vîtamînî yên bi sûd bo tendirustiya mirov û hevkariya kontirola kêşa laş dike û herwisa rêya bilindbûna givaşa xwînê jî digire.

Cureyên hejîrê li Herêma Kurdistanê

Hejîrên navûbang li Herêma Kurdistanê ev in: Zerde, Akirêyî, Ezmîrî, Kuncî Doşayî, Mîranî, Şînke, Şoşî, Reyhanî, Berone, Tewskeyê kovî, Yehya Begî, Şakirî, Payîze, Begî, Teq Teq, Bênatî, Bicîl, Helşo û Merge.

Li tev parêzgeh û bajarokên Herêma Kurdistanê hejîr ne tenê wek êmîşekê tê xwarin, belkî hejîr bi şêweyekî dinê jî tê amadekirin wek: Hejîrên hişkirî, mirebaya hejîrê, gelek caran jî bi kakil û mewîjan re tê bikaranîn. Di demsala pêgihêştinê de rojane zêdetirî 3 hezar sindoq hejîr li parêzgeha Hewlêrê tê firotin.

Pêka amara Wezareta Werzêrî, di sala 2019an de zêdetirîn qasa berhema hejîrê li parêzgeha Silêmaniyê hatiye tomarkirin, ku 8 hezar û 80 ton bûye. Di çar salên borî de vê parêzgehê kêmtirîn hejîr havirde kiriye.

Li bajarên Herêma Kurdistanê bi taybetî li Silêmanî û Kerkûkê di demsala Havînê de, hejîrên Xalobaziyanî zêdetirîn xwest li ser e, ew jî vedigere ser şêrînbûn û zeriya rengê wê.

Hejîrên vî gundî bo hemû bajarên Herêma Kurdistanê û Iraqê têne hinardekirin. Ewa ku hejîrên Xalobaziyanê ji hejîrên asayî cuda dike, mezinbûna qewareya hejîran e. Herwisa şîrînî û zeriyeke tarî ya hejîrê ye û bi bereketiya axa gund jî dibe sedema berhemanîna baş a hejîrên Xalobaziyanê. Li vî gundî salane zêdedirîn rêjeya firotana hejîran tê tomarkirin.

Sala borî li navçeya Teq Teqê jî, bi amadebûna hejmarek ji cotkar û xwediyên baxçeyan festîvala hejîran hate lidarxistin.

Mebest ji vê festîvalê nasandina hejîrên Teq Teqê bi navçeyên din ên Kurdistanê bû. Berhema hejîrê di vê navçeyê de ji hêla cur û qasê ve kalîteyek bilind heye û di piraniya bazarên derdor de xwestek zêde li ser e. Îsal jî festîvala hejîrê li navçeya Teq Teqê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hate lidarxistin.

Hejîrên Akrê li ser asta Herêma Kurdistanê gelekî navdar in. Li gorî datayan, di wê qezayê de zêdeyî 6 hezar darên hejîrê hene ku salane nêzî 800 ton tê berhemanîn. Ji ber zêdebûna rûbera bax û baxçeyan, berhemanîna vê navçeyê her ku diçe zêde dibe û ji bo piraniya navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê tê şandin û heta kesên biyanî jî hejîrên Akriyê bi xwe re dibin. Li devera Akrê zêdetirî 5 cureyên hejîran hene, tevî wê yekê baxçevanên Akrê salane bi dehan ton hejîran hişk dikin, bo wê ku welatî di şevên Zivistanê de sifreyên xwe pê bixemilînin.

Hejîrên devera Pişder, li hemû bajarên Kurdistanê xwastek zêde li ser e û ji hejîrên herêmên din ên Kurdistanê cudatir in. Li gorî amaran, salane zêdetirî 500 ton hejîr li vê deverê bi taybetî li gundê Helşoyê tê berhemanîn. Hejîrên sînorê Pişderê ji dawiya meha heft ve hêdî hêdî digihêjin û heta destpêka meha neh dimînin.

KURDŞOP
446 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!