Berhema hinaran li Hewramana Rojhilatê Kurdistanê

Kanî Merîwan

 

Di parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê de, pîşesaziya mezin ku derfeta kar ji bo hejmareke zêde ji welatiyan çê bike, gelek kêm e û dahat û bijîva jiyanê ya piraniya xelkê Kurd, bi çandiniyê re girêdayî ye û Kurdistan bi navçeyeke çandiniyê tê naskirin. Hinar yek ji wan êmîşan e ku li Rojhilatê Kurdistanê tê berhemanîn. Ev êmîşe ku yek ji baştirîn êmîşan e û di asta 10 êmîşên sereke yên cîhanê de ye, li çend welatên din ên navçeyê yên wekî Îran, Efxanistan, Pakistan, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê tê berhemanîn.

Hinarên Hewramanê bilindtirîn kalîte di asta Îranê de heye. Hemû salekê di dawiya meha Tebaxê de jêkirina hinarê tê destpêkirin û heta naverasta meha Mijdarê berdewam dibe.

Hinarên Hewramanê yek ji organîktirîn hinarên Îranê ne ku ne tenê derfetek e ji bo aboriya navçeya Hewramanê, belkî rolek taybet jî di tendirustiya civakî de dilîze. Sirûşta bedew, efsûnî û çiyayî ya Hewramanê di bin siya darên hinarê de yek ji taybetmendiyên herî diyar ên vê navçeyê ye. Hewraman ji aliyê geştiyar û gelê Kurd ve weke herêma yaqûtên sor tê naskirin. Yaqûtekî esmanî ku navenda sereke ya berhemanîna hinarê li Kurdistanê ye û bi hinarên xwe yên şîrîn û tirş navdar e.

Li parêzgeha Sine bi awayê navînî salane 10 hezar ton ji 615 hiktar baxên hinarê tê berhemanîn. Nêzîkî 400 hiktar ji bax û baxçeyên herêma Hewramanê baxên hinarê ne. Li gor texmîna şarezayan, em dikarin bêjin ku di her hiktarekê de nêzî 20 ton hinar tê berhemanîn. Bi çêkirina bendava Dariyanê re, çend hiktar ji baxên hinarê yên herêma Hewramanê kevtine bin avê û ji nav çûn û ji bo qerebûkirina van baxçeyan jî tiştek nehatiye kirin.

Bi giştî hinar li ser zeviyên lêjayî şîn dibin û navçeya Hewramanê xwedî van mercan e, lewma mirov dikare bêje bi rakirina hin astengên yasayî li navçeya Hewramanê, baxçên hinarê dikarin bêne vejandin û pêşxistin. Baxçeyên hinarên Hewramanê li parêzgeha Sinê derfeta kar ji bo nêzîkî 1100 kesî dabîn dike.

Li parêzgeha Sine, bajarê Sewlava xwediyê mezintirîn rûbera baxên hinarê ye û zêdetirî %80 hinarên parêzgeha Sinê, ango zêdetirî 8,000 ton di salê de, di baxên hinarê yên gundên Jîwar, Bilber, Silên û Nawe de têne berhemanîn. Ew hinarane di van navçeyan de têne berhemanîn û ji bo Sine, Kirmaşan û Tehranê têne hinardekirin û pêka qasa berhemanînê, tenê têra navxwe dike û ji bo derveyê welat nayê hinardekirin.

Devera Hewramanê beşek dikeve ser bi parêzgeha Kirmaşanê û salane 4 hezar ton hinar li baxên Kirmaşanê têne berhemanîn. Rêjeya berhemanîna hinar li parêzgeha Kirmaşanê ji her hiktarekê nêzîkî 6 heta 7 ton e. Rûbera çandiniya hinarê li parêzgeha Kirmaşanê 950 hiktar e û derfeta kar ji bo nêzî 1,000 kesî dabîn dike. Hejmara herî zêde ya baxên hinarê li herêma Hewramanê ya parêzgeha Kirmaşanê li bajarên Nodşe, Newsûd û Pawê ne.

Taybetmendî û pêkhateyên hinarê

Hinar ji bo paqijkirina xwînê, xurtkirina demaran, dermankirina êşa singê, kuxik û êşa nav zikê tê bikaranîn. Taybetmendiyên hinar û ew pêkhateyên ku tê de hene, bûye sedem ku xelkê Hewramanê ji wê doşav, sirke û şerbeta hinarê çê bikin ku ew karê giran û pir zehmet di stûyê jinan de ye. Piştî çêkirina doşava hinarê, pîstê wê ji bo çêkirina boyax û dermanan bikar tînin.

Rola jinan di çêkirina doşava hinarê de

Salane tevî destpêkirina jêkirina hinaran, jinên gundên Hewramanê, ew hinarên ku şeq bûne yan jî gelek hûr in, cuda dikin û bi lêxistina daran bi ser hinaran, dindikên hinaran ji pîstên wan têne cudakirin. Paşê bi kotana dindikên hinarê, ava hinarê tê girtin û libên hinarê ji avê cuda dikin û piştre ava hinaran di nav mencelek mezin de bo heyama çend demjimêran li ser agir dikolînin û ji wê yekê doşav tê çêkirin.

Festîvala hinarên Hewramanê

Li parêzgeha Sinê festîvala hinarê hemû salê di 25 heta 27ê cotmehê de, bo heyama sê rojan di her çar gundên Jîwar, Bilber, Silên û Nawê de bi amadebûna rojnamenivîsan û wênegiran û xelkê navçeyê tê lidarxistin. Bi amadebûna dadwer û berpirsên parêzgehê, xelat didine baştirîn wêneya yekane, baştirîn kalêkşêna wêneyan û baştirîn têbînî û raporan.

Li parêzgeha Kirmaşanê jî, festîvala hinaran li bajarê Pawe û gundên Bayîngan, Hecîc, Dariyan, Şerekan, Xaniqe, Osime, Satarî, Dodan û Zerdoyê bo heyama 9 rojan bi rê ve diçe. Birêveçûna festîvala hinaran li salnameya geştiyariyê ya Îranê û navçe û nasandina wê bi geştyarên biyanî re dikare di vejandina kerta geştiyariyê ya navçeya Hewramanê de gelek bi bandor be. Mebesta festîvalê alîkariya geşepêdana geştiyariyê, danasîna berhemên sereke yên Kurdistanê û nîşandana sûdên geştiyariya çandiniyê li navçeyê ye. Rakêşana geştyaran li devera Hewramanê dibe sedema zêdebûna dahatê û veberhênanên zêdetir li vê herêmê. Herwiha bandoreke din a girîng a festîvalê kêmkirina koça gundan bo bajaran e.

 

KURDŞOP
717 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!