Ûrmiye: Navenda sêvên Rojhilatê Kurdistanê

Şino Resûlî

Rojhilatê Kurdistanê ji bilî çavkaniyên sirûştî, di warê berhemên çandiniyê de jî gelek bi bereket e. Ji ber ku Kurdistan pişta xwe daye bi çiyayên Zagrosê û ax û ava li quntarên çiyayan bûye xezîneyeke baş ji bo çandiniyê. Ji aliyê erdnîgarî ve, piraniya axa çandiniyê çirnizyom û sîlt e ku beşeke zêde ji Kurdistanê jî axa wê sor e û ji bo çandiniyê di rêza axên herî baş de ye.

Parêzgeha Ûrmiyeyê ji axa çirnizyom û sîlt a pir bi bereket e û heta wê parêzgehê beşek zêde ji mêrg û qopiyî hene ku jê re dibêjin pît. Axa pît li bakurê Îran û Kurdistanê pir heye û ji bo gulxaneyan sûdê jê werdigirin.

Pêka amarên parêzgeha Ûrmiyeyê, vê parêzgehê 800 hiktar ji zeviyên çandiniyê heye û salane serweyê 6 milyon ton berhemên çandiniyê tê berhemanîn. Piştî sêvan, zêdetirîn berhemên baxçeyî li parêzgeha Ûrmiyê ji tiriyan pêk hatiye. Ji wê rêyê ve jî derfeta kar ji bo 6 hezar kes ji rûniştiyên parêzgehê tê afirandin.

Hemû salekê di demsala payîzê de ku dema çinîna sêvan tê, derfetên kar ên baş ji bo kedkaran tê afirandin ku heta ji bajarên din ên Îranê jî, ji bo karkirinê têne parêzgeha Ûrmiyê. Lê di vê derheqê de jî, ji bo kedkaran ti plan û rêxistinek di gorê de nîne.

Li bajarên parêzgeha Ûrmiyê, ji ber axa bi bereket û piştî pêşketina beşa çandiniyê, xelkê berê xwe dane baxçevaniyê ku hemû beşên êmîş tê de hene, lê berhemanîna sêvan di pileya yekem de ye.

Salane zêdetir ji 1.5 milyon ton sêv li parêzgeha Ûrmiyê tê berhemanîn û hinardeyê bazarên Îran û cîhanê tê kirin. Lê divê em careke din tekeziyê li ser wê xala xemgîn bikin ku ji ber xemsariya karbidestên desthilata Tehranê, keda xwedan baxên parêzgehê dibe ardê di nav qeleman de.

Her sal di proseya çinîna sêvan ji baxên Ûrmiyê, xelkê wê parêzgehê ji ber nebûna bazar û bikirên sêvan rûbirûyê nîgeraniyê dibin. Piraniya sêvên baxçevanan ji ber nebûna bazarê (wek sêvên bin daran) difiroşine kargehên ava êmîş ku ji bo baxadaran ziyanbar e.

Parêzgeha Ûrmiyê di warê berhemanîna sêvan de pileya wê ya yekem di asta Îranê de heye û sêvên wê yek ji baştirîn sêvên navçeyê ne, lê ti rê ji bo firotina wê nehatiye dîtin. Karbidest dibêjin, propagandayên nerast têne belavkirin da ku sêv nayêne firotin.

Zêdetirî nîveya berhema sêvên Ûrmiyê bo hinardekirinê dibe, lê ji ber nebûna plan û pirsgirêkên navxweyî, ew sêv heta nagihine bazarên sînorî jî. Herwiha xwediyên baxên sêvan jî hevahengî û xalên hevbeş nînin, ewa di demekê de ye ku li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 80 hezar xwediyên baxên sêvan dijîn.

Sala 2017an zêdetirî %30 veberhênana sêvan li parêzgeha Ûrmiyê rastî xisarê hat û karê zêdetirî 80 hezar kes ji rûniştiyên wê parêzgehê ku bi firotin û berhemanîna sêvan re girêdayî ye hate rawestandin. Şert û mercên nebaş, nedîtina bazarên navnetewî, guhnedan bi awayên çandiniyê û hêsankarînekirina veguhestina sêvan ji aliyê karbidestên Îranê ve û nebûna nexşerê ji bo berhemanîna sêvan li parêzgeha Ûrmiyê, bûye sedem ku xwedan bax rastî xisaran bên.

Baxçevan ji bo berhemanîna sêvan rastî dijwariyên zêde tên û nirxê derman û kûd bo rez û baxçeyan di rewşa niha ya aboriya Îranê de, zexteke mezin e li ser milê xwedan rez û baxçeyan û ewa jî di demê de ye ku xwedan bax bi kêmbûna bazarê re rû bi rû ne ku gelek caran ew neçar dibin ku berhemên xwe bi erzanî bifroşin.

Xwedan baxên Rojhilatê Kurdistanê, ji xeynî hin pirsgirêkên dinê, wek pêranegihîştina binke û navendên pêwendîdar ên desthilata Îranê bi xwedan baxan di dema gihîştina êmîşan de, rastî arîşeya nebûna bazarê tên. Kêmtirxemiya karbidestên Îranê di wê parêzgehê de bûye sedema wê ku xwedan baxçe sêvên pile yek, bi cihê wê ku bi awayê sergirtî (bestebendî) ji bo bazaran veguhezînin, bi awayê kombûyî li ser hev difiroşine kargehên sirke û konsantreyî.

Xwedan rez û baxên wê parêzgehê dibêjin, kes guh nade kêşeyên wan û hemû salekê jî berpirs dibêjin, we di warê firotina sêvan de pirsgirêk nabe, lê ewa ji dirûşmekê zêdetir tiştek din nîne ku her sal karbidest dubare dikin.

Şarezayên aboriyê behsa wê yekê dikin ku hebûna rez û baxên sêv li parêzgeha Ûrmiyê dikare rewşa aborî ya xelkê wê parêzgehê bi rêjeyeke gelek baş biguherîne; lê nebûna planên baş ji bo kirîn û firotina sêvên xwedan baxan, tenê ziyan ji bo wan hebûye.

Di niha de bi hezaran ton sêvên parêzgeha Ûrmiyê bê kiryar li ser rêya wê parêzgehê hatine firedan û ti aliyeke desthilatê bersivdar nîne. Werzêrên Kurdistanê ji aliyê desthilata Îranê ve piştevaniya madî û menewî ji wan nayê kirin û heta gelek caran bo wê ku pareyê berhemên wan bi wan re bê dan, dest diavêjin bi grevgirtinê. 

KURDŞOP
539 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!