Kanî Merîwan
Kartên elektronîkî û damezrandina bingeha Bereketê
Di heyama derbasbûyî de, proje-yasaya giştî ya rêkxistin û serpereştîkirina bazirganiyên sînorî û peydakirina derfetên kar ên berdewam bo navçeyên sînorî li parlemana Îranê hatine pejirandin. Ji bilî niştecihên bajarên sînorî, kesên ku 50 kîlometre dûrî sînor dijîn, dikarin di sîstema niştecihên sînoran de navê xwe tomar bikin û ji xizmetên karta elekteronîkî ya kolberiyê sûd werbigirin.
Ev kart tenê bo wan kesan têne derkirin ku temenê wan serweyê 18 saliyê ye û serpereştê mal in û di navçeyên sînorî de dijîn û di demûdezgehên hikûmetî û leşkerî de kar nakin û mûçeyê hikûmetê wernagirin û tûşê ti madeyeke hişber nebûne û deyndarê hikûmetê nînin; Ji wan jî deynên barimteyî yên gumrikî, pêbendbûn bi dirafê bîhanî ji ber hinardekirinê û hwd, ew kesên ku ew berpirsaretiya wan nebe, dikarin kartekê bi navê xwe werbigirin ji bo danûstandina sînorî di çarçoveya madeya 20 ya qanûna Îranê de. Hikûmetê 17 hezar kartên kolberiyê parve kir, lê dibe ku hejmara kolberan ji 100 hezarî zêdetir be.
Armanca bingehîn a damezraweya Bereket peydakirina derfetên kar e ji bo kesên ku neçar mane li navçeyên sînorî karê kolberiyê dikin. Li gorî amarên damezraweya Bereket di heyama salekê de 7 hezar piroje li sê parêzgehên Ûrmiye, Sine û Kirmaşanê hatine cîbicîkirin. Piraniya projeyên bi awayê birêxistinkirina derfetên kar li gundan ji bo kesên kêm dahat li parêzgeha Sinê bûye. Ji 7 hezar projeyan 4 hezar li parêzgeha Sine, 1,500 proje li parêzgeha Ûrmiye û 1,500 jî li parêzgeha Kirmaşanê hatine cîbicîkirin.
Lê ti yek ji wan hewlên hikûmetê di wê astê de serkeftî nebûn ku pîşeya kolberiyê kêm bike. Gelempera armancên hikûmetê di bernameya geşepêdana navçeyên sînorî de; çêkirina derfeta kar, bidestxistana dahatê, zêdekirina xweşbijîviya aborî ya rûniştiyên ser sînoran, berfirehkirina pêwendiyên bazirganî û pêşvebirina pêwendiya siyasî, kultûrî û aborî digel welatên cîran, asayişa aramiyê li sînoran, zêdekirina hinardekirina petrolî, zêdekirina berhemên yekeyî yên pîşesaziya bajarên sînorî, pêşîgirtin ji belavbûna qaçaxa kelûpelan, pêşîgirtin ji koçkirina rûniştiyên sînoran, hatina nav hundur a pereyê biyanî û zêdebûna dahata nîştimanî a welat, zêdebûna buhaya diravê nîştimanî, kêmkirina enflasyona navxweyî û geşekirina veberhênana navxweyî û derve bo navçeyên sînorî hatibûne destnîşankirin, lê aboriya Îranê rawesta, enflasyon û bêkarî gihîşte asta herî bilind.
Ji aliyeke dinê ve ev pirsgirêk li navçeyên sînorî pêwendiyek rasterast bi mijarên ewlekarî û nemaze asayişa sînorên Îranê ve heye û eva jî bû sedema wê ku ne tenê çareser nebe belkî du beranber aloztir be.
Sûd û ziyanên kolberiyê
Ya rast ew e ku tenê beşeke kêm ji dahat û qazanca bazirganiya sînorî digihêje xelkê navçeyên sînorî. Beşek ji endamên parlemanê bi taybetî li parêzgehên sînorî bi tundî li dijî proje-yasaya hikûmetê ya ji bo rêkxistina bazirganiya sînorî derketin û li ser wê baweriyê ne ku ev keyse dê bandorê li ser qazanca rûniştiyên sînorî bike.
Di rastî de qazanca zêde ya havirdekirina kelûpelê ji rêya navçeyên sînorî ve digihe torên qazanciyê li vê herêmê û ti sûdek ji bo rûniştiyên xwecihî yên sînoran nîne. Pêka amarên nefermî ew kelûpelên ku ji rêya kolberî ve têne havirdekirin, nêzî 250 hezar milyar tumen di mehekê de ye, lê dahata mehane ya her kolberekî 20 heta 30 milyon tumen e, lewma belavbûna diyardeya kolberî tenê ji rûyê bêkarî yan nebûna derfeta kar ve nayê rohnkirin. Bi bê guhdana aliyên aborî yên siyasî ev diyarde li navçeyên sînorî, xala girîng a dordana dorpêçên aborî yên hikûmet û Çîna sermayedar e. Ji bilî wê yekê jî, kolberî çavkaniyeke girîng a dahatê ji bo pasevanên sînor û piledarên wê ye, çimkî ew bertîlê li kolberan û xwediyê kar werdigirin. Pirseke din a girîng, kalîteya kalûpelên îranî ye ku cihê baweriyê nîne û daxwazkarê kelûpelê biyanî zêdetir e.
Ziyanên kolberiyê
Piştgirêdan bi sînor û hejarî, nebûna dahata bi aramî, nebûna veberhênan, nebûna kargeh û pîşesazî, hebûna bazarên delalî, bilindbûna nirxê xanî û zevî ji ber bazirganiya sînorî, piştgirêdana xelkê bi bijîva necihgir a jiyana sînorî û zêdebûna lêçûnên jiyanê, hemû ew yekane dibine sedem ku xelk karê kolberiyê bike.
Kolberî û hin ji derencamên wê
Zêdebûna birînên laşî, bêhêziya seksî, bazirganiya madeyên hişber bi jinan re, firotina dermanê zêdekirina seksê, nebûna aramgirtina darayî û nakokiyên malbatî, zêdebûna tundûtûjî li ser jinan, zêdebûna tundûtûjiya nav malê, bikaranîna madên wizebexş, kêmbûna temenê zarokên kar, nexwendewarî û koçkirin, beşek piçûk ji ziyanên kolberiyê ne.
Armanca veşartî ya hikûmetê li hebûna kolberiyê
Hikûmet bi wêneya kolberan dilîze û hewl dide wêneya daxwazkerê kolberan veguhezîne bo bîra bi kom a xelkê ji bo ku temsîliyeta kurdan a li çiyayan biguhere. Destpêkê di dîda xelkê de kolberî sembola bextreşiyê bû. Lê niha asta hişyariya takê kurd wê yekê fam dike ku dikare hebûna diyardeya kolberî wek sembola şikesta kurd bihesibîne.
Eva jî rê xweş dike bo hikûmetê ku li hember ruhê berxwedana kurdan bisekine. Paşê bike modelek bo beşên din ên Îranê. Tevî wê yekê jî, hewlên hikûmeta Îranê bo jinavbirina ruhê berxwedaniya kurd rastî şikestê hatiye. Kolber sînorên destkird dibirin, çimkî sînor sembola cudabûna Kurdistanê ye. Her çawa hin caran kolber wek koyleyê hikûmeta koloniyalîzm tê mêzekirin, lê hin ji kolberan xwe wek şerkerê berxwedanê dibînin: Ew serweriya sînoran dixine bin pirsiyarê, bi wê yekê jî bangewaziya şerkirin bi hikûmetê re dikin û bîranîna xebata çiya di dilê xelkê de zindî dikin.