Xeraze

Nûjîn Demir

Cara yekê mirovekî amerîkî di 1969an de derket ser heyvê,  hîna ala amerîka diçikîne, dengê xerazeyekê (sondaj) tê. Li dora xwe dinêre, dibîne mirovek li ser xerazeyê ye. Matmayî jê dipirse tu kî yî û li vir çi dikî?

Dibêjê:

- Ez ji Kobaniyê me, hatime bîrekê li ser hîvê bikolim.

Ev pêkenok li ser xelkê Kobaniyê hatiye gotin, ji ber ew bi pîşesaziya kolandina bîran, bi xerazeyan pir navdar in û li gelek deverên cîhanê bi xerazeyên xwe geriyane û dibêjin li ku bîrek hatibe kolandin, destê Kobaniyekî  tê de heye.

Vê havîna pir germ bû, min û hevalên xwe, me xwe ji germa Kobaniyê dizî û me berê xwe da Deryaya Spî li berava bajarê latiqiyê. Em ji xwe re têr geriyan û me demeke pir xweş bihurand. Rojekê ez û hevaleke xwe ya ji bajarê Latiqiyê di baxçeyekî de digeriyan, min jê re qala Kobaniyê dikir û wê jî bi meraq li min guhdarî dikir. Hîna em diaxivîn, dengê xerazeyekê hate min, min nihêrî kesin bîrekê dikolin, ez bişirîm û min ji hevala xwe re got:

- Helbet ev hemşeriyê me ne, ji Kobaniyê ne.

Ew matmayî ma û got:

- Tu çawa zanî ew ji Kobaniyê ne?

Min got ji pîşeya wan de diyar e, Kobanî bi kolandina bîran navdar in û ew li her derê cîhanê belav bûne bi pîşeya xwe.

Ji bo ez gotina xwe piştrast bikim, min ji hevala xwe re got ka em silavekê li hemşeriyên xwe bikin.

Em ber bi wan ve çûn û me silav da hev û rast ew derketin ku ji bajarê Kobaniyê ne û taybet ji gundê Helincê ne. Ez bişirîm û min ji hevala xwe re got:

 - Gundê Helincê paytexta çêkirina xerazeyan e.

Ez bi pîşezasiya xelkê bajarê xwe pir serbilind im, lewma min xwest li pêş hevala xwe pesnê Kobaniyan û xerazeyên wan bidim û min dest pê kir û min got:

- Piştî komkujiya ermeniyan hejmareke mezin ji wan xwe spartin Kobaniyê û wan bi xwe re pîşesaziya sanayî û çêkirina hesinan anîn Kobaniyê. Xelkê Kobaniyê di demeke pir kurt de ev pîşe bi hostatiyeke mezin birin, bi pêş xistin û asta yekemîn li ser asta Suriyê di karê pîşesazî û taybet di çêkirina xerazeyan de girtin.

Destpêkê xerazeyên ji derve dianîn li ser dixebitîn û guhertin tê de çê dikirin ji bo baştir kar bike, piştre êdî bi xwe xeraze çêdikirin û bi xwe jî dixebitandin û heya roja îro jî gelek kesên ji Kobaniyê hema bêje li hemû bajarên Sûriyê û li gelek dewletên cîhanê jî belav bûne wekî, Tirkiye, Îraq, Sodan, Lîbya, Morîtaniya, Cezayir, Mexrib, Nîjer, Lubnan ta başûrê Afrîka û gelek dewletên din jî.

Û di vê kêliyê de niha bi sedan ji xerazeyên Kobaniyê li gelek deverên cîhanê bîran dikolin û avê derdixin.

Di taxa Kobaniyê ya bi navê Sînaa de, tenê di wê taxê de digihişt 50 kargehên xerazeyan û alavên wê.

Aboriya Kobaniyê 70% giraniya xwe dida ser pîşesaziya xerazeyan. Ji sedî 50 heya 60î ji xelkê Kobaniyê di kolandina bîran de kar dikin an jê fam dikin. Wekî mînak cîranekî me heye, navê wî Mihemed Mislim e, 45 salî ye û wî di jiyana xwe de heya niha zêdetirî 200 xerazeyî çêkirine.

Heya xortên Kobaniyê dema diçûn bajarên mezin ji bo xwendina zanîngehê jî, di ber re li ser xerazeyan kar dikirin ji bo debara xwe ya jiyanî. Di heman demê de xeraze bûn sedema rêvekirina li pêşiya xwendevanên Kobaniyê ku herin gelek dewletan û di zanîngehên bilind de bixwînin. Ango xerazeyan ne tenê aboriya gelê Kobaniyê bi pêş xist, herwiha bû sedema vekirina çavên wan li cîhanê û naskirina gelek cih û çandên cuda.

Hevala min got:

- Ooo! Niha we bi çiwalan pere dane ser hev!!!

- Xweziya! Lê na ne wiha ye, ji ber piştî aloziya Suriyê guhertineke neyînî çêbû û karê xerazeyan pir li paş ma û hate rawestandin...

- Ha rast e!! Ez dibêjim qey ji ber ku têkiliyên dewleta Sûriyê bi dewletên derdorê re xerab bûn, lewma derxistina xerazeyan hate rawestandin.

- Erê, û jixwe ji wê demê ve heya roja îro çêkirina xerazeyan tu dikarî bêjî bi giştî hatiye rawestandin lê li Sirûca bakurê Kurdistanê hemwelatiyên Kobaniyê yên ji dema şer de li wir in, li wir karê pîşesaziya çêkirina xerazeyan dest pê kirine... Ez serê te pir neêşînim, rojekê ku tu werî serdana Kobaniyê ez ê te bibim kolana Sînaa û tu bi xwe bibîne, ji ber pîşesaziya xerazeyan dest pê kiriye hêdî hêdî dê vegere wek berê...

Me xwe ji bîr kiribû û em bi derdê axaftinê ketibûn. Me li dora xwe nihêrî, me dît em pir dûr ketine. Hîna em ê di şopa xwe de vegerin, dengê xerazeyekê hate me, hevala min bi coş got:

- Nûjîn!! Binêre, va ye hinek hemşeriyên te yên din li vir in.

KURDŞOP
751 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!