Zebeşên Amedê û demsala rakirina berhem û çinîna wan

Kurdshop – Zebeş an jî şiftiyên Amed a Bakurê Kurdistanê çi li ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê û çi jî li ser asta cîhanê bi giştî jî ji ber destdana avûhewa û erdê wê gelek guncawe, pir bi tam û gelek mezin dibin û ji ber wê jî pir bi navûdeng e.

Hersal li Amedê festîvalên zebeşan jî dihatin birêve birin û di wan festîvalan de zebeşên herî mezin dihatin pêşandan, her herêm û navçeyekî Amedê di wan festîvalan de zebeşên xwe yên herî bi tam û mezin ve beşdarî festîvalê dibûn. Ji xwe li navenda bajarê Amedê jî wek yek ji sembolên bajar peykerê zebeş jî heye. Herwaha  pêştir pêşbirka zebeşan dihate li darxistin û zebeşê herî mezin ê salê dihate pîvan û helbijartin û piştre jî dihate xelat kirin. 

Wek her sal îsal jî li parêzgeha Amed a Bakurê Kurdistanê demsala rakirin û çinîna zebeşan dest pê kir. Îsal li Amedê li ser 27 hezar donim erd zebeş hatine çandin.

Her sal di mehên Tîrmeh û Tebaxê de li Amedê demsala çinîna zebeşan dest pê dike. Lê zebeşên bi nav û deng ên Amedê ku tenê li axa bi qûm ya li kêleka Çemê Dîcleyê şîn dibin û giraniya wan digihîje derdora 50 kîloyî di meha Îlonê de tên berhevkirin.

Qalikê wî kesk û sipî ye hundurî wî sor gewez e tama wî şirîn û şekir e û bi rastî jî hêjayî pesindayînê ye zebeşên Amedê.

Zebeşên her sal di demsala pêgeheştinê de li ser bi hezaran donim erd û zeviyan tên kom kirin, ji aliyê karkeran û kamyonên barhelgir ve ji bo hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û heta bo derveyî welat jî tên henarde kirin.

Sala borî li Amedê 112 hezar tonên zebeşan hate berhemanîn û îsal jî tê pêşbînî kirin ku 150 hezar ton zebeş bê hilberandin.

Parêzgarê Amedê Elî Îhsan Su jî beşdarî roja yekem a komkirina zebeşan bû û ragehand, li cîhanê hemûyê Çîn yekem welatê ku herî zêde zebeşan berhem tîne ye û duyem welat jî Tirkiye ye û diyar kir: Îsal li Amedê 27 hezar donim zeviyan de zebeş hatine çandin, sala borî 112 hezar tonên zebeşan berhem hat û îsal em li benda 150 hezar tonê zebeşan in. Ji bo hemû cotkaran jî dê piştevaniya berdewam bike.

Zebeşên Amedê bi aramoya xwe ya taybet bi reng û tama xwe nîşaneya erdnîgarîyê girtîye û weke cûreyek taybet a Amedê li ser navê bajêr hatiye qeydkirin û eleqeyek zede ji bo vî cûreyê zebeşê heye.

KURDŞOP
701 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!