Berhema genim li Herêma Kurdistanê

Hanî

Kurdshop -  Genim ne tenê li Kurdistanê, li cîhanê jî yek ji berhemên xwarinê ye. Genim yek ji dexlên herî zêde tê bikaranîn li cîhanê ye. Ev dexla her çend di rewşên cuda yên avhewa û rewşên cuda yên axê de şîn dibe, lê baştirîn şêweyî di gel herêmên navîn ku baran di navbera 30 û 90 cm (12 û 36 înç) de dibare, çêtirîn e.

Genimê demsalên Zivistan û Biharê du cureyên sereke yên çandiniyê ne, pêkhateya xwarinê ya dexlê genim bi cûdahiyên avhewa û axê re heya astekê diguhere. Li ser hev, naveka vê ji sedî 12 av, ji sedî 70 karbonhîdrat, ji sedî 12 proteîn, ji sedî 2 rûn, ji sedî 1.8 kanza û ji sedî 2.2 fîbera xav li xwe digire. Û her weha tiyamîn, rîbofavîn, niyasîn û hinek vîtamîna A jî li xwe digire.

Genim berhema herî girîng a dexlê ye ku li Kurdistanê tê hilberandin. Ev cureyên genim jî ku li deştên Kurdistanê tên çandin pir cure ne, yên herî girîng ev in, rezaw, bihare, spîke, zerd e.

Lê, genimê Meksîbakê ku di sala 1964an de ji Iraqê re hatibû şandin û di sala 1967an de dest bi çandiniyê kiriye, li Kurdistanê bi awayek berfireh tê çandin; Nemaze ku salane di wan cihan de asta barîna baranê di navbera (450 û 500 mm) de ye. Çandina genim zêdetirîn qada çandiniyê li Herêma Kurdistanê dagir kiriye, lê li gorî şert û mercan, ev dever ji salê heta salê diguhere û her weha ji ber cudahiyên avhewayê, qasa berheman ji sal bi sal û pê ve diguhere.

Ev dexla bi şêweya rasterast û nerasterast wek tişta xwarinê ji bo mirov û heywanan bi karê tînin û çi wek ard, û piştire jî wek nan, çi jî bi bikaranîna gelek berhemên din ên xwarinê tê bikaranîn. Ardê genim di gelek xwarinan de pêkhateyeke sereke ye, ji wana makeronî, nodel, nan û … hwd.

Li Kurdistanê dîroka bikaranîna genim

Cotkarî û çandina genim pîşeyeke demdirêj a Kurdan bûye û lêkolînên dîrokî jî vê yekê nîşan didin ku berî hemû deran mirovên rûniştiyê wê deverê ku îro jê ra Kurdistan tê gotin, nasyariya van di gel genim hebûye û ji bo xwarina xwe bi kar dianîn; Her çawa ku li gundê Çermo yê nêzîkî Çemçemalê hatiye dîtin 1000 mêr ên nêzîkî Silêmanî û gundê Elî Quş li Rojhilatê Kurdistanê.

Hemû delîlên dîrokî jî vê yekê nîşan didin ku şaristaniya li Mezopotamyayê (welatê di navbera her du çeman de) li ser bingeha berhemên çandiniyê, bi taybetî genim bûye. Piştre ev berhema han û çawaniya çandinê û hilberandin jî, ji bo welatên din ên Rojhilata Navîn, Ewrupa û Afrîkayê hatiye veguhastin. Ji ber vê yekê tê bawerkirin ku Kurdistan yekem welat bûye û her weha yekem cihê bikaranîna genim bûye.

Em dikarin girîngiya aboriya genim di van xalan de kom bikin:

Ji ber vê yekê ku genim weke berhemeke sereke ya xwarina mirovan tê hesabkirin, di aboriya her welatî de xwedî pêgeheke bilind e û her ji demên beriya dîrokê xwarina mirovan bûye. Di destpêkê de bi şêweya qelandî xwarin e û piştre kirine ard û hevîr da ku nan pê çêbikin.

1 - Di pîşesaziya şîraniyê de weke hevîrê karî û wek kêk û bîskuvêtan tê bi karanîn.

2 - Parçe û pelên kesk û şewitî bi hişkî wek alif an alîk didin bi heywanan.

3 - Dendikê genim wek alif didin bi heywanan.

4 - Bikaranîna dendikê mezin ji bo sawar û genimê kutayî û hûrkirî ku xwarinên weha jî xwarinên berê yên Kurdewarî ne.

5. Ya herî girîng jî, bikaranîna genim ji bo çêkirina nan, bi taybetî genim ê hûr, ji bo nan, semûn û cureyên din e jî.

Berhemên genim li parêzgehên Herêma Kurdistanê

1 - Parêzgeha Hewlêrê: Ji bo hilberîna genim girîngtirîn naçeya Kurdistanê ye û di navbera salên 2010 û 2020 'an de bi danaberhev a di gel herêmên din ên Kurdistanê zêdetirîn berhema gemin hebûye. Bêguman ev jî ji ber vê yekê ye, ku ji bo çandina vê cora çandinê qadeke mezin hatiye terxankirin, bi awayekê ku li ser hev ev 10 sal in parêzgeha Hewlêr qada 1 milyon û 138 Hezar û 437 donimên zevîyên çandinê ji genim re terxan kiriye.

2 - Parêzgeha Silêmanîyê: Duyem parêzgeh tê hesabkirin bo berhemanîna genim, û ev qada ku di vê parêzgehê de bo çandina genim hatiye destnîşankirin nêzîkî 320 Hezar donim dibe. Ev qada li parêzgeha Hewlêrê biçûktir e, lê bi sedema quwetbûna axa vê parêzgehê, bi dana berhev a di gel parêzgehên din yên Kurdistanê, berhema vê zêdetir e.

3. Parêzgeha Duhokê: Di berhemhênana genim de parêzgeha sêyem e piştî parêzgehên Hewlêr û Silêmanîyê, ku di heyama van 10 salan de 783 Hezar û 185 donim zeviyên vê parêzgehê genim lê hatiye çandin.

4. Parêzgeha Helebce: Berhemanîna genim û çandina vê di navbera salên 2016 û 2020 ' an de berdewamî hebûye. Zeviyên vê parêzgehê herî bi bereket in û genimê vê baştirîn bûye di asta Herêma Kurdistanê de. Li vê parêzgehê qada 69 Hezar û 39 donim zeviyên vê bi genim tên çandin.

Niha li Kurdistanê demsala dûrîna genim e û li gorî amarên Wezareta Çandinîyê berhemanîna genim li Kurdistanê sal li şûna salê zêde dibe, bi awayekê ku îsal gihîştiye 126 Hezar ton an ku kêmtirî du caran hewcehiya hundirî Herêma Kurdistanê ye.

KURDŞOP
582 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!