Parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê navenda berhemanîna serekî ya tûferengiyan e li Îranê

Di 3600 hiktar li zeviyên çandiniyê yên vê parêzgehê de her sal nêzîkî 75 hezar ton şilik an wek li Rojhilatê Kurdistanê dibêjin tûferengî hilberîn dibe. Sal li şûna salê jî rûbera wan zeviyên ku tûferengî li hundrî wan de hilberîn dibe zêde dibin.

Kanî

Kurdshop - Çandina Tûferengî li parêzgeha Sinê ya girêdayî Rojhilatê Kurdistanê dîrokek zêdetir li 150 salan heye, seqa û hewa û rewşa heyî û baranên guncaw û cotkarên mandînenas hemû bi hev re destê hev du girtine bo vê ku ew parêzgeha bibe navenda hilberîna tûferengiya Îranê.

Ji aliyê asta çandin û hilberîna tûferengî li Îranê û heta li navçê de jî, ev parêzgeha han weke navenda sereke ya hilberîna tûferengî tê naskirin. Di hemû ciheke Îranê de, tûferengî bi Kurdistanê naskiriye û êdî ew tûferengiy nine û mafê vê yekê heye ku bi navê tûferengî ya Kurdî binav bikin.

Tûferengî ya bi nîşandek(marka) Kurdistanê ye û hewce ye pêngavên micidtir bona tomarkirina vê nîşandekê bên avêtin. Di 3600 hiktar li zeviyên çandinî yên wê parêzgehê de her sal nêzîkî 75 Hezar ton tûferengî hilberîn dibe. Sal li şûna salê jî rûbera wan zeviyên ku tûferengî li hundrî wan de hilberîn dibe berfirehtir dibe. Dahata giştî ya çandina wê berhemê di heyama salekê de nêzîkî 300 milyon Tûmen di her hektarê de bûye.

Di asta cîhanê de navîniya hilberîna tûferengiyê, 22 ton di her hektarê de ye, lê navîna hilberîna tûferengiyê li parêzgeha Sinê, 16 ton di her hektarekî de ye. Sala derbasbûyî li seranserê Îranê, 120 Hezar ton tûferengî hatiye hilberîn, ku ji sedî 62 wate nêzîkî 75 hezar ton ya wê parêzgehê bûye.

Ev yeka di demekê de ye ku paêzgeha Sinê ji sedî 1.7 rûbera welatê Îranê ye û hejmara rûniştiyên wê jî 1.88 koma rûniştiyên Îranê ye.

Tûferengî di Sinê de tenê bo demsala Biharê nine û di vê parêzgehê de xeynî li tûferengiya buharê, tûferengiya payîzê û gulxaneyî jî tê hilberîn kirin. Li Îranê curên resen yên tûferengiyê ku tên hilberîn wiha ne: Curên Kurdistanê, Gêlasî, Etabekî û Dêlendî, ku bi sebeba nebûna plan û piştevaniyê, cihên ku dane bi wan curên ku tenê şiklên ciwaniyê hene, lê bê tam in û di nav civakê de bi tûferengiya piastîk naskiriye û ew jî yek ji sebebên kêmbûna hilberîna tûferengiyê ye li Kurdistanê.

Tûferengî xwedî dahateke zêde ye û dikarin li gelek deverên Kurdistanê biçînin, yek ji taybetiyên wê jî ew e ku dikarin li zeviyên lêj de jî biçînin. Çinîna tûferengiyê di dawiya Gulanê de li deverên cuda yên parêzgeha Sinê dest pê dike û heya dawiya meha Hezîranê û li hin deverên sartir de jî heya dehikên yekem ên Tîrmehê berdewam dike. Ev hilberîna niha çavkaniya dahata zêdetir ji 15 Hezar malbatan e û li zêdetirî 3 Hezar û 600 hektar zevî li bajarên wê parêzgehê yên wek Sine, Kamyaran, Merîwan û Sewlava tê çandin.

Di çend deh salên borî de, pişka parêzgeha Sinê di hilberîna tûferengiyê ya Îranê de zêdetir ji sedî 90 bûye û di deh salên borî de jî pişka wê ji hilberînê kêm bûye, ku ev yek jî hişyarî ye ku Sine di wî warê de pêgeha xwe ji dest dide.

Hilberînerên tûferengiyê li vê parêzgehê di demsala çinînê de rastî gelek pirsgirêkan dibin. Pirsgirêkên sereke yên cotkaran nebûna rêyên sereke, nebaşbûna rêyên di navbera zeviyan de, nebûna av û nebûna sarker(sarinc) ji bo depo kirin û gihandina berhem ji bo bazirganên ku tûferengiyê bi nirxên erzan dikirin. Pêşxistina çandinî, hilberîn û derfirotina tûferengiyê, bi berçavgirtina potansiyela parêzgehê, dikare derfetên kar ji bo ciwanên parêzgeha Sinê çêbike.

Bazara cotkaran tenê Tehran û çend bajarên mezin ên Îranê ye û bi kêmbûna nirxa firotinê, hilberîner pêdiviya xwe bi berhemanîna zêde nabînin û ev yek jî dihêle ku hilberînerên tûferengiyê ji veberhênana di vê sektorê de nerazî bin. Bi sebeba dabînkirina bazarek ji bo derfrotina tûferengiyê bi sebeba bilindbûna asta hilberînê li parêzgehê, nebûna hêsankarî û alavên standard, wek wesayîtên sarkirin (sarinc)ê ji bo veguhastina berheman, çêkirina pîşesaziya veguhastinê û her weha nehiştina delalan (navbeynkar) di kirîna berhem de, nîgeranî û daxwazên hevpar ên cotkarên parêzgeha Sinê ye.

Nebûna konteynerên standard ji bo depo kirina Tûferengiyê yek ji pirsgirêkên veguhestina wê mêveyê ye ku, cotkar neçar dike ku konteynerên parêzgehên cîran bi nirxên bilind bikirin. Li gor amarên gumrika Başmaxê derfrotina tûferengiyê ji parêzgeha Sinê bo Herêma Kurdistanê di heyama salekê de tenê 41 ton bi nirxa 66 Hezar Dolarî bûye, ku hejmareke pir kêm e, bêguman hêjayê behskirinê ye ku eger berhem jî bê zêdekirin, liberçavgirtina nebûna jêrxanîn veguhastinê bo derfrotina tûferengiyê, cotkar nikarin bazara armanc bo firotina berhemên xwe peyda bikin.

KURDŞOP
609 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!