Kana û çavkaniyên herî zêde yên zêr li navçeyên Rohilatê Kurdistanê ne

Îran yek ji wan welatan e ku bi serçend navçeyên erdnîgarî yên cuda de dabeş bûye, her ew yek bûye sedem ku çend kanî û madenên cuda lê hebin û xwedî dewlemendî be, ku hin ji wan bi nirx in û weke çavkaniya dahatê tên hejmarkirin

Silêman Taşan

Îran yek ji wan welatan e ku bi serçend navçeyên erdnîgarî yên cuda de dabeş bûye, her ew yek bûye sedem ku çend kanî û madenên cuda lê hebin û xwedî dewlemendî be, ku hin ji wan bi nirx in û weke çavkaniya dahatê tên hejmarkirin. Nexşeya herî dawiyê ya madenan li Îranê nîşan dide ku beşa Kurdistanê ya Îranê pişka herî zêde ya wan çavkaniyan heye.

Li gorî zanyariyên malpera Goldnews heta niha li Îranê 68 cure kana û maden hatine naskirin ku buhaya bazirganiyê hene. Yek ji wan madenên giranbûna zêr e ku çend sal in tê berhemanîn û yedeka wê jî her sal zêde dibe

Di ware zengîniya madenên cuda de Îran di rêza 15 welatên herî li pêş ên cîhanê de ye, li gorî amaran yedeka zêrê Îranê ku nehatiye derxistin digihêje 320 ton an. Deme ku ÎRAN HER SAL Çend tonên zêr berhem tine û plan heye ku di van salan de qebareya wê bigihêje 12 tonan di salekê de û li gorî planeke demdirêj dê berhema wê bo 25 tonan bilind bike.

Madenên herî giring û mezin ên Îranê li bajarê Tîkab ên Rojhilatê Kurdistanê ne ku dikeve parêzgeha Urmiyê, kevi û xweliya wê madenê jî bi hemberkirin li gel madenên din kalîteyeke pir baş heye ji her tonekê bi kêmanî 5 gram zêr tê berhemanîn.

Sala 2012ê sê madenên din ên zêr li bajarê Seqiz ê parêzgeha Sine hatine dîtin ku tê payîn yedeka zêrê wan bigihêje 12 tonan.

Parêzgeha Urmiyê yek ji wan parêzgehên dewlemend e di ware madenên zêr de û her sal bêhtir ji 700 kg zêr ji vê parêzgehê ve bo bazarên cîhanê tê henardekirin.

Beşeke zêde ya berhemê zêrê Urmiyê di navxwe de tê bikaranîn û beşek din jî bo hilberînê tê bikaranîn. Parêzgeha Urmiyê dikare bibe yek ji navendên giring ên berhemanîna zêr ne tenê li Îranê lê li tevahiya cîhanê bi mercê ku bi başî di wê sektorê de veberhînan bê kirin.

Sala 2014ê zelal bû ku madena (Zêrşoran) 20 milyon ton kevirê zêr heye û kargeha zêr a Zêrşoran kargeha herî mezin a berhemanîna zêr li Îranê tê hejmarkirin ku her sal 3 ton zêr berhem tine.

Zerşoran 35km dûrî Tîkabê ye û 15km dûrî Text Silêman e û li gorî wê hilberîna ku têde tê kirin, dikare derfeta kar ji bo hezar û 250 kesan dabîn bike. Ji bilî wê madenê li navçeya Qul Qule ya Sine, Xurape ya Pîranşarê û Seqiz û çend cihên din ên Rojhilatê Kurdistanê zêr tê berhemanîn.

Li Parêzgeha Sine 400 madenên cuda hene lê madena zêr a herî giring e û zêdeyî %50 ya zêrê tevahiya Îranê li Sine tê berhemanîn.

Li parêzgehên din ên Îranê jî zêr hatiye dîtin û her sal beşek zêr lê tê berhemanîn, lê berhema wan kêm e û li gel berhema zêrê Kurdistanê nayê hemberkirin. Li Azerbaycana Rojava (Urmiye), Kirman û Xurasama Rezewî, Îsfehan, Hemedan, Sîstan û Belûçistan û çend cihên din ên Îranê çavkaniyên zêr hatine dîtin.

Di demên dawiyê de li nêzîkî bajarê Teftan a Sîstan û Belûçistanê madeneke zêr hatiye dîtin ku di qonaxa lêkolîn û taqîkirinê de ye û tê payîn ku 24 ton zêr di vê madenê de hebe.

Sala borî cîgirê wezîrê pîşesazî û maden û bazirganiyê ji medyayên Îranê re got ku, hê jî li wan kaniyan dest bi berhemanînê nekirine lê bal kişande ser wê yekê ku li gor qebareya kevir û xweliya di madenê de heye dibe ku 50 ton zêr têde be.

Bi giştî ew yek hatiye îsbat kirin ku çavkaniya sereke ya berhemanîna zêr li Îranê li beşa Kurdistanê ye, bi pêşxistina wê dikare derfeta kar bê dabînkirin û navçe were avedankirin, lê ew kar nehatiye kirin û xêra wê bo navendê bûye û toza wê jî çûye nav çavê xelkê navçeyê.

KURDŞOP
705 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!