Li Îranê ji sêyan yekî xelkê di bin hejariyekî giran de dijîn

Li Îranê li gorî amara sala borî bo her malbateke çar kesî heft milyon û 700 hezar tumen hatibû destnîşankirin ku bo her kesî dibe bêhtir ji milyonek û 900 hezar tumenan ku bo her rojekê dibe 63 hezar tumen ku hê jî di bin asta standarta cîhanî de ye

Silêman Taşan

Kurdshop - Tevî ku amarên saziyên fermî yên Îranê dûrî rastiyê ne lê eger ew jî weke bingeh bêne wergirtin nîşan dide ku xelkê Îranê di rewşeke aborî ya pir xerab de ne û  yek li ser sê ya şêniyan di bin hêla hejariyê de ne û barê giran ê jiyana wan sal bo salê girantir dibe û di hember de rejîma despot tenê bi gotinên xweş dibêje dê kirîzan derbas bikin, bê ku ti pêngaveke piratîk bavêje.

Li gorî wezareta Kar a Îranê hêla hejariyê di du salan berî niha de bo malbateke çar kesî çar milyon û 440 hezar tumen bû lê sala borî gihaye heft milyon û 700 hezar tumenan. Ya ku  hate gotin hejmareke navendî ye bo tevahiya Îranê, û eger em bajarê  Tehranê weke mînak bidin berçavê xwe, her li gorî amarên wezareta kar hêla hejariyê bo heman malbatê 14 milyon û 700 hezar tumen hatiye hesabkirin. Wate her malbateke çar kesî ku li Tehranê jiyan dike eger her meh bireke kêmtir ji wî pereyî bidest bixe dikeve bin hêla hejariyê û weke malbateke hejar tê hesabkirin. 

Gotin û Karê rejîmê ne wek hev in

Tenê ji Newroza îsal heta niha buhaya hin maddeyên xwarinê di navbera %30 bo %40 bilind bûye û hemû planên Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bo kontrolkirina înfilasiyonê şikistine.taybetmendiya reşnivîsa budceya Îsal ya Îranê ku hê jî nehatiye pejirandin nîşan dide ku heta dawiya salê înflasyon wê hê jî bilind bibe û hejmareke zêdetir a welatiyên Îranê dê bikevin bin hêla hejariyê.

Budce ku projeya herî giring e bo kontrolkirin û dabeşkirina dahatê bi yeksanî û rêgirîkirin ji hejariyê, ti birgeyeke cihê hêviyê têde nine ku bikare rewşa jiyana welatiyan baştir bike. 

Di budceya îsal de para Artêşê %36 hatiye zêde kirin û bûye 49 tiriliyon tumen, budceya Hêza Întizamî(Polîs) û Asayîşê %44 zêde bûye û bûye 62 tiriliyon tumen.  di demekê de ku budceya rê li ber girtina pîsbûna jîngehê ku yek ji kirîzên Îranê ye tenê 81 milyar tumen jêre hatiye danîn, neh milyar ji budceya sala borî kêmtir e û ti projeyek têde nine ku bibe sedema kêmkirina hejariyê

Ji aliyê din bi berçavgirtina înfalsyonê ku li gorî sala borî bûye %47 biryare mûçeya karmend û fermanberan tenê %20 û ya karkeran %27 were zêdekirin û ew jî nîşan dide ku îsal dê rewşa wan pir zehmet bibe. mûçeya bineretî (Kêmanî) ya karkeran tevî hemû alîkariyan bûye 7 milyon tumen, di demekê de ku hêla hejariyê ya sala borî heft milyon û 700 hezar tumen bû û îsal wê bilindtir bibe.

Hêla Hejariyê

Hêla hejariyê li gorî standarta cîhanî her sal tê guhertin û her welatek jî hêla xwe ya hejariyê diyar dike û standartên xwe diguhere, li gor standarta cîhanî her kesê ku rojane kêmî du dolaran bidest bixe di bin hêla hejariyê ya tam de ye , hinekê zêdetir ji vê dahatê bi hejariya rêjeyî (Kêm Hejar) tê hejmarkirin.

‌Li Îranê li gorî amara sala borî bo her malbateke çarkesî heft milyon û 700 hezar tumen hatibû destnîşankirin ku bo her kesî dibe zêdetir ji milyonek û 900 hezar tumenan ku bo rojekê dibe 63 hezar tumen ku hê jî di bin standarta cîhanî de ye.

Amara herî dawiyê nîşan dide ku 30 milyon kes ji xelkê Îranê di hejariya tam de ne û hejmara kesên weke hejar tên hesabkirin û bi zehmet pêdiviyên xwe yên rojê dabîn dikin digihêje 60 milyon kesan

Li gor vê yekê li Îranê yek li ser sê ya şêniyan di bin hêla hejariya tam de dijîn, pirsgirêk jî ev e ku çi hêviyek bo çareserkirina vê rewşa Îranê di rojevê de nine  

Çend sedemên navxweyî û derekî

Hin sedem li Îranê hene ku wesa dike xelk di rewşeke xerab de bijîn. Beşeke wan sedeman herdemî ne û her ji destpêka damezirandina Komara Îslamî Ya Îranê ve bûne sedema paşketina aboriya wî welatî,hin sedem jî hene ku demkî ne û carna derdikevin û dibin sedem ku xelk hejar bibe.

Tevî nebûna wekheviyê di dabeşkirina dahata welat de, sîstema aborî ya Îranê sîstemeke girtî ye û hê jî vî welatî pênaseyeke zelal bo aboriya xwe nine. Dema ku di sala 1979ê de Xumeyînê desthilat girte destê xwe got "Aborî ya Keran " e ji ber wê ti caran aborî di plana destpêkê ya wî welatî de nebûye. Tevî wê yekê dahat li wî welatî bi wekhevî nayê dabeşkirin ku gelek ji wan têne talankirin, beşek jî bo ware leşkerî û berfirehkirina desthilat û bandora Îranê li navçeyê tê xerckirin, bi giştî ti şefafiyetek di wî warî de nine û kesên nêzî desthilatê sûdê dibin.

Di ware navdewletî de siyaseta derve ya Îranê li ser bingeha asayîş û pêşxistina îdeolojiya Îsalamî ya Şîeyan hatiye avakirin ku aborî di plana wan a destpêkê de nine.di demekê de ku di vê qonaxê de gelek ji welatên pêşkeftî yên cîhanê siyaseta xwe ya derve li ser bingeha planên aborî datînên û ji deriyê pêşxistina aborî pêngavan davêjin û warên din ên weke civakî, siyasê , pêşesazî,rewşenbîrî û teknolojiyayê pêş dixînin û diparêzin û her di vê çarçoveyê de asayîşa xwe ya nîştimanî diparêzin.

Welateke weke Çînê kêmtirîn destwerdana serbazî, siyasî û asayîşî di welatên din de  heye, lê kelûpel û berhemên wam li hemû welatên cîhanê tên dîtin û waye dibe yekem super power a abaorî ya cîhanê û dixwaze bi riya hêza xwe ya aborî desthilata wê bi ser hemû cîhanê de hebe

Îran bi vê siyaseta şaş ku di astê navdewletî de dimeşîne sedema sereke ya birçîkirina xelkê wî welatî ye,çalakiyên wê yên atomî weke gef bo ser cîhanê tên hejmarkirin, ji ber wê welatên din herdem Îran ceza kirine û ji siyaseta Îranê dilgiran in.

 Di sala 2018ê de cezayê herî giran li ser destê Donald Trump bi ser Îranê de hat sepandin ku buhaya dolar ji çar hezar tumenan gihaye nêzî 50 hezar tmenan û di vê heyama kurt de dolar li hembr tumen 13 caran ji asta xwe bilindtri bû. Bandora wan cezayên derekî ji aliyekê û xerabiya rewşa navxwe li aliyê din bûye sedem ku rêjeya înflasyonê her ku diçe bilindtir be.

Pirsgirêka sereke nebûna planeke guncaw e, Îbrahîm Reîsî bixwe di astê xwendinê de kesek lawaz e û yek ji wan kesane ku di destpêka komara îslamî de rola wî di girtin û darvekirina bi dehan girtiyên siyasî de hebûye . ewqas ku hikûmeta bi serokatiya Reîsî giringiyê dide planên emnî, giringiyê nade aboriyê û gotinên wî yên derbarê kontrolkirina înflasyonê tenê siloganên vala ne.

Geşekirina aboriya Îranê girêdayî vê yekê ye ku peywendiyên Îranê li gel welatan cihê baweriyê bin û asta weberanîn û hilberînê bilnd bibe heta ku di siberojê de bibe sedema dabînkirina derfetên kar û kêmkirina hejariyê

Îran Dewlemend e

Îran di ware çavkaniyên ser erd û bin erdê de bi yek ji welatên dewlemend tê hejmarkirin, di ware yedeka gazê li ser astê cîhanê di pileya duyem de ye, xwedî petrol û maden û çavkaniyên cûda ye ku dikare sûdê jê bibîne.

Di ware çandiniyê de ew welat dewlemend e û dikare pêdiviyên xoreka navçeyê dabîn bike, lê siyaseta şaş a hikûmetê bûye sedem ku her sal rewşa çandiniyê paş bikeve, planên taybet bi kontrolkirina avê ziyan gihandiye axê.

Di warê cografî û bazirganiyê de xwedî pêgeheke giring e ku Başûrê Asya bi welatên Qefqaz û Asyaya Navî ve girê dide, tevî wê yekê Îran li ser kendavê û deryaya Omanê ye ku dikare bazirganiya deryayî bike, siyaseta şaş ya Îranî bûye sedem ku Çîn û Hindistan bixwazin riyeke din bibînin ku xwe bigihînina Asyaya Navîn

Daketina Asta Berhemanîna Petrolê

Dahat yan berhemê petrola neparzûnkirî ya navxwe ya Îranê di sala 2017ê de di bin bandora rêkeftina atomî û rakirina beşek ji dorpêçan de gihaye 450 milyon dolaran. ew dahata ku Îranê ji sala 2010 heta 2018ê bidest xistiye, zêdetire ji dahata 50 salên berî wê ya Îranê, lê ew bo warê pêşxistina çekên atomî, mûşek û berfirehkirina desthilata xwe ya leşkerî û terorê bikar aniye.ew jî bo sedem ku dahata petrola xav ya Îranê di sala 2020ê de bigihêje kêmî 200 milyar dolarn û di du heta 3 salên borî de ew daketin berdewam bû.

Welateke weke Hindistanê kariye di nava 10 salan de rêjeya tam a hejariyê ji %20 bike %10. Welatek ku piştî Çînê xwedî hejmara herî zêde ya şêniyan e bi wî awayê kar dike, di demekê de û petrol û gaza wan nine û hawirde dike. Yan welateke wek Japonê ku çi çavkaniyeke xwezayî nine lê li wî welatî hejarî nine. Li ser astê navçeyê jî welatên wek Qeter, Îmarat û S`ûdiye pêngavên mezin di ware aborî de davêjin.lê Komara Îslamî ya Îranê hê jî mijûlî henardekirina îdeolojiya xwe ya paşkeftî ye. Dahata petrola xav a S`ûdiyê li gorî amara herî dawiyê gihaye bêhtir ji tiriliyonek û 100 milyar dolaran û bo cara yekem di dîrokê de tiriliyon dolar tomar kir. Lê amarên ku me behsa wan kir nîşan dide welatê Îranê ku li navçeyê hevrikiya S`ûdiyê dike di çi rewşekê de ye.

KURDŞOP
659 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!