Şadî
Kurdshop – Mêşvanên ku li qada çiyayî yên li bajarê Colemêrg a Bakurê Kurdistanê ku bi rûberiya dewlemend a giya, gul û kulîlkên xwe derdikeve pêş demsala bicîhbûn û vedana çadiran û piştî barîna baranên zêde û bi bandor ên vê daviyê li benda berhemeke zêde ya hingiv in.
Li Colemêrgê bi destpê kirina germayê, xebata hingivên gulan yê organîk ango xwezayî ya mêşvanan destpê kir.
Mêşvananên ku sandoqên xwe yên mêşan birin qada çiyayî ya ku bi şînkayî û çavkaniyên avê dewlemende, li wir di çadir û konteyniran de dimînin.
Mêşvanên ku beşeke zêde ya roja xwe bi paqiş kirina sandoqan û vala kirina şaneyên hingivînê ve derbas dikin, di saya baranên van rojên dawiyê de li benda zêdebûna berhemê hingiv in.
Herwaha mêşvan ji bo ku mêşên xwe bi destpê kirina germahiyê re bibin zozanên ku xwedî nebatên cuda cuda yê zede ne û di heman demê de bilindin jî, rojan dihejmêrin.
Serokê Saziya Yekitiya Mêşvanan Fazil Durmuş diyar kir, sala derbasbûyî ji ber sedema kêm barîna baranê, berhemên hingivîn qasî ku dihat xwastin pêk nehat.
Durmuş diyar kir, her sal ku li parêzgehên weke Ordu, Edene, Gîresûn û Hatayê nêzîkî 200 mêşvanan dihatin herêmê û diyar got: ‘’Sala derbasbûyî serê her sandoqekî nêzîkî 10 kîlogram hingiv hat wergirtin. Lê îsal baran û demsal xweş derbas dibe. Em li bendê ne ku serê her sandoqekî 20-25 kîlogram hingiv derkeve. Li herêma me nêzîkî 1500 mêşvan hene. Nêzîkî 500 mêşvanan ji wan amatorin. Nêzîkî hezar mêşvanên me jî, ji aliyê rêvebiriya çandinî û daristanê ya bajêr ve hatine piştevanî kirin. Rûberiya cureyên giya, gul, kulîlk û nebatan li herêma me dewlemende û gelek cureyên giyayan hene. Hingivê Colemêrgê bi sedsalane ku xwedî eleqeyeke mezine. Di dema Osmaniyan de jî ji bo Qesra Sultan hingiv li vir dihat şandin. Ji bo hingivên me daxwaz jî hene û li herêma me bi navînî li ser 1500 ton hingiv tê dest xistin û hîvîdarin ku ev demsal ji bo hemî mêşvanên me bibe demsala berhemê baş bidest xistinê.’’
Yek ji mêşvanê bi navê Ekrem Kutluk ku mêşên xwe li gundê Gûndeş yê ser bi navçeya Çelê bi cîh kiriye anî ziman ku wan dest bi vekirina demsalê kiriye û xebatên xwe yên paqiş kirina sandoqan kirine.
Kutluk diyar kir, li herêmên çiyayî yên bajêr bi dehan cureyên giya hene û ji ber vê jî tama hingivên ku ew berhem tînin bi lezettir û xweştire û ragehand: ‘’Em şekir nadin mêşan. Gulên me cuda ne, em hingivên organîk dihelbirînin. Hingivê gulê ya Colemêrgê bi nav bange. Em ji bo Stenbol, Îzmîr, Enqere û Wanê hingiv dişînin. Li gelek cîhên cuda jî daxwaz hene. Îsal em ji bo berhem anînê ya zêde bi hêvîne ji ber ku baran û befir zêde barîn. Mêşvanên din jî dest bi xebatên xwe kirin. Li herêmê gelek mêşvan hene û her sal ku derbas dibe, mêşvantî berfirehtir dibe.’’
Ji mêşvanan Ednan Yîgît jî anî ziman ku 13 sale mêşvantiyê dike û diyar kir, ku wî lênêrîna mêşan a biharê kiriye û got, mêşên ku bê hêzin jî bi dermanan tên piştevanî kirin.
Ednan Yigît diyar kir ku ew ê heta dawiya meha Gulanê li gund bimînin û piştre sandoqan bibin herêmeke din û diyar kir: ‘’Li her derî mêşvan têne vê derê. Ev der herêmeke bi berheme. Cureyên cuda yên giya lê hene û giyayên zinaran jî hingiv baştir dike. Ji ber wê jî hingivên me baş derdikevin. Li Ordu û Gîresunê mêşvan tên. Ew jî, em jî li vir nêzîkî 6 heyvan li gel mêşan dema xwe derbas dikin. Înşalah wê îlas berhemên me başbin. Li herêmê bi hezaran sandoqên mêşan hene û em jî li vê derê di çadiran de dimînin. Weke ku di hemî pîşeyekî de heye, di mêşvantiyê de jî zehmetiyên wê hene. Lê karekî bi xweşe û herwaha em hingivê sandoqên reş jî berhem tînin.’’
Nevzat Kutluk jî diyar kir ku li herêmê hejmara mêşvanên herêmî her ku diçe zêde dibe û diyar kir: ‘’Ez bi xwe jî li Wanê hatime. Cureyên gulan yên herêmê zêdene. Di meha Îlonê de çinîna hingiv destpê dike. Em hingivê bi şane, sandoqên reş û hingivê daverandî berhem tînin û ji bo hemî berhemhênerên demsalê hêviya serkeftinê dixwazim.’’