Fatime Bilixkanlûyî: Her çend ez astengdarim jî lê ew yek ti caran li pêşiya min nebûye asteng

Yek ji wan kesên ku ew astengiyên li pêş xwe nas nekirî û bi hêza di xwede avakirî ve dikare beşdarî hilberînê bibe keça kurd a bi navê Fatime Bilixkanlûyî ye ku naha kargehekî dirûtina cilûbergan daniye

Şadî

Kurdshop – Di civaka kurd de gelek astengî hene, bi taybet jî astengiyên ji ber dagirkeriyê sedemê herî giring ê li pêş pêşketina asta fikir, hizirandin, aborî û herwaha bi giştî asta civakîbûnê bixwe ne. Dagirkerî nahêle ti pêşketinek di civaka kurd de pêkbê û her cure pêşketinê jî asteng dike. Heta asta xwendin û zanist û pêşketina aboriyê ya li Kurdistanê ji bo xwe wek metirsiyekî herî mezin dibine û ji bo wê jî bi gelek awayên cuda wan pêşketinan asteng dike. Ango dagirkerên Kurdistanê paşde mayîn, hejarî, dûrxistina li zanistê û her cure pêşketinekî cihana hemdem ji bo hebûna desthilatdariya xwe ya li Kurdistanê wekî garantiya herî guncaw dibînin û ew yek raste jî. Lê ew astengiyên ji dijmin ava kirine, tên fêmkirin û dijmin dikare hemû xirabiyekî li civaka kurd bike û ew yek di berjewendiya wan de ye. Lê bele ya herî xirab ew astengiyane dema ku ji aliyê civaka kurd bixwe ve tên pejirandin û xwe daxistina ji cîhana derve re û xwe nepêşxistin wekî şêwazê jiyanê tê qebûl kirin, ew metirsiya herî mezin e. Elbet mirov dikare bibêje êdî tekoşîna gelê kurd a li herçar parçeyên Kurdistanê red kirina wan pîvanên dagirkeran e û heta astekî baş jî guhertin di civaka kurd de ava bûne û heta astekî jî bi cîhana hemdem re xwe guncandin ava bûye, lê mirov dikare bibêje hîn gelek rêyekî dirêj li pêş me heye. Ji ber ku pîvan hebûna dagirkeriya li ser Kurdistanê ye û hîn ew dagirkerî jî bi dawî nehatiye.

Di civaka Kurdistanê de yek ji astengiyên herî mezin a berî naha xwendina zarokên keç bû, lê ew astengî heta astekî baş rabûye, lê naha yek ji astengiyên din jî astengiya kesên xwedî pêdawîstiyên taybet wekî mirovên ji rêzê yên civakî nedîtinê ye. Ango xwandina wan, beşdariya wan a jiyana rojane ya hilberînê û ji bo wan jî derfetên xwandin û derfetên beşdariya jiyana hilberînê ava kirinê de gelek astengî hene. Bi çavê ew astengdar û xwedî pêdawîstiyên taybet in û nikarin ti tiştekî bikin li wan tê nêrandin û ew nêrîn gelek xelet e. Ji ber ku kesên xwedî pêdawîstiyên taybet jî dikarin xwedî hizir bin û hilberîna herî mezin di hizirandinê de ava dibe. Herwaha dikarin beşdarî hilberîna di aboriyê de jî bikin, lê ya giring ew e ku di hizirandin û fikirandinê de astengdar nebin. Yek ji wan kesên ku ew astengiyên li pêş xwe nas nekirî û bi hêza di xwede avakirî ve dikare beşdarî hilberînê bibe keça kurd a bi navê Fatime Bilixkanlûyî ye ku naha kargehekî dirûtina cilûbergan daniye û kesên ku bê kar jî mane li gel xwe derfeta karkirinê ji bo wan ava kiriye. Me jî li ser vê mijarê bi wê keça kurd re hevpeyvînek pêkanî û gotinên wê yên vê derbarê de jî gelek balkêş û giring in.

Hevpeyvîn:

Ez dixwazim hûn destpêkê xwe bidin naskirin ji bo xwînerên me

Navê min Fatime bilixkanlûyî ye, sala 1995 li gundê Adaxan a ser bi bajarê Makû’yê ji dayîk bûme û li gundê xwe mezin bûme, ez ji malbateke xizan ango hejarim, em 9 xwîşkin, li gel dayîk û bavê xwe ne û me bira nînin.

We xandina xwe çawa destpê kir û çawa bi davî kir û gîhande zanîngehê?

Xandina min heta demekî bi zehmet bû. Ji ber ku ez xwedan pêdavîstiyên taybet bûn rêveberê dibistanê nehêla ez biçim dibistanê û bixwînim, êdî ez neçar mam di dibistana şevê (nêhzeta sevad amûzî) ku ji bo kesên ne xwandevan û bi temen hatibû ava  kirin de dest bi xwandinê bikim. Di vê mijarê de keda dayîka min ji bo min pir girîng bû ji ber ku wê demê kursiya min a ku ez li ser runêm tune bû, dayîka min ez bi erebana desta (taşke) dibirim dibistanê û dianîm. Û bê ku wanstandinê hîs bike, bihar, havîn, payîz û zivistan bo dayîka min ferq nedikir. Heta çend salan min bi vî awayî xwandina xwe berdewam kir, lê min nekarî zêdetir di nava kesên temenên wan jor re xwandina xwe berdewam bikim. rojekî  dema ku rêvebirê bajarê me yê Makû’yê Silêman Cehferzade serdana gundê me kir, min jêre got ku ez dixwazim xwandina xwe berdewam bikim lê rêvebirê dibistana gundê me djibêje tu nikarî werî dibistanê, bi alîkariya Silêman Ceferzade ku sipasiya wî dikim, dibistanê ez hilgirtim û min di pênc a seretayî de dest bi xwandina xwe kir, çar sal li gund xwand, sê sal li Pûldeştê xwand û herwaha min di  ezmûnên xwe de jî pîşeya ezmûnî û bijîşkî qezenc kir, lê ji ber zehmetiya min a hatin û çûnê ji bo bajarekî din, min li bajarê xwe Makûyê pîşeya jimêryarî hilbijart û xwand û ez naha li lîsansa jimêryariya zanîngeha azad a Makû’yê de me.

We kengê dest bi kar kir û çawa biryar da ku karekî bi vî rengî hilbijêrin û  navenda karê we li kîderê ye?

Beriya ku bersiva we bidim dixwazim mijarekî bînim ziman. Beriya ku ez xwandina xwe bi dawî bikim alikariya rêvebirî û berpirsên bajarê me ji min re pir bûne alîkar. Piştî ku min xwandina xwe dawî kir, ez pir caran li gelek cîhan li dû kar geriyam ji ber ku pîşeya min jî jimêryarî bû gelek cîhan de ji min re kar kirin pirsgirêk bû, min nedikarî kar bikim û gelek kesan jî pêşniyara karên cuda cuda ji min re dikirin û dibûn alîkar, lê min êdî biryar da ku ez karekî waha bikim û herwaha min ji xwe re got ku divê karê min karekî wisa be ku netenê ji bo min, ji bo gelek kesên din jî sûdmend bin, bi taybetî ji min dixwest jin bikaribin sûdê ji kar werbigrin. Bê guman min ji bo vî karî salekî amadekarî û plan kirin. Ji ber ku di aliyê madî de derfetên me wek malbat pir kêmbûn, bavê me bi temen bû, min nedikarî dest bi projeya xwe ya vî karî bikim. Ji bo ku ez bikaribim dest bi karê xwe bikim, min ji xêrxwazên me yên li Urmiye, Makû, Selmas û Pûldeştê daxwaza alikariyê kir ku bikaribim projeya xwe destpê bikim sipas bo birêz Alan Mamedî, Husên Hoşengî, Radan û gelek kesayetiyên din, ku ji min re bûn alîkar, bêguman birêz Alan Mamedî  ku ji bajarê Selmasê ye (Dîleman) kampanya ‘’ Bijî mirovahî’’ ji bo projeya min a ku pere bê kom kirin da destpê kirin. Şukir bo xwedê ku me di nava heyvekî de alîkariya pêwîst berhev kir û min bi avakirina avahiyekî ya ji bo cîhê kar dest bi kar kir û me bi 2 mekîneyên dirûnê kargeha xwe vekir, herwaha sipas bo miletê me yê kurd ku heta naha jî ji min re dibin alîkar û min tenê nahêlin. Vê gavê kargeha me berdewame, mekîneyên me yên dirûnê jî bûne 8, û herwaha 20 karmendên me yên jin hene. Em vê gavê ji bo Tehranê karê dirûnê dikin. Bê guman ez dixwazim li Kurdistanê ango li bajarên me yên kurd de jî xebatên dirûnê bikim û ji bo gelê xwe xizmetê bikim.

We got em vê gavê ji bo Tehranê dirûnê dikin. Ango hun cil û bergên farisan didrûn yan jî kurd jî ji we daxwaza cil dirûnê dikin?

Em cil û bergên kurdî jî didrûn herwaha derveyî cil û bergên kurdî yên jinan, daxwaza cilên zilaman jî gelek ji me tê kirin. Vê gavê em ji bo milet dirûmanê dikin, lê ez dixwazim bi xwe parçe bikrim û bi xwe bidrûm, karê xwe bi xwe bikim û hilberînê bikim û bifroşim lê mixabin em vê gavê ji bo firoşgehên Tehranê kar dikin, ewana parçê xwe dişînin em jî ji bo wan didrûn yanî em tenê heqê dirûna xwe werdigrin. Herwaha beşeke karê me ya herî girîng dirûna cilên zilaman yên kurdî ne, di van 2 salên ku me destpê kiriye de daxwaza cilên kurdî yên zilaman ku li herêma me hema bêje nebû pir zêde bûye lê wekî ku min amaje pê kir, ji ber nebûna bûdcê em nikarin bi xwe perçe bikrin û hilbirînê bikin, vê gavê em tenê li ser daxwazan dirûnê dikin. Tevî hemî astengiyên madî lê em şev û roj kar dikin û înşalah emê karê xwe mezintir bikin.

Dema ku te dest bi projeyeke bi vî rengî kir civakê çawa temaşeyî te kir, nêzîkatiyekî çawa li hember te  rawe kirin?. Herwaha malbata te ji bo vê karê te çiqasî piştevan bû?

Min dema dest bi vî karî kir, dayîk û bavê min gelek piştevaniya min û xwîşkên min kirin. Bi taybet dayîka min her di zarokatiya min de jî dizanî ku daxwazên min hene û pir zêde bû alîkar. Dema ji dayîka min re digotin zarokên me xwandin nebûn ti tiştekî wê Fatime bi vî halî çawa ser bikeve, lê dayîka min guh neda wan gotinan û ez gehandim vê astê.  Herwaha xwîşkên min jî gelekî  piştevanên min bûn. Di civaka me de her çend di warê pêşîlê vekirina keçên xwe de lewazî jî heye, lê malbata min pêşiya xeyal û daxwazên min negirt. Bê guman alîkarî û piştîvaniya ku civaka me, gelê me, ji bo min kirin, belkî ji bo zarokên xwe jî hinde nekiribin, heta naha jî min tenê nahêlin. Herwaha em li kêleka karê xwe de ji bo jinên ku bê serperestin jî dibin alîkar û ger bikarin hildigrin kargehê lê ewên ku derfeta wan ya hatinê nîne jî, em ji bo wan mekîna dirûmanê dikrin bi vî rengî dibin alîkar. Ez weke jinekê gelek kêfxwaşim ku karekî bi vî rengî dikin.

Cîhê karê we ango kargeha we vê gavê li kuderê heye?

Vê gavê ji ber ku me tenê kargehek heye ew jî li gundê me bi xwe ye, em di wê hewildanê de ne ku dema bûdca me zêde be em difikirin cîhên cuda û navendên bajaran de jî cîhên xwe yên kar ya dirûnê vekin.

Hun bi xwe  jî dîzayna karê xwe ya weke cilên kurdî hem cilên jinan hem cilên zilaman dikîn?  Qet fikrek te yê wisa jî heye?

Belê ez vê hêzê xwe de dibînim û ez bi xwe jî dikarim dîzayna cil û bergan bikim, herçend di zaroktiyê de hezkirina min ya ji bo dirûmanê pir kêm bû lê ez bi xwe jî li xwe heyrî ango ecêbmayî mam, ku di min de ev hunere heye lê min qet ferq nekiriye. Lê ji ber vê gavê qezenca me tenê têra pêdavîstiyên kargehê dike, ez nikarim karê dîzaynê vê gavê bikim. Lê ez û karmendên me bi wê hêviyê ne ku emê karên xwe bigehînin asteke herî baş.

Dawiyê de tu çi peyamekî dixwazî bidî û pêşneyarên te ji kesên din re çine?

Ez hertim dibêjim ku em carekî tên cîhanê. Her çend ez astengdarim jî lê ti caran li pêşiya min nebûye asteng û nabe jî. Ji ber wê jî divê em xwe pêş bixin, zana bikin, ji xwe bawer bin îrada me xurt  be, di karê xwe û daxwaz û xeyalên xwe de bi israr bin, derfetên ku malbatên me didin me em wan derfetan ji bo xwe pêşxistinê bi kar bînin, ne ku îstîsmar bikin. Herwaha divê dayîk û bavên me jî, rê ji keçên xwe re vekin û derfeta pêşketinê ji wan re terxan bikin.  Divê di civaka me de jî derfeta xwe pêşxistinê ji jinan re were dayîn û rêz ji karên wan re bê girtin.

KURDŞOP
854 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!