Dêw di çîrokên Kobaniyê de - beşa 2yem

Emel Me'mo

 

Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Di çîrokên her gelekî de motîvên cihêreng tên dîtin, ku hin motîv weke bawerî ji xwe re digirin, çimkî motîva dêw jî di çîrokên Kobaniyan de wek nîşaneya tirs, xerabî tê pêşkêşkirin. Em ji bîr nekin ku motîva dêw carinan jî di çîrokên zarokan de jî dihat bîranîn ku ew jî ji bo ku navgînek be ku zarok razê an li dijî dayik û bavê xwe dernekeve vê motivê pêşkêş dikin. Ger mebesta xwe ji bo raberkirina xerabî be wî bi şiklê mirovan pêşkêş dikin ta ku mirov jê sûd bigire ku dûrî xerabiyan bikeve, Ger mebesta xwe ji bo xuyakirina tirsê be ew vê motîvê bi awayekî derasayî digihînin bihîzer, lê ev yek çima? Ji ber gava ku mirov heman çîrokê ji devê du kesan dibihîze, wê gavê mirov tê digihê ku her yek bi rêbaz û mbesta xwe  pêşkêş dike.

Li aliyekî din, carcaran navê dêw bi taybetmendiyên xwe ve tê girêdan, an her dêwek di her çîrokekê de bi taybetiyên cuda tên binavkirin, hin ji wan dêwê sor, dêwê heftserî, dêwê heftçav, dêwê destqut, dêwê zalim û gelek navên din tên binavkirin.

Em dikarin mînakekê bidin ji çîroka gelêrî ya bi navê “Qîza Sultên” bînin zimên:

"Li memleketeke dûr, sultanek hebû, rojekê ji rojan sultan pêşbirkekê li dar dixe…axir di dawiyê de dêwek bi ser dikeve, îcar divê Sultan soza ku dabû bi cih bîne, ew soz jî ku kesê bi ser keve, sultan dê qîza xwe bide, lê ji ber ku sultan dizane yê ku bi ser ket dêw e, pir xemgîn dibe. Dêwekî bi yek çavî ye, gelekî zexm e, di paşûla wî de hin hestî xuya dibûn, helbet ew hestiyên mirovên mirî bûn, dema ku miriyek nû dimire, dêwê bejin girs berê xwe dide goristanê û wî mirî ji xwe re dike xwarin, Sultanê hejar neçar dibe û di dawiya dawî de keça xwe dide wî. Bi vî awayî dêw berê qîza Sultên dide çiyayên dûr, êdî digihêje şikefteka ku ji xwe re wek cih girtiye û dikeve hundir bi qîza Sultên re.

Sibehan zû bang li keçika hejar dike û hin hestî dirêjî wê dike, divê heta ku vegere bixwe û sîtila mezin jê re tijî hêsrên xwe bike ji bo ku dêw vexwe. Axir dêw bi hêrs dibêje ta ku ez vegerim divê tu wan hestiyan bixwî û sîtila li ser êgir tijî hêsir bikî…"   

Bi vî awayî bi rêya analîzkirina motîva em dibînin ku dêw di her du çîrokên “Bozan Axa û Qîza Sultê” ku li bajarê Kobaniyê tê gotin de em dikarin wiha motîva dêw bidin naskirin:

Motîva dêw li gel çîrokên kurdan û weke hemû gelên din bi şiklekî cuda ye, çawa di çîrokên gelên ereb de motîva xol an carinan jê re dibêjin 'îmlaq tên bikaranîn, ku ev motîv ji bo nîşaneya tirs û nexweşikiyê ye. Ku em dikarin bibêjin xol weke motîva dêw e, her tim bi awayekî nerênî hatiyê pêşkêşkirin bo guhdaran û pir kêm bi awayekî erênî tê diyarkirin. Belkî jî xol û dêw yek bin lê bi navên cuda ne, ji ber ku xol jî di piraniya çîrokên gelê ereb de tê bikaranîn. Lê em dikarin bibêjin ku dêw zindiyekî deraqil e, ku bi gelek şiklên cuda hatiyê diyarkirin. Carinan wek mirovan mîna di çîroka Bozan Axa de û carinan jî bi şiklê xwe yê normal ku çavkor, girs û mirovxur xuya dike. dêw di her çîrokekê de bi rengekî hatiyê xuyakirin, ku her yek ji wan bi taybetmendiyên xwe cuda ne ji yên din.

KURDŞOP
619 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!