Mafûrên Kurdî; Berikên koçerî

Diyako Xatûn

 

Di dîroka Kurdan de jinan rola herî sereke gêraye di qada hemû çarçoveyên jiyanê de, em dikarin bibêjin ku jin sîmbola wê civakê ye. Ji xwedawendên vê erdnîgariyê bigre, heya serleşker û dengbêjan û hwd. Di alîyê hunerî de jî dîsa jin bêbehir nebûye, bo mînak ger em behsa berikên Kurdî bikin, bi awayeke gelemperî ev nexş û berhemên newaze, bi taybetî bi dest û tilîyên jinan hatîne afirandin û çêkirin. Berikên Kurdî di reng û şêwe û wêneyanda, xwedî taybetmendiya xwe ne û girêday bi xweza û erdnîgariya Kurdistanê ne. Bi awayek ku reng û hêlên gelek cuda têde tên xuyakirin.

Em dikarin wisa bibêjin; rewşa civakî bandor liser nexşeyan heye, ne bi tenê rewşa civakî, herwisa bîr û bawerî û serdemên dîrokî jî bi awayên cuda nexşeyên berikan guhartîne û bandora xwe liser danîne. Bo mînak eger em li welatek mîna “Cizîra Erebî” berikan çêbikin, emê di nexşeyên xwe de Hêştir yan Kimkiman wêne bikin.

Şêweya wan nîgareyên ku liser berikan hatîne çêkirin û nexşandin, liser awayê endaziyarî mîna çarguşe, lakêşe, sêguşe, bavlakêşe, tamxir, çendbir û herwisa hêlên rastin.

Zanayekê Saykolocî şêwe û forma berikan bi giyanê mirov û erdî ve girêdidet. Bo mînak bazine yan xirik; nefs yan giyan e, Çarguşe erd e. Di rastî de eger em piştbestinê liser boçûna “Carl Jung” jî nekin di nexşeyan de, em nikarin xwe jê derbaz bikin. Ji bo mînak; berika koçerî di nav yek werdibin û lihev diqefin û diqirrjin û hûrdeyên xwezayî ji çiya, kend, kur, darûbar, gij û giya û hemî tevlî hevdu dibin.

Mînak; di nexşeyên ku yekser dîmenên şax û çiyayan tîne pêş çavên me. Herwisa gul ku maka nexşeya ye di berika Kurdî de, û girtirî û aloztirîn nexşeye di berikên Koçerî de. Dema ku em li berikan dinêrîn, wêneya xwe ya rasteqîne nehiştîye û ber bi şêwazekê taybet çûye û ji bo têgehiştinê me pêtivî bi xwendinek baş heye. Du curên gulan di berikên Kurdî de hene, “Gula Orsê” û “Gula Komkolavok” û hurdeyê her du gulan ji “Qaçolîkê” pêkdihêt û herwisa em dikarîn bêjîn sêguşe bingeha nexşeyane di mafûrên Kurdî de.

Di basên sertir de me bas li berikan kir, behsa bandora erdnîgarî û xwezayê liser mirovan kir, mîna çîya, gupîtkên befirê, şînkatî, dar û bar, kanî, rûbar û solav hwd. Nexasime ev karîgerî xwe di rengan jî da dibînit û her yek hêmayê tiştekî ne. Lê em pitir rengên xwezayî di wan berikan de dibînîn, mîna rengên sor, zer, kesik, pirteqalî, şîn, sipî û qehweyî. Herweha carna rengên reş jî di wan berheman de bikarhatîne û bi kêmî em rengên girtî têda dibînin. “Mesud Rehîmî” liser bikarînana rengan dibêjît: “Rengên sor û zer û formên gerim ên bihêz di tevnê Kurdan de bi jîn û jiyara Kurdan li ser sîngê çîyayên befirgirtî yên Kurdistanê ve girêdaiye, ji ber ku pêtivî bi riheke gerim û tijî bizav wekî agirî hebûye". Ji bo çêkirina rengan pitir mifa ji êmîşan dihat wergirtin; bo mînak rengê qehweyî ji kulîlka zer a “Reşkê” dihat wergirtin, Ji bo rengê reş mifa ji belgên qaşûla hinarê û qaşûlên gûzê werdigitin, ji bo rengê sor riha Ronasê bikartînan, û rengê zer ji arka zer çêdikirin, û rengê şînê asmanî jî ji Heşê dihate wergirtin.

 

Deverên koçeran gelek dewlemend bûn di çêkirna berikan da û di pirtûka “Berika Koçerî” ya nivîskar “Ismail Taha Şahîn” da tê xuya kirin ew deverên ku berik lê dihatine çêkirin, deverên mîna “Guyî, Sindî, Duskî, hinek ji Berwarî û herwesa di nav Ertuşyan da jî Qeşûrî, Jîrkî û Gewdan bûn. Lê yên zêdetir berniyasin di nav Kurdan de Koçer bûn. 

Hunera berikan li Kurdistanê ji nax û tiblên keçên Kurd ve dihate der û nexşeyên wan girêday bi xweza û erdnîgariya Kurdan bûn û di nexşeyên wan de ev yek gelek bi zelalî dihête xuyakirin, ji rengan bigre ta awayê hêlan. Lê bi lêborîn ve piştî salên 80an kiryaran ev berik ji xelkê dikirîn û difirotine mozexaneyan, herwiha li dawîya salên 1992an da jî bazirganên Tirk ji bo kirîn û paşê firotina Berikên Kurdî bi mozexaneyên cîhanî, seredana Kurdistanê dikirin. Ev yek jî bû sedema hindê ku saman û heyiyek netewî roj bi roj kêmrengtir bibît û ber bi ji nav çûnê ve biçît.

KURDŞOP
644 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!