Xişrên Jinên Mukriyanê – Beşa 14em

Leyla Nûranî

 

Qaşên bi Pêlke

Ev qaşên ku binê wan 3 an jî 5 pêlke tê de hene ku bêhtir ji bo serdestika mêxekbend û goşeyên    kurtekan tê bikaranîn.

Qaşên bi Rişîr

Ev qaşên ku binê wan rişî rişî ye. Rişiyên wê 3 an jî 5 sûret, çaryek an jî nîv pehlewî pê ve ne.

Qaşên Qebze Nûştû (Qaşên weke qalibên niviştiyan)

Xişreke sêgoşe (Sê Sûç) zîv an jî mis e ku orta vê niqêmeke sor û şîn tê de heye. Destikek pê ve dikirin û binê vê rişî rişî bûn. Qaşeke ku rişiyên wê, 5 rişiyên nazik weke (Gwê Badamî) yên text an jî pêlk pê ve dikirin, gelek caran bo gula ser kum (Taskilaw) hatiye bikaranîn. Curên wan ên 3 rişî an jî 5 rişî  qiran pê ve dikirin ku bo sûçê damana kurtek hatiye bikaranîn. 

Qiran

Yekeya pereyê Îranê di serdema Qacar û destpêka desthilata Pehlewî de. Qiran zîv e û weke riyalê niha ye, du qiranî û 5 qiranî tevî morikan dikirin stûyê    xwe, herweha tevî (Êlek, Kurtek, Berwank, Bendoke, Koçk an jî kofî) û tiştên bi wî awayî jî tê bikaranîn.

(Dugme û ta qiranî û derzî / Xirmey kird kewte erzî / Neşey cergim awirî girt / Mîsalî Peramêzî)

"Resûl Nadirî"

Qizil Mincix

Cureke zengiyane (morikên gelek hûr) yên zêr in, tevî morikên din dihûnin û weke pawane (xirxal) bi kar tînin. An jî tevî morikên weke yaqûta dirêj dikin ristik û dikin stûyê    xwe. Dema ku hosta zêrên mezin çêdikirin, hûrikên zêr ku diman girover dikirin û kun dikirin û qizil mincix çêdikirin ku karekî zehmet bû.

Qizil Bax

Bazinên şûşe, îcar eger bikin zendên xwe an destên xwe.

 Go (Gok) û Morik

Tevlihevek ji topên biçûk ên girover ên zêr û morikên Yeşim, Kareba, Pîroze, Şîlan, Yaqîq ku girover an jî dirêj in, bo Zendik, Guhar û Gerdenî û Bermoran tên bikaranîn.

Qubbe û Morik

Qubbe, ser û binê wê zêr an zîv e ku bo morikan tê bikaranîn. Bi awayên cuda Destbend û Bermûran pê çêdikin.

Serbask – Ser Qol

Ev zêra ku li ser milê kurtekan didin.

Qoytas

Xişreke ku qubeyeke wê ya navend (ne mezin û ne biçûk) heye, destikekê    pê ve dikin. Binê vê sê pêlk hene bo (Bendoke, Koçke an jî Etega Kurtek û Êlek,  Serpole, Gul û Guharan) hatiye bikaranîn.

(Şert bê be dilşadî, bo kes hel neyenim goşey çawane/ Êwarê carêk, Sibheynê carêk biçmewe ser kûpeley ximximane/ Ximêyan helbikêşim Go û Qoytas û Bendoke, legel Lifkey kolowane"

(Ehmedî Lutfî – Beytî Xec û Siyamend)

"Ewe Xezal daydemalê zêr û gerdinkeş û eşrefiye/ Qoytasan rast û çep debûn de gel goyî memkîye"

(Ehmed Lûtfî – Beyta Ehmed û Şeng)

 Qoytasên Bi Gijnîj

Cureke Qoytasê ye ku li ser hemû gopîtkên wê tişteke weke Gijnîjê  heye û binê wê pêlk hene. Bo bendoke koçke û etega kurtek û gul û guharan dihate bikaranîn.

"Ema Çaweşî be roy ewê zalim bayem çi ye?/ Gwareye, guwar çenaxe, Durre, Yaqûte, Hemayelem Berme Qoytasey ser be gijnîje"

(Mihemed Ezîz Mela  - Gelo)

 Kum – Kulav

Tişteke ji hevrîşim  û qumaş tê çêkirin û didin serê  xwe. 

"Le serî nawe kilawêkî sîm û zêr û sîm xaleqî ye/ Endazey serî gîrawe li memleketey kes nebey/ Pêwî kilawî fîdakarî ye/ nêw nêw lêy çesp krdoa bedrî behrî ye/ le kilaw bestû şedêkî mar rengî xasekîye"

(Ehmed Lutfî Beytî Mem û Zîn)

Metelok

Serî Xire û Binî Bilaw e/  Eger Aqil bî delêyî Kilawe: kilaw

Serê wê girover e, binê wê vekirî ye / ger tu jîr bî tê bêjî kulav e  - Kum

Kumê Zêr – Kilaw Altûn

Kumekî    ku ji sikeyên zêr hatiye çêkirin.

Kumê Birno -Cift (Kilawî Birnew)

Cureyê    kumê herî bilind ku taybet bo gencan bû.

Kumê Teqîle

Cureyekî    kum ku ji qumaş û têl (benê nazik) dihat çêkirin.

Tancê Kum

Dîmenek ku bi gulên batûn an jî wêneyên weke nivîsa 8 a erebî (8) dikeve orta kum.

Xişreke weke gulekê ye ku li orta kum didin.

 Deme Kilaw – Perpere

Ev sikeyên zêr ku destikekê lê didin û li dora kum û li aliyê binî pê ve didirûn. Jinên qedîm dema ku kum didan serê xwe hewrî (Ebrî) bi ser de didan serê xwe, lîreyên osmanî yên 12 an 8 dane li ser kumê xwe didan, wisa dikirin ku nîvê  wê xişrê xuya bike, li derê be û nîvê din xuya nedikir.

KURDŞOP
805 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!