Xişrên jinên Mukriyanê – Beşa 12em

Leyla Nûranî

 

Serdest / Serbask

Perçeyek zêr ê text ku wek serkember tê bikaranîn û pereyên (yek pehlewî, nîv pehlewî an jî çaryek pehlewî) pê ve dikirin.  Dirêjahiya wê bi qasî  bejna kurtek/kirasan e û berê li ser baskê kurtekan didirûn ji ber ku berê kirasan lewendiyên wan hebûn. Lê niha milê wan kirasan sade ye  û weke serdest pê ve didirûn.

 Şam rext

Gerdeniyeke ku zincîreke wê ya rexte (stûr) heye heta ser kemberê dirêj dibe, nava wê pênc pehlewî, deh pehlewî, kenedî an jî ce’ferî ye. Herweha hevterîb li her du aliyan sikeyên biçûk weke du û nîv pehlewî, yek pehlewî an jî lîre heta nêzî stûyê pê ve dikin.

Sikeyên wê sade ne an jî dora wan hatiye girtin. Şam rext her ev "bermûra lîreyan" a kevin e, tenê cudahiya wê ev e ku li şûna morikan zincîr pê ve ye.

 Koçke

Perçeyeke zêr e weke gopîtka çiya ku kun kun e û weke koçkeya (kum) Menguran qît e. Navik û du sikeyên her du aliyên şam rext pê ve ne.

 Şorabe

Rişî an jî biniya her cure xişrekê.

"Killfetî bang kirdin: le xotan den toq û telesm û zêr û sincaq û gware û kirmek/ Bibête şorabeyan cewahîrat û wired zengyane"

(Ewla Reş Ehmedî: Beyta Pîvazan)

 Şemayîl

Sikeyeke ku rûyeke wê wêneyê "Hezretî Elî" li ser hatiye nexşandin. Weke tişteke pîroz dikirin stûyê xwe ku wan ji êş û derdan biparêze.

Şemayîla durû

Sikeyeke zêr e ku aliyekî wê wêneyê Hezretê Elî û aliyê din wêneyê Hezretê Mihemed e.

 Qaş

Kevirekî    pehn e ku dora wê bi zêr an zîv hatiye xemilandin. Qulapek bi qaşê ve dikirin ku di nav mêxekbend, bermûr an jî li kurtekê xwe dixistin. Niha zincîrekî pê ve dikin û heta digihêje ser kemberê. Hin caran sade ye û hin caran jî sûret an çaryek pehlewî pê ve dikin.

 Mûrû Birincî / Morika Birinc

Morikek weke dendika birinc e, nava wê kun e û rengên wê yên şîn û sor hene û bo pawane (ristikên dikin pêyên xwe) û gerdeniyan tê bikaranîn.

 Morika Pazar

Morikek giranbuha û belek e, yên mezin û biçûk hene ku tevî "bermûr" dikin stûyaê xwe.

"Le nêw mûrûan Pazarî / Dermanî derdanî"

Derman

Eger kesek nexweş be û kes nezane çi nexweşiyeke wî heye, vê morikê tînin dikin destbend û dixin zenda wî, dema ku hebek ji vê morikê biqelişe dibêjin ev morik miriye û dê ev nexweşî ji wî derkeve.  Wate ev morik nexweşiyê nahêle.

 Morika Tayê

Morikeke ku ji yaqûta sor tê çêkirin, her kesê ku "ta"ya wî hebe vê morikê vêdixin.

Mûrû Tawik

Cureyeke morikê ye ku ji dara tawikê tê çêkirin.

Bawerî:

*Kafiran herdem êrîşî ser karwanê hêştirên musilmanan dikir dema ku Pêxember nivişt bo wan çêdikirin, kafiran ew niviştî peyda dikirin, derdixistin diavêtin û careke din êrîşî ser karwanê wan dikir, heta Pêxember got ku gopîtka zînê hêştirên xwe ji dara tawikê çêkin, îcar kafiran bi wan nedikarî.

*Morika  tawik û morika şîn bo nezerê baş in.

*Morika tawikê tiberik e, li malê daliqînin û bi zarokan vekin, li ber deriyê xwe daliqînin.

*Herweha bêrîvan vê morikê bi destikê satila xwe ve girê didin.

*Her kon û xêvetek ku morik û dara tawikê pê re be, ba ranake û birûsk lê nade.

Mûrû towşûtî – Morika dendika zebeşê 

Morikeke şîn, kesk an jî sor e ku bo gerdenbendê li gel zengiyane an jî bîcadê tê hûnandin.

Mûrû towkalek – Morika dendika gindorê

Morikeke weke dendika gindorê, bi rengên şîn û sor hene û bo gerdeniyan bi kar tê. 

Mûrû terze – Morika gijlokê

Morikeke spî ku nava wê sor e, li gel bermûr an jî mêxekbendê tê hûnandin.

Bawerî

Mûrû terze bi gijlokê re dibare.

Kesê ku Morika Gijlokê bibîne dê bextê wî vebe

Derman

Ev morik ji bo kesê ku ba kiribe derman e.

Mûrû teşwê taş – Morikên krîstal

Morikên şûşe yên hûrik ku li çend aliyên wê nuqiçk (goşe) hene, tevî mêxekbendê tê hûnandin û bi gerdenbendê (milwanke) bi morikên din re tê pêvekirin, herweha dibe ku bi lîre, pehlewî  an jî sûretî re bo gwebendê (berguhk) bê hûnandin. Herweha bo "kure meke" jî tê bikaranîn.

 

Çavkanî:

Leyla Nûranî  - Selah Payanî, "Ferhenga Cilûberg û Xişrên Jinên Mukriyanê".

KURDŞOP
544 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!