Çanda xwarinê ya Kurdan

Edîb

 Kurdistan yek ji wan herêman e ku di nav devereke çiyayî de cih digire û ji ber wê sedemê jî xelkê herêmên kurda meyla mezin ji xwarina sebzeyên çiyayî yên bêhnxweş heye. Ji aliyê din ve, ji ber herikîna jiyanê ya li ser bingeha sewalkarî, çandinî, bexçe û mêşvaniyê, bikaranîna nebatên xwarina xwezayî yên wekî kivark, kerfes, kenger, revas u xoje û hwd. dîtin. Şêweya pêjeya kurdî pir hêsan e û li ser malzemeyên berdest û xwezayî ye.

Di beşa yekem ya xwarinên kurdî de dixwazim Çend aş û xwarinên ku li herêma kurda tên çêkirin bidim nasîn.

Xwarin li Kurdistanê çawa tên çêkirin

Çend cureyên xwarinê

1 - Xwarina nîska bulxur kirî;

Nîsk, bulxura genim, pîvaz, kartol û biharat, malzemeyên hevce yên destpêkê bo pêjandina xwarineke bi tam in ku li Kurdistanê tê çêkirin û nîsk û Savar navê din yên wê aşê ne.

2 – Xwarina dane kulane;

Ev xwarin yek ji xwarinên taybet ên Kurdistanê ye ku dema şîn bûna yekemîn diranê şîrî yê zaroka, tê amade kirin û nav xizim û hevalan tê belav kirin. Ev aş di zivistanê de jî gelek hezkirîyên wê hene. Genim, Nok, nîsk û fasolyên sor, nenava hişik kirî, pîvaz û biharat malzemeyên destpêkê ya xwarina danekulan pêk tînin

3 – Xwarina perpûle

Xwarina perpûle ku bi navê xwarina nîska jî tê nas kirin, zêde di demsalên sar de tê pêjandin. Nîsk, pîvaz û rişteya aş malzemeyên destpêkê yê wê xwarinê tên pêkanîn.

4 – Xwarina sengesîr

Goştê mirîşkê Yan jî yê elokê di gel hestîyê wan de, birinc, nîsk, keşk û sînga mirîşkê ku wekî kufteyên biçûk tên amade kirin. Pîvaz û biharat malzemeyên destpêkê ya wê aşê pêk tînin ku demsala zivistanê de cihekî wê yê taybet li ser sifreyên herêmên kurdî heye.

5 - Xwarina dogê;

 Xwarina dogê hema hema li hemû bajarên Îranê tê pêjandin. Amadekirina vê xwarinê li Kurdistanê hinekî cuda ye û sebzeya xwarinê (gişnîz, kevar û nena), nokên pijandî, birincê nîvdane, rûn, mastê tehtkirî û hêk malzemeyên destpêkê pêk tînin.

6 - Xwarina doxîn;

Ev xwarin ku bi navê xwarina gezne tê nas kirin, ji genim û ceh ê qutayî di nav do de tê pijandin û ji sebzeyên bêhnxweş yên çîyayî, weke pûngê, kakûtî ji gezne û pelên şelxemê tê amade kirin.

7 – Xwarina kelemê

Jêre tirşik jî tê gotin, di pijandina wê de kelem jî tê bikaranîn, bo amade kirina wê xwarinê birinc, Savar, pîvaz, pelê kelemê, mireba bacana û nenava hişik tê bikaranîn. Di dawiyê de jî bo tirş kirina tama wê Simaq tê zêde kirin.

KURDŞOP
685 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!