Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng

Edîb

Helva yek ji dîyariyên herî bi tam a bajarê Urmîye ye, ku yek ji bijardeya despêkê ya van kesên turîst e ku serdana Urmiye dikin.

Dixwazim Çend cureyên helvaya Urmiye bidim naskirin;

1 – Helvaya gûzan

Yek ji helvayên herî xweş e ku ji şîreya tirî, gûz, şekir, gilîkoz û biharatan tê çêkirin. Ew helva ji ber pirbûna gûzan xwedî gelek taybetmendiyên xwe ye. Xwarina gûzan ji bo tenduristiya mirovan gelek feydeyên xwe hene.

Ji bo amadekirina vê halvayê madeyên xav ên herî baş û bi kalîte tên bikaranîn. Ji ber tama xwe ya xweş, ev halva di nav gel de xwediyê gelek hezkiriyan e û di piraniya merasîm û civînan de ji bo pêşwazîkirinê tê bikaranîn.

2 – Helva gêzerê

Ev helva helvayeke din a navdar û yek ji baştirîn bîranînên Urmiyê ye ku hezkiriyên xwe hene. Di amadekirina vê halvayê de gêzerên taze û bi kalîte tên bikaranîn. Bi rastî tama wê ya bêhempa heye.

Ev helvaya xweş li gorî helvayên din xwedî teşeyeke cuda ye û pir bixwar û bikêr e. Gûzên taze û xweş ên di nav wê helvayê de û tama wê ya bi gêzerê re têkeliyeke bêhempa û xweş e, bi dîtina min divê hûn carekê biceribînin.

3 – Helvaya doşavê;

Şîreya tirî an jî Doşavê maddeyek pir xurek û tonîk e û xwezaya wê germ e, ku ji bo saxlemiya laş û dermankirina nexweşiyan xwedî taybetmendî û feydeyên bêhempaye. Di şîreya tirî de vîtamînên A, B, C û mîneralên wekî hesin, magnesium, fosfor, potassium û kalsiyûm heye û ji bo xurtkirina sîstema parastinê gelek bikêrhatî ye. Ji ber naveroka xwe ya zêde antîoksîdan, şîreya tirî hucreyên xwînê yên spî di laş de zêde dike û berevaniya laş zêde dike û laş li hember nexweşiyan diparêze. Di pêkhatina vê helvaya xweş de şîreya tirî ya taze tê bikaranîn. Bê guman tama wê ya bêhempa biceribînin, hûn ê poşman nebin.

4 – Helva fistiqê;

Fistiq di nav gwîzanên herî populer de ne û bi awayekî xwezayî ev helva jî ji ber hebûna fistiqan gelek hezkiriyên wê hene. Hûn derbarê feydeyên fistiqan de çi dizanin? Ev mexzên xweş xwedî taybetiyeke gelek bihêz e, ji bilî bihêzkirina mêjî, aramkirina damaran, bihêzkirina mîde, dermankirina îshalê û sivikkirina kuxikê ji feydeyên din ên fistiqê ne.

5 – Helva Zehferanê;

Li Urmiyê helvaya herî mehbûb helvaya Zehferanê ye. Ev helva di merasim û ahengên xelkê Urmiyê de pir tê bikaranîn. Koka vê xwarinê Yewnanîstan e, lê niha ev kulîlk bi piranî li Îranê şîn dibe. Bê guman, ew li welatên wekî Îspanya, Fransa, Îtalya û li hin deverên Hindistanê tê dîtin. Çaşniya Zehferanê ji bihatirîn tam û çaşnî li cîhanê ye.

KURDŞOP
596 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!