Tevnkirin di nava Kurdan de – Beşa 7

Lûle/ Lûlke/ Lûlik

Dareke zirav`e ku 10-15cm dirêj e, nava wê kune û ben li ser wê tên komkirin. Lûle dikeve nava  Mekûkê de û "Po" pê tên têkhelkêşkirin.  (Binêre dîmenê 54 û 55)

Moleqe

Dareke ku li ser dezgahê tevnkirinê tê danîn, ev tayên ku jêre dibêjin (Rayele) ku bi ser pirekê re derbas dibin, deste deste dikevin bin Moleqeyê û ji wir ber bi "Mîç" tên kişandin. (Binêre wêne 56)

Mekûk

Tişeke hilû weke bahîvê ye, orta vê hatiye kolandin, Lûle dikeve ser wê û "Po" bi riya wê tên têkhelkêş kirin. (Binêre wêne 57)

Teniştan jî aliyekî Makûkê kune û benên li ser lûleyê hatiye komkirin pêre derbas dibe. (Binêre wêne 58).

Lûle li ser barê dirêjî û di nava Mekûkê de tê bicîkirin. (Binêre wêne 59).

Sereke Şîşê dikeve nava kuneke ku di naverasta Mekûkê de ye û serê din dikeve nava qîştarekê ku bi perrê çûkan tê qayîmkirin. Bo qumaşên weke (Kir, Po Peşmîn û Bûzû) tenê bi Mekûkê kar dikin.  Lê ji bo qumaşê bi nexş weke sicad (Çalka Nimêjê) du Mekûk tên bikaranîn. Bikaranîna hejmara Mekûkan ne girêdayî rengê wî qumaşî ye ku çêdikin lê girêdayî, wan nexşan e ku li ser qumaş tên amadekirin.

Gotinên Mezinan

Min tû nekirî tevnkar heta tu Mekûkên min bidizî

Nerde

Dareke li pêşberî kesê tevn dike û dikeve ser Moleqe û li mile Mîç hatiye qayîmkirin û binê Rayele (Tayên Ben) digre.  (Binêre Dîmenê 60).

Serê Rayelan li pêşiya tevnkare û hêdî hêdî wan dihûne. Eger em ji serê rayelê bi ser benan de pêde bên wan beşan li xwe digre.

1 - Cawpêçke, ku ew qumaşê tê çêkirin, tê dialînin

2 - Şe

3 - Çar Gurd

4 - Pirdele ku tayên ben (Rayel) li ser wê hatine danîn

5 - Moleqe , ku rayel di binê wê re derbaz dibin

6 - Nerde,  Rayelan ber bi Mîç dikişîne û li dora wê dialîne

7 - Tepane, Di valahiya navbera Nerde û Tepane de serên Rayel (Tayên Ben) digihêjin hev û bi hêçikekê bi werîs ve tên girêdan.

(Binêre dîmen 60-A)

Serê werîs piştî ku li dora Tepaneyê hatiye alandin, tê ber destê tevnkar û li Karîteyê li ser dezgahê tevnkirinê ve tê girêdan.

Wilale

Dareke girovere naverasta wê hatiye kunkirin û dikeve nava Çolekeyê. (Binêre A-61)

Derdora wê hinekê hatiye kûr kirin, heta ew Jê (Benên asoy) ku bi ser de diçin û gurd ragirtine, neşimitin û nekevin. (Binêre dîmen A-62)

Dema ku Gurd bilind û nevî dibin, Wilale jî dizîvire. 

Hêçik

Lûlqê çûkan, bêhtir ên elokane ku dixin navbera werîs û serên dawiya Rayelan. Hêçik bo wê yekê ye ku Rayelê bi werîs ve qayîm bike, heta kar temam dibe nabe ku sist bibe herweha vekirin û girêdana wê jî hêsan e. (Binêre wêne 63)

KURDŞOP
716 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!