Edetên kirêt ên hevjîniyê di nav Kurdan de

Jin bi Jin

Li hev kirineke  di navbera du malbatan de ye ku dibêjin bi mercekê em amade ne keça xwe bidin we ku hûn jî keça xwe bidin kurê me. Wê demê pirs nedikirin ka keç razî ye an na. cil û berg û zêr û xişrê wan wek hev bûn û di rojekê de daweta wan dihate kirin, cihek dihate diyarkirin û li wê derê bûk pev diguhertin

Bar Beha

Ji wan keçan re dibêjin ku jin bi jin bi wan hatiye kirin

“Amîn bar bihaya Xezalê ye”

Keç bi jin dan

Hin caran bav keça xwe dide û jinekê bo xwe tîne (Bixwe daye jin) an jî keça mala xwîşka xwe bo xwe daye jin. Yan jî mala ku keça wan hatiye revandin daxwaza keçekê dikirin û eger ne wesa ba aştî nedikirin. Ev reftareke pir kirêt bû, dema ku jiyana yek ji wan têkçûba, jiyana malbata din jî hildiweşiya.

Jin revandin

Dema ku kurek bê molet û razîbûna malbatê hezkirya xwe direvîne

Xwe dana    revandin

Dema ku keçek bê moleta malbata xwe û bo pêkanîna hevjîniyê bi dergistiyê xwe re xwe dide revandin. Gelek caran li hev nedikirin û pirsgirêkên mezin di navbera du malbatan de çêdibûn û hin caran xwîn dihat rijandin.  Lê eger jinekê xwe daba revandin pêwîst bû pere bidin mêrê wê yê berê û wî jî bo ku wê jinê sivik bike ew li ser tumenekê an jî li ser kêleyekê telaq dida û hin caran jî ew jin dikuştin. 

Serpêhatî

Tê gotin ku jineke pir ciwan xwe li gel axayekî dide revandin, mêrê wê, jina xwe li ser selikeke peyîn telaq dide, axa ji heyfa wî, biqasî bejna jina xwe zêran jêre dikire. 

Berê revandin wek niha şerim nebû, jin û keçan ji hev du re digotin eger tu baş bayî wê kesekî tu ji xwe re revandibayî.

Ber xwîn (Ber xwînê de dan)

Dema ku du eşîr an tayfe pirsgirêka wan heba û kesek ji hev kuştiban, yan keç û jinên hev revandiban, bo vemirandina agirê şer keçek ji mala ku tawan kiriye didan kurê mala din ku tawa lê hatiye kirin, jiyaneke pir nexweş hebû û wek dujmin serederî li gel dihat kirin, çend zarok jî anîban dîsan ew nedihewandin û  nedihêştin ku salê carekê jî serdana mala bavê xwe bike

Mezin bo Biçûk

Dema ku malek diçû xwestina keçekê, eger keça wan biçûk ba  wê demê soz jê werdigirtin dema ku keça wan bibe 13 an 14 sal dê li kurê wê malê mehr bikin. gelek caran axavtin li ser vê mijarê dihate kirin lê serî nedigirt û keç razî nedibû, gelek caran jî dema ku mezin dibû ew mehr dikirin.

Bin pişk

Ew keça ku di zaroktiya wê de ji aliyê bav û birayê wê biryar li ser hatiye dan ku bo xwe bidene jin. 

Revandina bi zorê ya jin an keçan

Eger du tayfe an eşîran pirsgirêk heban, bi zorê û bêrêzî jin û keç ji hev du direvandin. Di nava beyta Las û Xezalê de şêzê Ereban dotmala Las li pişt xwe swar dike û direvîne

KURDŞOP
647 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!