Tevnkirin di çanda Kurdî de - Beşa Çarem

Dûxî Xerek

Dareke saf û dirêj e ku 15 heta 20cm dibe ku orta vê hinekî kûr e û tesmeya xerekê dikeve ser wê.

Bi zivirandina bazneya mezin, dûx qayîm dizivire. Sereke dûxê şîşeke dirêj pêve ye û lûleyek bi serê wê ve heye û dizivre û bendik li ser tê komkirin

Dûx: Teşî

Mesel

Dinya jin û çerxîş xerek, dedem be dûxî xem

Regî tarî wicûdit ba deda, hêşta kû her xawî

Dûlika Cawpêçke/ Dûlika Cawpêçke

Dûlikeke dar e ku li ser du aliyên rast û çep ên amûrê tevnkirinê li ser karîteya karxaneyê hatiye danîn û her du serên cawpêşke dikeve nav wê, heta ku di dema komkirina qumaş tê amadekirin de, cawpêçke bi hêsanî li dora xwe dizivire (Bigere) û qûmaş li xwe dialîne û kom dike

Destikê Cawpêçke

Şîşeke 20-30 cm dibe ku cawpêçke pê dizivire. (بڕ: وێنەی  30 )

Bo ku cawpêçke şil ango sist nebe, sere şîşikê dikeve navbera du darên ku li ser karîteya karxaneyê hatine bizmarkirin

Defe

Textikekê pehne ku destikek pêve ye, li ser dezgeyê tevnkirinê tê û diçe û bi alîkariya Jêr defe, şe radigire (Şe girtiye)

Tevnkar defeyê tîne pêş û paş û (Po) tayên qumaş dikute ku qayîm bin. Defe bi riya şe wî karî dike ku (Kerkît) di karê çinîna ferşan de dike. Defe ji bo qayîm be ji dara qeysiyê tê çêkirin.

Ev tenaf (werîsê) ku bi riya lawlawan bo Çolekê ve tê daliqandin. Dirêjahiya Jê girêdayî ye bi dûrî û nêzîkiya çolekê ji Gurd. Orta Jê dikeve ser lawlawan û du serên wê her yek bi gurdekê ve tê girêdan. Karê Jê ev e ku her Gurdan rast radigre û bi alîkariya Pêtate,  wan ser û bin dike heta dûriyekê bixe navbera rayel (Bendikan) ku tevnkar bikare masûre (mekûk)ê di nav de bîne û bibe û tevn bike.

KURDŞOP
691 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!