Tevnkirin di çanda Kurdî de - Beşa 3

DARPÊTATE

Dareke bi dirêjî dikeve bin Gurdê û serê wê bendikê Pêtate pêve hatiye qayîmkirin, ev dar ji her du serên xwe ve bi Gurd ve tê girêdan, karê wê ew e dema ku kesê tevnkar pêyê xwe li ser pêtateyê dide, Gurd rast dadikeve û nahêle amûr ti tevgerekê bike, her gurdekê darpêtateya xwe heye ku bi giştî çar in.

DAR GURD

Dareke saf e, binê Gurd pêve tê girêdan, her gurdekê du dargird hene ku 15 heta santîman ji hev dûr in. ben dikevin nava wê dûratiyê û serê wan bendikan bi her du dargurdan ve tê girêdan.  dirêjahiya dargurd divê ji panatiya (Kir) zêdetir be

DARÊ PÊŞÎGIRTINÊ

Dareke ku bi qasê berînatiya (Kir) pane, kindirek ji her du serên wê tê alandin, piştre serê din ê kindirê ji her du aliyan ve bi darekê ve tê qayîmkirin,  herweha werîsek bi ser du seran ve heye ku ew werîs ji dar dirêjtir e

Karê wî darî ew e ku dema ew qumaşê tê hûnandin, ber bi dawîbûnê ve diçe, serê dawiyî yê (Rayel) nêzî gurd dibe, ji ber ku serê wan tayan bi hev re hatiye girêdan  û bi hêçik (Dareke taybet) ve hatiye girêdan û nêzî hev kirine û êdî bi hêsanî nakeve nava Gurd, biqasî nîv gez ji wan tayên (Rayel) li pişt Gurd dimîne û destê mirov nagihêje wan. 

Li vir ew darê ku jêre dibêjin (Darê Pêşîgirtinê) sûd jê tê wergirtin. Bi wî awayî ku ew tayên (Rayel) ji werîs û hêçik têne jêkirin, her 10 heta dibin cûnek û her yek ji wan cûnan di nava kindira dare (Bergirtinê) re derbas dibe, ew rayele heta dawiyê û dema ku kar temam dibe bi berbelavî û dûrî hev dikevin pişt Gurd. Wê demê werîsê dare (Bergirtinê) li dora wî hêçikî dialînin û qayîm dikin. 

DIDANÊN ŞE

Didanên şe yê tewnkirinê ye ku ji qamîşeke hişk û qayîm tê çêkirin û wî qumaşî pê dikutin

KURDŞOP
608 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!