Tevnkirin - Beşa 2

Pêtate (Dar an jî texteyê ber pê)

Di her gereke masûreyê de divê, du Gurd biçin banî û du yên din bêne xwarê, heta ku tayên ben bikin du beş û masûre di nav wan re derbas bibe heta ku ev tayên ben bi ser hev de bêne çêkirin. Her amûreke tevnkirinê çar berpêk hene ku her carekî tevnker pêyên xwe li ser du ji wan datîne

Tlîş (Li Urmiyê dibêjin tîş – dema ku ji hev cudabûneke zirav di perçeyekê de çêdibe, weke mînak dibêjin dîwar tîş bûye)

Derz an (tîş) şeqarek zirave li ser masûrê ku serekî şîşikê têre derbas dibe, ber serê şîşikê bi perê teyrikan tê qayîmkirin ku di dema karkirinê de şîş dernekeve.

Tepane

Dareke zirave ku li ber banê cihê ku tevn têde dikin qayîm dikin, ew dikeve jor cihê ku tevn têde hatiye danîn, tayên ben tên asoyî, li ser tepane tê danîn û pêde tê daliqandin, heta ku bo hûnîn û çêkirina qumaş were bikar anîn. Ev ben li ser Tepaneyê tên qayîmkirin û kar bi wan tê kirin.

Cawpêçe, an darpêçe

Dareke zirav ê girover an pehn e, herdu serên wê tên zirav kirin, dikeve ser dûvê amûrê tevnkirinê, ser wî darî bi qasî tiliyekê tê kolandin, ku cihê şivikekê li ser hebe, dema qumaş amade dikin, dikeve nava vî darî de, her gerekê ku qumaş tê amadekirin ev dar tê zivirandin û bi şivikê tê qayîmkirin ku qumaş deq raweste û xerab nebe.

Çoleke

Dareke bi ser Gurd hatiye daliqandin, sereke wî darî dibe du beş, li ser her beşekî Reel (Meqera-Qerqere) pêveye ku jêre dibêjin (Wilale an Lawlaw) benek bi herdu aliyên reel de şordibe xwarê û bi ser gurd ve tê girêdan. Her amûreke tevnkirinê du çoleke hene heta bikare her du serên gurd ragire.

Xerek

Amûreke taybete ê komkirina ben e, an rîs an jî hiriyê dema ku dihûnin û dikin ben.

Ew ji bazneyeke mezin pêktê ku bi dûvika xerekê ve hatiye kirin, bi dest dizivrînin û ben pê kom dikin

NOT: Gotina xerek ji bingeha xirkirinê hatiye wergirtinê, amûrê ku karê xirkirinê dike wate komî ser hev dike, bi awayeke girover kom dike

KURDŞOP
654 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!