Tevinkirin li Kurdistanê 

Tevn

Tevn çêkirina ben û ristina hiryê ye bi amûrê taybet ku ji dar tê çêkirin bo karên çêkirina "Berik, Cacim, Zengal, sicad û saq û gelek tiştên din pê hatine çêkirin. Colla an Tevnker ew kesê ku ji hiryê wan berheman çêdike

Tevnkirinê dîrokek kevin li Kurdistanê heye, gelek gotinên taybet jêre hatine bikaranîn ku niha ew gotin nayên bikaranîn. 

Weke "Xerek, Dûx, Defe, Mekûk, Sakîn, Serkilaw, Şe" berî niha ran û bergûz, çoxik û şal û şapik jî bi tevn dihatin çêkirin

Ev amûr ji wan beşan pê tê "masûr- befiş- pijik- şivik- dargur- hepî- darpişt- tevin"

Cola- Tevnker

Kesê ku bi hiryê û mûyê pez tevn dike  

Amûrên Tevnkirinê

Berçene

Dareke nazik û pehne ku ji her du serên wê bizmarek pê ve ye û di orta wê de anîşk heye û diçeme

Dirêjahiya berçeneyê bi qasî panatiya wê berhemê ye ku tê ristin, berçene dibe sedema şeq (Deq) ragirtina wê berhema ku tê amadekirin, heta ku tev zêde bê çêkirin divê berçene jî pêşve bibe ku deqa wê xerab nebe.

Berçeneyê hin navên din jê hene ew jî waha ne:

Berjene

Bergîre

Berlênçik

Berênçik

Bend Pêtane

Qayîşeke ku sereke wê li darpêtane ya bin Gurd tê qayîmkirin, serê din li pêtane qayîm dibe ku texteyeke pehne li ber lingê tevnker û bizmarê tê qayîmkirin, her tevnekê  4 bendane hene ku bi qasî hejmara pêtan e.

Ben Gurd

Benê ku sê caran deq dikin, ba didin û di nav avê de dikelînin û li ser masûrê datînên di navbera du Gurd an re derbas dikin û 15 heta 20 santîmetran dûrî hev in bi amûrekê bi navê  "Saçîn" tê girêdan û di nav tayên "Kir" re derbas dibin. Her Ben Gurdek ji du tayan pêk tê ku yek ji wan bi Dargurd ê serî û ya din bi Dargurd ê binî ve tê girêdan ku di nîvê de weke heleqeya zinvîrekê bi hev re hatine girêdan

Paşgurd

Dareke zirav û rêk e li pişt her çar gurdan ve dixin nava tayên ben, Paşgurd piranî bo çêkirina Saq (Ev berhema ku dikin lingên xwe) tê bikaranîn, ji ber ku benê saqan tenê carekê tê badan û zirav e û eger heye ku gelek caran ew ben biqete, eger paşgurd hebe zûtir dikare serê wî benî ku qetiyaye bibînin

Pirdele

Dareke di navbera "Moleqe" û "Defe" yê de ye li ser du singan hatiye qayîmkirin û tayên ben li ser wê tên qayîmkirin

Per

Perê teyrikane dixin nav her du serên masûreyan heta ku darên ben ragire,

Dar an şîşên ku dixin nav her du serên masûretan de bi wî awayî tên çêkirin.

Sereke şîşê dixin nav dîwarê masûreyê

Sere din dikeve nav derza masûreyê

Per dixin nav qola li rex masûreyê û bi şîşê ve girê didin ku dernekeve

KURDŞOP
614 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!