Xişrên jinên Mukriyanê – Beşa 8

Serpiştên-Serşûtik- ser kember

Cure zincîreke ku ji çend qubbeyan pêkhatiye her qubeyek nîv an çaryeka zêrên pehlewî ye, qubeya eyarên 18 û sikke (Pereyê Hesin) bi Eyarê 22 ye, jin di dema merasîmên xweşiyê de bi ser kembera xwe li xwe dikin.

Pereng

Sikke an zêrên biçûk an jî her tişteke din a bi wî awayî ye ku bi zincîr û çend helqeyan û hin xişrên weke guhar, kember, qaş, gulên kulaw û kelûpelên din ên bi wî awayî hatibe xemlandin

"emin le binî gwêm xoş dê dengî toqan, telesman, gwaran, zêrran, perengan, dûmetî roynî de şîrin leylaye"

(mhemmed kakîl: azîze)

" heyran dellêm awî darehenarê/ beser wirdexallî gerdinêtda dêne xwarê/ emin ewsallekane hewt dane salle/ le dway qefî smêllî şorreswarê 'ebdallm/  her bîkemewe perrengolley de gwarê"

( edebyatî zarekîy mukiryan, payanyanî, beşî jnan)

Permile

Zengiyaneyeke taybet û text saf e ku bi panî hatiye hûnandin, binê wê şor bûye, di orta wê de morik an jî morika weke rondikê pêve dikin, gelek caran zengiyaneyên yek reng jêre bikar tînin û taybet bo bazîbendan e. (Morikên bi mile xwe ve girê didin)

Pîroze

Kevireke bi rengê esmanî yê giranbûha, ku hem bi tena xwe tê bikaranîn û hem jî dikin niqêma gudtîl, gerdenî, guhar û kelûpelên din ên xemlê.

" le gerdinî wî ciwane pîroze û alltûn û legell toqê, eger le gerdinî kesda nîye/ heçendcarî deyhawêjêtewe serxallî reş û gijnîjîye/ dellêy nîwerroye û le awê dûr kewtotewe û tunîye"

(Ehmed lutfî: beytî las û xezall)

Pişteser/pêşeser

Xişreke ku textê wê qubeyên hûrik in, weke ser kemberê ye ku niha tê bikaranîn binê vê rişî rişî ye, pereng û zêrên hûrik pêve dikin û herdu serê wê tê girtin.

Ji curên zêr û zîv hene, cura zêr berî niha perengên lire pê ve dikirin piştre kirin sikkeyên pehlewî, hin hebûn ku zêr (Sikkeyên sor) pê ve dikirin, ji herdu aliyan bi gopik an qulabekê dihate qayîmkirin û helqeyek di orta wê de hebû, li pêş û pêşiya kofiyan dihate qayîmkirin. Curek heye ku qulap an helqeya wê qayîm e û zêran jî pê ve dikin û li ser kofiyê girê dikin. Hin caran toqêya Kurdî bo pêş û pişta ser hatiye bikaranîn. Ev xişir eger li pêşiya ser be dibe pêşeser û eger li pişta sere xwe bidin dibe passer.

"brayîm destêkî debirdewe bo tancê/ ewî dîkaney debirdewe bo mêzerê/ bextî brayîmî hênde reş bû, ewe nêrey detraza leber kemberê"

(Qalleşîn: beytî brayîmok)

"Xan qoçîxan kçêkî bû, nêwî qerecxatûn bû, emma 'eceb têlbeser ..."

(Ehmedlutfî: beytî ehmedî şeng)

Tanc/Tîl

Têleke zêrîn, zîvî an her madeneke din e ku yaqût, gewher, mirwarî û kevirên bi nirx têde hatine bikaranîn, piştî "Taskilaw" tanc li ser xêliya bûkê dihate bikaranîn. Di nava beytan de her tenê bo bûkan nehatiye bikaranîn lê xişreke taybet bi xanim û xatûnan e.

"Brayîm destêkî debirdewe bo tancê/ ewî dîkaney debirdewe bo mêzerê/ bextî braymî hênde reş bû, ewe nêrey detraza leber kemberê"

(qalleşîn: beytî brayîmok)

" xan qoçîxan kçêkî bû, nêwî qerecxatûn bû, emma 'eceb têlbeser ..."

(ehmedlutfî: beytî ehmedî şeng)

Têkelî/Benkemûrû/Bermûr

Navê kevin ê bermoreyî ye, ji morikên cur bi cur ên giranbûha pêkhatiye ku li dû hevdu tên pêvekirin. Morikek pan an grover an jî ayet dibe nava wan, heta ser kemberê dirêj dibe, morik bi herdu aliyan wek hev têne pêvekirin, dikarin gulên zêr an zîv jî di nav de bikarbînin

Cefherî/ ce'ferî /cehferî

Perçeyeke mezin a zêr e ku bi dest hatiye çêkirin, li ser aliyekê wêneyê balindeyekê heye, li aliyê din wêneyê sere movekê heye, dixin orta çend lîreyan û dikin stûyê xwe. Ji bo ser pereyê hesin ê têkel ku weke ristikan bû tê bikaranîn. Nave wê ji nave Cehfer Bermekî hatiye wergirtin ku wezîrê Îranê yê derbarê Ebasiyan bû.

KURDŞOP
575 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!