Xişrên jinên Mukriyanê – Beşa 7

Ben kezî

Beneke ku bi dest tê çêkirin hûnandin bo girêdana kezî û pirçê tê bikaranîn. Nazik, nazik dihate hûnandin û jêre digotin kezî. Pora xwe ji nîvê ve dikirin du beş û her beşek bi cuda dikirin kezî û piştre keziyên xwe bi benekê girêdidan ku jêre digotin "Ben Kezî" bo wê yekê bû ku keziyên wan û pora wan belav nebe. Curek hebû ku bi benê reş û spî dihate hûnandin jêre digotin reşbelek, gîfikek li serê wê didan û piştre bi derziyan li pişta pora xwe didan ew taybet bo bi jinên ku vegeriyane.

Cureke din hebû ku qeytan û zengiyaneyên marpêç bi aliyên rast û çep têdikirin û nêzî 20 ji wan qeytanan bihevre tanin, zengiyane lê dikirin û herweha morik û yaqutên reng reng û zêr û lire  û morika nezerê pêvedikrin , ew di nîva sere xwe û di nav pora xwe didin, weke benek ji poran wan bû di nav de belav dibû, xemleke keçikan bû, piranî keçên ciwan ew bikartanîn.

Bîcade

Morik an zengiyaneya mezin, rengên cuda hene, wêneyên bi rengên cuda li ser wan heye, tevî bermoriyan bi hevre dihûnan

"Ceyran Kollmey wek çira ye, danayî wa niye li dunyaye/gernî bîcadey têda ye". Ehmed Lutfî Beyta DimDim

Pawane

Xirxal, Rêzika morikan, an jî zincîreke nazik a zêr an zîv e ku dikin piyên xwe, dikeve ser xirtika lingê jinan, hin caran şîlan anî jî morikên şîn ên hûr jî pêve dikin, bi qeytan an qirtikê li ling tê girêdan, gelek caran zengil an jî piwîlekên hûr bi pawaneyên zêr anî zîv de şor dibin.

"feqet pawaney de laqanda bû, pawanekey lebîr çûbûn daynenabû ... Degell destî bird temaşay kird destî we pawaney kewt." (xlederzî: beytî zembîlifroş)

Pawaneyî (xirxal) Telayîn

Xirxaleke  taybete ku ji zêr hatiye çêkirin û texê wê rêk, biçûk û zêr e

Xirxala Pêçekdar

Cureke xirxalê ye ku saf elê zengiyane pê ve şor bûne, ji ber ku weke hûnandî ye jêre dibêjin pêçekdar

Pawaney (Xirxal) Dirdûk

Cureke xirxalê ye ku weke Dirdûk cureke gulê ye hatiye hûnandin

 Pawaneya Şîlan

Ew xirxalên bi şîlanan hatibin hûnan, cureke morikên şîn û sor ku bi qasî  lingên zarokan bû ku zêrên biçûk pê ve dikin hin caran jî rêzeke şîlanên sor tevî zengilan an gokên biçûk û zêr pêve dikirin.

Xirxalên Qili Mincix (Kevirê Sor)

Taybete bi wan xirxalên ku texê wan ji kevirên biçûk ên sor hatiye çêkirin ku jêre dibêjin qizil mincix û hin caran şîlan û yaqûtên hûrik jî tevlî wan dikin.

Pawpawane

"cêgat zor çol û zor biyabane/ le to şîrine pawpawane/ sîngit kirdote temaşaxane"

 (ehmed lutfî: beytî zeynell û gozell )

Pir Pire

Perengên guharan, perên Guharan

" cûtê guwaret bo dekirrim le dinyada menşûr bê/ kellebab mirwarî bê, pirprey zêwî sûr bê/ kejall gyan le gwêy bika bellkû dinya xapûr bê"

2-Serkulav - Demekilaw

 

KURDŞOP
847 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!