Cilûbergên Jinên Mukriyan – Beşa  5

Leyla Nûranî

Kirasê Çalûs

Kiraseke ku qumaşê wê hinek ji kaxezê sitûrtir e û dengê xişe xişê lê tê, gulên têkrl ên bi rengên cuda li ser hatine çêkirin

Kirasê Çavê Kevê/çiyayên xal xal

Kirasekî ku ji tevneke nerm hatiye çêkirin, bi kunên piçûk ên mîna çavên kevan û zemîneya wê her rengek be kunên dora wê reş in. Îro jî berbelav e û ji bo kemberên mêr û jinan tê bikaranîn.

Kirasê Çindraw "Kirasê bi morik û pwîlekan hatiye xemlandin"

Kiraseke ku ji havrîşmeke sitûr tê çêkirin, gulên zer ên hewrişim tê de hatine çêkirin û hinek ji hev dûr in, hin caran gulên wê nêzî hev in û beşeke mezin a zemîneya wî qumaşî vala ye, rengê wî kirasî piranî geş û vekirî ye û taybete bi cilûbergên bûkan.

Kiraseke ku tevneke hinek sit bi tevahî jî ji hevrîşim an jî hevrîşim û zêr hatiye xemlandin, kiraseke giran e û taybete bi ciwanan

Kirasê bi sîm hatiye xemlandin

Kiraseke ku tevnê wê sîm e, bi tevahî bi sîm hatiye xemlandin û gelek caran du reng tevlihev in, taybet e ji bo ciwanan.

Kirasê Gule Gezîze (Kirasê bi Gula Simbilê)

Kiraseke hevrîşime, bi gulên hûrik hatiye xemlandin, gula wê ya herî mezin weke simbilê (Gezîze) ye

Kirasê Çît

Kiraseke nerm e û ji qumaşeke bi gulên hûrik hatiye çêkirin, weke jinên bi temen dibêjin ew qumaşê çît, tevî kirasan bo dirûtina bin kiras û şûtik û desmalê jî hatiye bikaranîn

Kiraseke ji qumaşeke nerm ku ji pembû hatiye çêkirin, destê mirov di aliyê din de xuya nake, gulên cur bi cur bi rengên cuda yên mezin û biçûk têde ne, dibêjin bo kirasê bûkê hatiye bikaranîn, herweha ji bo desmal, şûtik, binkiras û heval kirasê hatiye bikaranîn

"be krasî çîtî kirêşe, kuştimî xistimye kêşe/ krasêkî leber daye, tenke wek perrî mêşe"

nazdar zîze û bêbehane, bo wî derdim girane / wetaxêkî bo dirust dekem, çîmento û ballexane / çîtî Amrîkay bo bêt, leberî ka xanmane"

Kirasê Çît ê Etles

Kiraseke ji çîteke sitûr ku gulên wê weke etlesê ne, berê bo kirasê bûkê dihate bikaranîn

Kiraseke ji qumaşê çît, gulên weke etlesê tê de ne û bo kirasê bûkê hatiye bikaranên

Kirasê Çît- Şînke

Kiraseke çît e ku rengê zemîneya wê Şîn bû

"rojêkî degelle min le gazrî bû, de pêyda bû cûtêk kewşî panekey lewî hemedane / leberîda bû kerasêkî çît­şînkey lewî qereçîyane / beserîda dabû çarekêkî çillknî lewî ketane / le berçawî min nedehat wekû çi qerewaşane"

Kirasê Çît ê Qaçaxî

Kiraseke ji qumaşê çît, kulîlkên cur bi cur li ser hene, ev qumaş dema xwe de bi riyên qaçax ji Iraqê biqaçax çûye Mukiryanê ji ber wê ew nav bi ser de hatiye sepandin. Ew qumaş bo kiras, hevalkiras û kirasê zarokan hatiye bikaranîn. "amînê gyan! Be kiras çîtî qaçaxe / ey hawar ew perçem û serçaxe"

Kirasê Çît ê Qaqanî

"be kras çît qaqanî / gozey hellgirt bo kanî / pêm­gut awêzanit bim / bo be derdim nazanî"

Kirasê Çît ê Girîfun

Bo desmalan hatiye bikaranîn

Kirasê Çît-Nimre

Kiraseke ku ji Çît û zemîneya wê spî ye, kulîlkên hûr ên reng reng têde hene, dibêjin ji ber ku li dora wî qumaşî hejmar hatibûn nivîsandin, ev nav lê kirine, Çît Nimre bo desmal, kiras û hevalkiras û bo cilûbergên zarokan û ser landikê (Dergûşê) hatiye bikaranîn

Kirasê Çît ê Binefşî

Kiraseke Çît e ku rengê wê di navbera Zirişkî û Binefşî de ye, kulîlkên bi rengên cuda têde hene, bo kirasê bûkê û ciwanan hatiye bikaranîn

Kirasê Çîmen

Kiraseke ji qumaşeke hinekê sitûr, tevnê wê bi sîm hatiye çêkirin, dema destê xwe bi ser de tînî weke qumaşê mexmer, tukê wê heye, lê gelek dirêjtir e,  dibêjin, cara pêşîn bi rengê kesk hatiye û ji ber wê nav lê kirine Çîmen, ew qumaş bo kiras, hevalkiras û şûtikê hatiye bikaranîn

Kirasê Çîmenê Kurdistanê

Kiraseke ji qumaşê bi nave Çîmen

"çûme kin kakî bezaz wey eto qanûn dezanî / çend gezêkî lêweke çîmenî Kurdistanî / yan bo kirasî naznazî yan bo kollwaney şanî"

Kirasê Xwe li Min Nede

Çi zanyariyek li ser nîne

Kirasê Gul Maşalla

Taybete bi qumaşê bi gulên mezin

KURDŞOP
648 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!