Cilûbergên jinên Mukriyanê - Beşa 3

Cûreyên kirasê li Herêma Mukriyanê:

Krasê Agirbaran

Kirasekî ku ji qumaşekî giran û nazik ku textê wê û kulîlkên hevrîşimî di rengê daîreyê (Textê kiras) de hatiye çêkirin. Rengê Sor taybeti yê bûkan bû.

Ew kirasê ku textê wê torê hûrike weke "Hîç" e. ku tevahiya wê bi "Derjê" rişî an zirîweyê ku diçiriske û topên biçûk jê çêdikin bi cileke taybet li kiras didin, rengê wan bi giştî zer an jî spî ye. Bo xêlî û desmalê (Desmala Mukiriyanî ku bi ser kiras de didin) jî dibe.

Kirasê aftanîşan/ kirasê gul mang  

Ew kiraseke ku ji hevrîşimê stûrtir e, bi kulîlkên weke heyvê û bi têl û polekeyan hatiye çêkirin. Ev taybet bo cilê bûkan hatiye bikaranîn.

Kirasî allqe / qamk pir le engustîle- Kirasê helqe/ Tiliyên bi gustîl

Kirasekî bi qumaşeke ji hevrîşimê nermtir bi xelekên neqişandî hatiye çêkirin. Ev xelek bi qasî tiliyên bûkê ne û yek bi benekê hatiye girtin û ya din bi zerî (ziriweke zer) tê girtin

Kirasê hevrîşim

Kirasekî ji hevrîşimeke şênber e, bi piranî bi qalibên curbecur û bi şopên zer ên zirav hatiye xemilandin. Ji bo ciwan û kalan tê bikaranîn.

Kirasê Ebr û Bad

Kiraseke ji qumaşê Hevrîşim hatiye çêkirin, du an jî sê rengên cuda tê de hene, Ya herî naskirî bi morikên mezin(melîle), gewher, pîleke û keviran hatiye neqşandin û piranî cil û bergên bûka ye. 

Kirasê Etles

Kiraseke ku sitûre û gulên zer û havrîşim li ser hatine çêkirin, reqa (rast û rêk an jî Şeq) disekine û rengên cûda hene û berê ji bo cilûbergên bûkan dihate bikaranîn.

Kirasê Eşik 

Kirasekî ji hevrîşimek pir nazik e, kulîlkek hûrik hinekî dirêj an girover - eynî rengê kiras li ser heye - li her du aliyan kulîlkê wesa hatiye çêkirin mîna ku li ser tabloyê xêzkirî ye û pê ve nenivîsandiye.

Kulîlk hûr û qalinde û ben an jî zer an jî tevliheviya her duyan in. Rengên wê yên curbecur hene û ji aliyê ciwan û kalan ve tê bikaranîn. Di vê serdemê de jî tê bikaranîn û kevirek bi serê kulîlkên wê ve heye ku qumaşeke giran e.

Ev qomaş ji bo şûtika zilaman û çarşefê (Eba) yê jinan jî tê bikaranîn. 

Kirasê Emîr Qazî    

"Hate xwar le mîrqazî / be kirasî emîr qazî / sed sofî pênset qazî / pakî çûne pêşwazî / tegbîryan le nuqllê kird / memkî bigrin be gazî

Kirasê Îsraîlê

Kiraseke ku ji qumaşeke zelzelok (Lûs- Hilû) ku dibirisqe, kulîlkê bi rengê wê bi xwe têde ne, Naylêks ew qumaşeye ku bo ebayan jî bikar tê

Kirasê Pûş

Ew kirasekî ji qumaşekî nazik, sade, pir sivik û xwedî gelek rengan bû. Cûreyên sade û bi gul hebûn.  Kesên ku hinek hejar bûn ew dikirin kiras ji ber ku tenik bû her dema dişûştin zû hişik dibûn, her ji ber wê jêre digotin bişû û lixwe bike.

Reng ji ber wî kirasî diçe, Ayşe Xanim Ehmediyan digot, dema ez bûk bûm kirasê min pûşiyê sor, çarokeya min spî bû heta ez gihame malê, hemû rengê kirasê min bi ser çarokeya min de hatibû.

Niha jî tê bikaranîn lê reng jê naçe û bêhtir bo bin kiras û hevalkiras tê bikaranîn. 

 Kiras piwîlek çekspî

Kiraseke texê wê ji cura Çîmene lê ji wî pir naziktir, piwîlek bi çespê pê ve hatine zeliqandin û bedewiyekê didin kiras, ji bo cilûbergên bûkê bûye lê ji bo êlek û kurtek jî hatiye bikaranîn

Kiraseke ji qumaşê mexmer ê nazik û hin piwîlek bi rengên din li ser hatine danîn û  pê ve zeliqandine 

Kirasê Piwîlekê Masî

Kiraseke ku textê wê qumaşeke ji cura çîmen, lê gelek nazik û sivik e. seranserê wê bi piwîlekê nazik ên heft reng hatiye xemlandin, weke masiyan li her aliyekê rengekî cuda heye, û piranî rengê wê, vekirî bûn, bo êlek û kurtekan û cilûbergên bûkan hatiye bikaranîn. 

Kirasê Piwîlek kirî

Kiraseke tor ê nazik e, bi piwîlekan hatiye xemlandin û bi dest piwîlekan pê ve dikin, gelek rengên cuda hebûne piwîlekên wê ji rengên kiras bixwe an jî cuda bûne, bo cilûbergên bûkan û kurtek û êlekan hatiye bikaranîn

Kiraseke ji toreke hûr, hevrîşim ku bi piwîleke û gulên cuda hatine xemlandin, gul an ji rengê kiras an jî rengekê cuda ne, taybet bo ciwanan bû.  Niha jî tê bikaranîn ji bo cilûbergên bûkan û kurtek û êlekan hatiye bikaranîn

KURDŞOP
697 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!