Xişrên jinên Mukiryanê – Beşa 6

Leyla Nûranî

Gog

Kulîlkek ji zêr an zîv, hûr û stûr, bi awayên cûrbecûr hatî xemilandin û di qumaş de tê bikar anîn:

"zeyinê xot de toq û telesman, giware û kirmek û awdengiyan/ le gerinim hatûne xwarê wirdegoye/ le dillî min dayme şîn û waweyla û rorroye"

(Ehmed Lutifî: Xec û Siyamend )

Goga Îsîwetî

Cûreyek ji zêr an zîv, di şiklê topek navîn de ye û ji bo gerdanî, guhar û berguhk tê bikaranîn. 

Drawberok

Xişreke ku dixin wê gûpikên hûr yan zincîra hûr e û bi pereyê hesin ku bi hev re hatinê rêzkirin tê çêkirin, gelek caran li şûna lîreberuk li kurtek yan êlek ve didûrin. Berê li kef û berçêla kirasê xwe didan û ji herdu aliyan ve zêr pê ve dikirin û ji wan re digotin Drawberok.

"le bin likêkim danîştiban naz û nîmnazekey de Seqizîye/ Le bin likî dîm danîştban killawbeser û drawberokî le Baneye"

(Hemedî Beytan: beytî Las û Xezal)

Drawî Berokê

Ew diravek hesine ku ji aliyê şîşger (Kesê bi hesin tiştan çêdike) ve hatiye çêkirin û bi awayên cûrbecûr ji bo şapik, kiras, şal û turban tê bikar anîn.

 Carinan dirav dihatin qurandin û bi şapik û kurtek ve dihatin dirûtin, carinan jî bi zincîran bi pereyên kevin ve dihatin girêdan û li ser êlek an kurtek ve dihatin dirûn.

Derzîberok

Derzîberok xişreke weke Qetare ku dixin wê qubbeyên hûr û binê vê pereng pêveye ji herdu aliyan ve bidesmalê ve tê dûrîn, weke nimûneyên kevin ên serdesmal û ser kiras tê dirûn. 

"Perengîş dellê be derzîley pîreberokê, ewe derzîle le min dellê be guwarê, guware le min dellê be biroye, eto leber mexzikêşanê xot le min dawîştewe taqî kenarê"

(xallesûre, gelo)

Derzîberokî Qubbe

Cûreke ji derziya ku jin li pêsîra xwe didin û dixin wê du qubbe û gul û zincîrê û her du serên wê li pêsîrê tê qayîmkirin.

Goga Badamî/Bahîv û Goga kefçik

Goga zêr an zîv e li ser şêweya bahîv û kefçikan a mezin bo goga pêsîrê (Goberuk) a biçûk weke guhar (Gobend) û carna weke qetare hatiye bikaranîn. 

Goberuk – Goga Pêsîrê

Berî lîreyan Berok dihate bikaranîn, texê wê weke Qetare an jî her zincîrekê bû ku li şûna Sûret, Perenga bi goga bahîvî an jî kefçikî an jî gogên hûr (Êysîwetî) dihate bikaranîn

Ev gog mezin û biçûk û zêr û zîv bûn, dema ku kurtek û êlek didûrîn qaş û gog pêve dikirin û li derdora wan dihate dûrîn û heta kûjikên kurtek û êlek hemû bi wan dihate xemilandin.

"emin lebot helldellêm be grawî seydeşorrî ege le gerrî de dîlanê dûgme û saçax û goy de berokî ba raydejakênê."(seydewan)

Gogberukî bepêlik- Goga hatiye pêçan û kanikê wê heye

Cureke goga text û tenike ku orta vê bi şîlan (Şîlandikên Sor) û Şîn û goga weke bahîvan hatiye xemlandin û bi her gogekê ve rûyek (Pêlek) pêda hatiye xwarê û piranî ji zêr hatiye çêkirin.

Gobend- Gerdenî

Gerdenbendeke ku ji gogkên mezin û biçûk ên zêr an zîv hatiye çêkirin, eger tevî morikan bêne xemlandin li ser sing disekine û cureke wan heye ku gogên wan bi tenê têne pêvekirin

 

 

KURDŞOP
640 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!