Xişrên Jinên Mukriyanê – Beşa 4

Bazin, Helqeyeke ku ji zêr an madeneke giranbuha tê çêkirin ku bo xemlê dikin zenda xwe yan milê xwe

Leyla Nûranî

Bazin

Helqeyeke ku ji zêr an madeneke giranbuha tê çêkirin ku bo xemlê dikin zenda xwe yan milê xwe

"Emin serêke xom helldêna temaşey bejnî barîkim kird, serî hel naye le ber xal û perçemane qoll le ber bazinane (heyran -mamella)"

Zendên bi bazin (zendik)

Taybete bi wan kesên ku bazneyên bilûrî dikin destê xwe.

"Axir be xom niya piştim deçomê/ ewe her nehat hîmdad le Romê/ be yexsîr neben bazine le qollê" (Ehmed Lutfî -Beytî Dimdim)

Bazina bi kilîl

Cureyek ji bazina kevin ku nexş li ser hatine kolandin, ji zêr an zîv hatiye çêkirin, kilîl û helqe pêve bûn ku dihate giredan (qufilkirin) ev bazin piranî pehn an jî pan bûn.

Bazinên şûşe

Bazineke bi şûşeyeke taybet hatiye çêkirin, berê cureya mezin a van bazinan dikirin lingên xwe, dema bazinên şûşe dikin destê xwe du bazinên destpêkê mezin, du yên din navendî û du yên din biçûk in. Eger li gel destbendên morî jî bêne bikaranîn di navbera her du bazinên şûşe de destbendeke morî tê bikaranîn

 Bazina Ecemî

Bazineke zêr ya amade ye ku li kargehan tê çêkirin û zirav e, her ji ber ziravbûnê dikarin heta 20 bazinan pêkve bikin destê xwe

Bazina Kurdî

Cureyeke bazina zêr a pehne ku bi dest tê çêkirin, taybete bi kurdan û niha jî tê bikaranîn. Du gul, sê gul, pênc gul, deh gul û zêdetir hene her çiqas gulên wan bêhtir bin ev bazin pehn dibe, derdora wan gulan jî tê nexşandin. Gelek caran niqêma şîn di nav gulan de tê bikar anîn û pê dixemilînin. Li ser zendê ve zincîr, lîre, sûrret, çarêk, nîv an jî yek pehlewî bi ser zendê de şor dibe. Curek jî heye ku nîva wê sike ye û du yaqût li rexên wê hene, bi awayê bazneyî bi kilîlê tê daxistin.

 Bazina mil

Ev bazina ku dixin aliyê jor ê zenda xwe bi milê xwe ve dikin li cem zevlekê piranî şûşe ye.

Pêş Bazin (Berbazin)

Cureke bazinê ye ku qaydeyê zendê ye û dibe sedema ragirtina bazinan, berbazin ji hemûyan biçûktir û tengtir e yan jî zendikeke ku bi moriyan hatiye çêkirin û nahêle ku bazin bikevin.

"Ewe kiçetiw heyran delê, mail xirab diroyekî gewre û giranit le gel minî mal wêran kird, got deçme qaçaxî tûtinî Hewlêrê, bot dênim berbazin û serbazinan, de gel xizêmî zerd û sor de gel qayîşî biroye. Mehmel: Heyran

Bazîbend

Cureye mezin a bazina li hevgeryaye ku dikin milê xwe. Bazîbend ji zêr, zîv an jî şûşeyan dihate çêkirin. Cûrek ku bi zengil û mercanan batiye xeçlandin, ên ku ji zîv bêne çêkirin serê wê gulek pêve ye.

(Sung dê le bazne û xirxale, bejnî barîk çawî kale bazîbendî surrî lalle) Lutfî Ehmedî Şeng

Bazîbendî mindal (bazubend a zarokan)

Perokek ku weke kum e hin morî û sicaqan pêve dikin û li nav milê zarokan didin.

Bazîbendî Mengor (Bazubenda Mengoran)

Xişreke ji zêr an zîv tê çêkirin, çar sûç (nûqûçkên) wê hene û rexên wê kon in û helqeyek têde ye. Morikên şîlandik pêve dikirin  û du gulên hevrîşim li ser wan morikan dixistin û li bin milê xwe girê didan, bi qeytanekê bi kurtekê xwe ve qahîm dikirin, ku ew yek taybet bû bi jinên Mengoran dua û niviştî têde hildigirtin

KURDŞOP
610 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!