Mafûr û xalîçeyên Colemêrgê malên Amerikayê di xemilînin

Xalîçeyên ku ji aliyê jinên Colemêrgê ve hatine çêkirin malên Amerîkayê dixemilînin. Xalîçeyên ku bi nexşên balkêş yên di atolyeyên ÎŞGEM'ê yên ku ji aliyê Mamosteyên Perwerdehiya Gel a Colemêrgê ve hatine vekirin û perwerdekarên di bin banê parêzgariyê de ne, ji bo Amerîkayê tên hinarde kirin.

Şadî

Kurdshop – Xalîçeyên ku ji aliyê jinên Colemêrgê ve hatine çêkirin malên Amerîkayê dixemilînin. Xalîçeyên ku bi nexşên balkêş yên di atolyeyên ÎŞGEM'ê yên ku ji aliyê Mamosteyên Perwerdehiya Gel a Colemêrgê ve hatine vekirin û perwerdekarên di bin banê parêzgariyê de ne, ji bo Amerîkayê tên hinarde kirin.

8 mamoste û 96 şagirtên ku di saziya Mamostayên Perwerdehiya Gel a Colemêrgê, tiştên ku hîn bûne li ser nexşeyên xalîçeyan bi kar anîn, di bin navê senteza çandî de qalibên xalîçeyên Hereke yên cihêreng û rengîn çêkirin; Motîvên wek pelg, kulîlk, xençer, gul, hûz, lal û qurnefîl di nav xalîçeyan de tên birîn.

Xalîçeyên jinên Colemêrgê yên ku  bi nexşên kevneşop  yên kevnar tên xemlandin, ji welatên cuda û bi taybetî, ji bo Amerîkayê tên hinardekirin. Xalîçeyên ku çêkirina wan zehmete û di heman demê de çêkirina wan jî dem dirêje,

Rêvebirê Perwerdeya parêzgeha Colemêrgê Bîlal Gur diyar kir, ev xalîçe ji aliyê jinên Colemêrgê ve bi rêbazên kevneşop û xwezayî hatine çêkirin û got: ‘’Parêzgerê Colemêrgê birêz Îdrîs Akbiyik berdewam piştevaniya me kiriye û yek ji serpereştê vê projeya me yê serekî bûye. Em sipasiya xwe pêşkêşî wî dikin ku ev derfete ji bo mamosteyên xuliqkar û şagirtan ava kir.’’

Bîlal Gur diyar kir, Xalîçeyên ku hêmaneke çanda me ya giringe, di asta navnetewî de ji bo danasînê jî xwedî rolekî giringe. Ev xalîçe û mafûr  li tevahiya cîhanê tê naskirin, di heman demê de yek ji berhemên me yê herî girîng a hinardeyê ye. Karê tevin karekî zehmete. Di dezgahên me yên xalîçeyan de, jinên me bi keda destê xwe, xalîçeyên me bi hevrîşimên xwezayî û bi boyaxên xwezayî yên rih û rîşeyî ve berhem tînin.

Bîlal Gur herwaha diyar kir, li vir ji bo tevahiya Cîhanê hinarde kirin tê pêk anîn û li vir hemwelatiyên me hem dibin xwedan pîşe, hem jî aboriya me qezenc dike, herweha parêzgeha me jî qezenc dike.

KURDŞOP
731 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!