Xişrên jinên Mukriyanê - Beşa 2

Zêr an zîveke bazneyî ya navendî ye ku gul an nexşek li ser heye û herweha niqêmeke şîn ya biçûk pê ve dikin û  binê vê nîv bazin e ye, bendokeyeke taybet heye ku ji herdu aliyên cênîkê ve dixin guhê xwe. 

Helqe

Cureyeke sade ya gustîlan e

Helqeya Guh

Zêr an zîveke bazneyî ya navendî ye ku gul an nexşek li ser heye û herweha niqêmeke şîn ya biçûk pê ve dikin û  binê vê nîv bazin e ye, bendokeyeke taybet heye ku ji herdu aliyên cênîkê ve dixin guhê xwe. 

“Ewe Kîj deygot: bi heqî ew qur`aney, li ser singî minî qelenderî baban wêran, alqe û guware û milwênk deyankirdewe be şereberane”  Elî Kerdar – Paryîze

Helqeya Pêlik

Cureyeke helqeya taybete ku nexşeke taybet heye û pelek pê ve ye di dema ku dixin guhê xwe ev pêl bi ser helqeyê de berdidin xwarê

“Kepoyan be xizême, Zulfî Ewanim be xene / Alqe zîwî, Alqe zêrî, Kirasyan be Ketan e” ( Xile Derzî – Lê Lê )

Eşrefî

Cureyeke pereyê hesin ê zêr e ku di serdema şahê Pehlewî de li Îranê hebû, qaşo bi navê “Eşref Berseba” Sultana Misrê ve hatiye binavkirin ji ber ku bi fermana wê hatibû çêkirin.

“Gerdin baxêkî be qîmet giranit le milî daye/  Zebercede, Bîcadeye, Eşrefiye, Nîwe Nîwe Karebaye” – ( Ehmed Lutfî- Beyta Las û Xezal)

“Giwareyî le guwêt Eşrefiye û wired gijnîjî dexatewe colane / nazanê le dilî aşiqan debêtewe bi birîn û ça nabêtewe be hekîm û luqman” ( Ehmed Lutfî – Beytî Xec û Siyamend) 

Gustîlk  

Helqeyeke biçûk e bêhtir ji zêr, zîw an jî madenekî din tê çêkirin, gul û niqêmên cur bi cur li ser hene û bo ciwaniyê, dikin tiliya xwe

“Emin nazanim qamkit bo wa şûş û barîke/ delê: Malwêran le ber engustîle tê gîranê

Bîr û Baweriyên derbarê Gustîlan

Xewin: Gustîl wateya wê yekê ye ku wê keçeka we çêbe

Gustîl û Desmal: Eger gustîl û desmalê pev biguherin tê wateya ku şert û peymanê bi hev re girê didin

“Zînê demsal û gustîl û gerdeniyek li gel Mem pev guhertin”

Ehmed Lutfî – Beyta Mem û Zîn

KURDŞOP
963 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!