Xişrên jinên Mukriyanê – Beşa 1

Cureyek kum ango Kulav e ku du guhikên biçûk ên wê hene û ji beşên Koçke-Bendoke û Kilke Koçe pêk tê.

Koçke

Cureyek kum ango Kulav e ku du guhikên biçûk ên wê hene û ji beşên Koçke-Bendoke û Kilke Koçe pêk tê.

"Heta bimênê siwar û genc û mall, Meger be serim dadem koçke û desmal , dena penahim xuda bibête pena, nayelim kes ruhû be hilak biba" Ehmed Lutfî – Beyta Zeynel û Gozel

" Sed birya le birî de xudayî baye, Emin xerc estênî maçan bam, Le koçke be serî de gewrekan, le kilaw be serî de mihalliyan" (Feqê Hewlayî Kawlanî – Heyran)  

Koçkeya Bilbasan

Cureyê herî baş û resen û qît a koçkeyan e

Kilke Koçke

Ev parçe û beşeke ji kulavê koçkeyê ku bi qasî çar tiliyan pan e û ji aliyê piştê ve bi kulav ve tê dirûtin. Ji qumaşê reş dihate dirûtin û dora vê bi gul û gîfikan dihate xemlandin. heta ber damana (eteka) kiras dirêj dibû,  cihek têde hebû ku pere têde dihate danîn.

Bendoke

Şirîteke sûf (benê ku hatiye vehînandin-hawrîşim yan kamfe-îpek) bû ku bi qasî du tiliyan pan bû û du metir û nîv dirêj bû, guleke hevrîşim pê ve hatibû dirûtin, hin ji wan gulan 15 santîmetreyan dirêj in û binê wan her bi hevrîşim hatiye girêdan. Bendoke pişkek ji koçikê ye û bo ragirtina kulavî ye. Di bin çenê re derbas dibe û bi gîfikên her du aliyên kulav ve tê dirûtin, ev gîfik şor dibine xwarê heta ku yek digihêje ser şûtikê ya din jî digihêje ser çokê.

Aliyekê bendokeyê dikeve ser şepîlk û stûyê û gîfikên mezin yên hevrîşim pê ve didûrin û şîlandikên sor û şîn pêve dikirin. Pereyê hesin yan zêrê Pehlewî û Nîv Pehlewî li dora wê dixistin yan qayîşek pêve dikirin, li piştê jî gîfikên mezin ên hevrîşim hebûn û bi ser pişta wan de dihate xwarê, herweha rişiyên vê bi derziyekê di nav serê xwe de qahîm dikirin û rişiyên wê bi ser pişta xwe de berdidan. 

Çaroka bi ser vê de li xwe dikirin û bi derzî yan sinceqên biçûk pê ve girêdidan ku ji wan derziyan re dibêjin "Lerzane". Bendoke li ser rexekê dixistin nava helqeyekê de û pê ve didûrin

"Eger wa bê le rêzey piyawan nîm, debê le ser şanî xom daynêm bendoke û xişlî jinîye" (Ehmed Lutfî – beyta Las û xezal)

Têbînî: Koçe û çareke taybet ên navçeya Mengorayetiyê"

Zêr û zîv ên Koçke yê:

Sêçeke

Tevahiya ew derziyên ku bo pişta ser, tên bikaranîn, helqe û guharên ku taybet in bi Koçk ê. Ku ji zêr, zîv an jî bi kelûpelên din tên çêkirin.

Berê digotin bûka filan malê Sêçkeya zêr heye

Lerzane

Derziyeke hûrik e ku binê vê xir ango gilover e û bi rengên cûda hatiye rengkirin ku çaroke û sêçkeyê bi hev re girê dide (Dembûs- Sencaq Tehgird- Derzîle)

KURDŞOP
624 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!