Kevirê Xelatê yê xwedî taybetmendiya ku tê neqişandinê 

Kevirê Xelatê şêwaz û awayekî kevir ê maxmatîk û li damenên Çiyayê Nemrûd a volkanîk ên navçeya Xelatê peyda dibe.

Şadî

Kurdshop – Kevirê Xelatê, kevirên ku li damenên çiyayê Nemrûd a li navçeya Xelat a ser bi parêzgeha Bedlîs a Bakurê Kurdistanê tên derxistin û xwedî taybetmendiyekî ku wek îgnîmbîrît (kevirê ku piştî alavên volkanîk û herikandina xweliya toz a ku bûye kevirî) tê bi nav kirin û kevirekî maxmayî ye. Ev kevir li wê herêmê gelek zêde peyda dibe û kevirekî qahîm û bi asanî dikare kar li ser bê kirin ango hem bihêz e û hem jî nerme ku dikare kar li ser bê kirin û ji ber wê jî di ava kirina gelek avahiyan û çêkirina tiştên dîrokî de tê bikaranîn. (Du Çiyayên Nemrûdê hene li Bakurê Kurdistanê yek ji wan li Semsûrê ye, lê Nemrûdê din jî li nav sînorên parêzgeha Bedlîs a Bakurê Kurdistanê ye û gelek caran têkelî yek tê kirin.)

Kevirê Xelatê çiye û bikêrî çi karî dê?

Kevirên Xelatê li herêma ku lê tên derxistin, bi rengên sor, reş, xakî û qehweyî ango bi çar rengan û hin rengên vekirî û girtîtir ve peyda dibin. Di nav wî kevirî de madeyên cam hene û ew madeyane dihêlin ku kevir bihêztir û qahîmtir be.

Kevirê Xelatê şêwaz û awayekî kevir ê maxmatîk û li damenên Çiyayê Nemrûd a volkanîk ên navçeya Xelatê peyda dibe. Piştî encamdana teqînên volkanîk û di encamê de ew fişar û givaşa gaza zêde li dû xwe kevir û zinarên volkanîk û take take bicîh dihêle. Kevirê Xelatê jî cîhê ku lê tên derxistin piştî teqîna li Çiyayê Nemrûd a Bedlîsê û li ser rûyê erd dema sar dibe, li dora wan çalên agir ew kevir û zinarên pîroklastîk  in. (Pîroklastîk: Piştî teqîna volkanîk ew xwelî û alavên agir ên ku ji gazên germ pêkhatî û ber bi jêr ve diherike jê re tê gotin herikandina pîroklastîk)

Kevirê Xelatê awayekî kevir ê gelek bi sûd e. Di dema pêvedana ajal û sewalan de wek derman dikare li ser wî cîhê bê danîn. Herwaha dil bihêz dike û dibe sedem ku dil bi tendurist bimîne. Kevirên Xelatê bi rengên qehweyî yê vekirî, reş, sor, gewr ango boz  û qehweyiyê tarî bi wan rengane dest dikeve û ji ber wê jî ji bo karê xemilandina dîwarên derve û her cure xemilandinekî dikare bê bikaranîn. Taybetmendiya herî giring a kevirê Xelatê jî ew e ji ber kevirekî nerm e, dikare şikil û neqş li ser bên çêkirin û ji bo neqşandinê dest dide.

Taybetmendiyên Kevirê Xelatê

Kevirê Xelatê xwedî çêkeriya di valatiyê de ye û dema ku pêşgirtina mijandina avê bê kirin, taybetmendiya wê ya îzoleya germê ango nahêle germ û tên derbasî aliyê din bibe. Herwaha havînê germê, zivistanê jî sermayê derbas nake.

Çanda çêkirina kevirên Xelatê ya ku par hildane nav Lîsteya Mîratên Çandî ya Neşênber ya Divê Bilez Bên Parastin a UNESCOyê bi saya destên kedkar û pispor di roja me ya îro jî berdewam dike.

Kevirê Xelatê avahiyan zivistanê germ û havînê jî hênik digire ku ew bi kedeke mezin ji binê axê tên derxistin, bi hunereke mezin tê perçekirin û piştre jî di dest hostayên xwedî ezmûn de tên neqşandin û xemilandin.

Kevirên bi saya çakuç, levye û mûç ji binê axê tên derxistin li kargehan tên perçekirin û paşê kesên di vî karî da pispor in wan dixemilîbin.

Yek ji hostayên çêkirina kevirên Xelatê jî Hayrettîn Becerîkliyê 48 salî yê ku 10 sal berî naha dest bi vî karî kiriye û li ser keviran neqş û motîfan çêdike.

Hostayê çêkirin û neqşandina kevirên Xelatê Hayrettîn ragehand, kevirên Xelatê li çar aliyên welat tên bikaranîn û ew dişînin gelek welatên derve jî.

Hayrettîn Becerîklî diyar kir, ew li ser keviran hûr bi hûr nîgaran dineqşînin û neqişandina hinek nîgaran di nîv demjimêrê de bi dawî dibe, lê hin nîgar jî rojekê berdewam dikin û got: ‘’Kîjan nîgar li gor kevir be, em wê dineqişînin. Em ji kevirê Xelatê kanî, barbeku û şomîneyan çêdikin, her wiha em kêlikên tirbeyan jî çêdikin û ev kevir di lêkirina xaniyan da jî tên bikaranîn. Em nîgaran li ser keviran dineqişînin û dixemilînin, şikl û dirûv didinê. Kevirên ku ji kanayên keviran tên vê derê, em li ser wan dixebitin."

Becerîklî destnîşan kir ku ew makîneyan bi kar naynîn, bi destan keviran dixemilînin û wiha dewam kir: "Li Almanyayê avahiyekî dîrokî tê restorekirin, me ji bo wê avahiyê kevirê Xelatê şand. Em keviran dişînin çar aliyê Tirkiyeyê jî. 10 sal berê ez timî dihatim vê kargehê û min seradana hevalên xwe dikir û li destê wan dinêrî. Ji ber ku meraqa min li ser çêbû, min jî dest bi vî karî kir. Bi meraqê ez hînî vî karî bûm. Ez ji karê xwe hez dikim. 5 zarokên min hene û ez debara mala xwe bi vî karî dikim. Ez pir keyfxweşbûm ku Kevneşopa Karkeriya Kevirê Xelatê hildan Lîsteya Mîrateya Çandî ya Razber a UNESCOyê. Ez spasiya wan kesan dikim ku keda wan di vî karî da çêbû. Em gelek keyfxweş bûn. Ji bo ku ev pîşe neyê jibîrkirin û ranebe, çi ji destê me tê em jî dikin.’’

KURDŞOP
762 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!